EDENE - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku Abdullah Ocalan were berdan.
Piştgiriya bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re her ku diçe zêdetir dibe. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê xwestin ku îktîdar ji bo çareserî û aştiyê gavan biavêje.
'AŞTÎ BI ÊRIŞAN NAYÊ’
Şemsa Bagdu, diyar kir ku di pêvajoyên şer de dilê wan şewitiye û ew êdî xwîn, hêsir û şer naxwazin. Şemsa Bagdu, got: “Tevî ku PKK’ê agirbest ragihandiye jî dewlet êrişan xwe didomîne. Aştî, bi êrişan nayê. Hewceye dewlet van êrişên xwe bi dawî bike û ji bo çareseriyê gavan biavêje û Rêberê me berde.”
‘DIVÊ ÎKTÎDAR GAVAN BIAVÊJE’
Fatma Çig jî diyar kir ku hewceye Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo edalet û aştiyê gavan biavêje û got ku kesek nikare wan bixapîne. Fatma Çig, diyar kir ku hewceye dewlet girtiyên siyasî berde û anî ziman ku daxwaza wan edalet û hiqûq e.
Azîze Gultekîn jî bi lêv kir ku hewceye îktîdar bi destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin bigire û got: “Bila Rêberê me were berdan û were Meclisê. Bila ev pêvajo b i aştiyê tacîdar bibe.” Ayşe Alagaş jî got ku heta aştî çênebe nabe ku çek bên berdan û got ku li şûna xwîn û hêsiran divê aştî were welat.
'BILA DILÊ TU DAYIKAN NEŞEWITE’
Suphiye Bayav jî anî ziman ku aştî di navbera kesên şerê hev dikin de tê kirin û Abdullah Ocalan bi sala ye ji bo edalet û aştiya welat têdikoş e. Suphiye Bayav, axaftina xwe wiha qedand: “Xwin bi xwînê paqij nabe. Bila tavilê aştî pêk bê.” Guler Tufan jî diyar kir ku hêj jî dewletê gav neavêtiye û xwest îktîdar gavan biavêje. Hatîce Bayna, jî got ku ew naxwazin êdî ciwan bimirin û bila aştî were welat. Dayika Aştiyê Zubeyde Bagdu jî got: “Dilê me şewitî, em naxwazin dilê tu kesên din bişewite. Em aştiyê dixwazin.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen