NAVENDA NÛÇEYAN - HPG'ê daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û di bombebarankirina SÎHA'yan de 2 endamên wê jiyana xwe ji dest dane.
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de daxuyand, PKK'ê agirbest ragihand. Lê belê tevî agirbestê jî êrişên li ser Zap, Avaşîn, Garê û Metînayê bi dawî nebûn.
Di daxuyaniya HPG'ê de ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin, hat diyarkirin ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 7'ê Nîsanê de li Garê di êrişa SÎHA'yan de 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku dê paşê nasnameya her du HPG'iyan bê eşkerekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku herêm ji hewayê û bejahiyê bi sedan caran hatiye bombebarankirin.