Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin

  • rojane
  • 12:28 9 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst avêtiye û got: “Hewceye zemîna qanûnî, siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê bê amadekirin û pêwîstiyên wê bên cîbicîkirin.” 
 
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî geşedanên di rojevê de ji Medya Haber TV’yê re axivî. 
 
‘NÊZIKATIYÊN NERAST HENE’ 
 
Hêlîn Umît anî ziman ku di çarçoveya daxuyaniya 27'ê Sibatê de rojeveke girîng li Tirkiyeyê afirî, asteke nîqaşê heye lê belê ev yek têrê nake. Hêlîn Umît, got: “Em di konjonktureke girîng, pêvajoyeke girîng de ne. Girîng e ku ev pirsgirêk kete rojevê, tê nîqaşkirin. Lê belê di nîqaşan de rewşên xitimandî hene, aliyên bi pirsgirêk hene. Beriya her tiştî bi dîtina min bi rengekî erênî nayê nîqaşkirin. Sermeseleyê daxuyaniyên ji aliyê desthilatdariyê ve têne dayin bi giranî di çarçoveya 'Me qedand' de ne. Rewş daxistine vê astê. Nêzîkatiyeke welê heye ku dibêjin, 'Bila kongreyê bikin, çekan dînin, bi vî rengî em vî rûpelî bi dawî bikin'. Ev nêzîkatî baş û rast nînin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke 100 salî ya Komara Tirkiyeyê ye. Ev yek divê çarçoveya vê de bê nîqaşkirin. Di çarçoveya pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê de divê bê nîqaşkirin. Eger hûn îro kîjan pirsgirêkê nîşan bidin, mirov dikare bi hêsanî pêwendiya wê bi pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd re nîşan bide. Ev yek pirsgirêkeke welê hilweşîner e. Lewma dikarim bibêjim ku nêzîkatiyên têne nîşandan dûrî fêhmkirina cidiyet û pirsgirêka meseleyê ye."
 
Bi domdarî Hêlîn Umît destnîşan kir ku rîska herî mezin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda ser milê xwe, gava herî girîng ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate avêtin û wiha pê de çû: “Ew bi wêrekî tevgeriya. Bi vê yekê re çi kir? Di demeke ewqas hesas de ku hevsengî li herêmê têne guhertin û konjonktur di her kêliyê de dikare biguhere, kir ku atmosfereke nû ya siyasî biafire. Rê da ber me. Divê rast bê fêhmkirin; weke PKK rewşa me rewşeke lawaz nîne. Ji her alî ve PKK hêza xwe diparêze. Ev yek ji ku tê fêhmkirin, çawa dikare bê pîvandin? Ev rastî çawa dikare bê fêmkirin? Di rastiya gel de dikare bê fêmkirin. Em tevgereke gel in. Pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya herî bilind a salên dawî pêk hat. Pîrozbahiyên herî bi coş bû, daxwaz bi şênberî hate nîşandan."
 
 
‘LI ALIYÊ ÎKTÎDARÊ VE REWŞEKÎ DUDIL Û TIRSONEKÎ DIBÎNIN’
 
Hêlîn Umît destnîşan kir ku PKK ji her demê bêhtir xurt e û got, "Bi rastiya gel re karê xwe bi rengekî hevgirtî dimeşîne. Îradeya ku Rêber Apo nîşan da, ji aliyê civakê ve weke çavkaniyeke mezin a kelecan, coş û hêviyê tê pêşwazîkirin. Lewma em dibînin ku Rêber Apo bi wêrekî rîskê dide ser milê xwe, hewl dide gavê bi aliyê hember ve bide avêtin. Lê belê li aliyê desthilatdariyê mirov rewşeke dudil, bi guman û tirsonekî dibînin. Beriya her tiştî divê ev rewş ji holê bê rakirin.
 
Di rastiya heyî ya Tirkiyeyê de herî dawî Serokkomar Erdogan rabû got, 'Em vê pêvajoyê dimeşînin. Weke Tifaqa Cûmhûr em muxatab in'. Ev baş e, ji aliyê xwedîderketina li pêvajoyê ve. Lê belê ev yek nikare bê gotin, 'Di nava me de jî nêrînên cuda hene, cudahî hene, serweriya me nîne.' Eger desthilatdariya heyî, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tiştekî bi vî rengî derkeve pêşberî me, ev yek wê me jî dudil bike. Ji ber ku rastiya desthilatdariyeke welê heye ku di her mijarê de dikare îradeyê nîşan bide, destwerdanê bike û her qanûna dixwaze dikare derbixîne. Lê belê di destpêka vê pêvajoyê de Rêber Apo çi got? Got, 'Hêza min heye ku vê pêvajoyê ji ser zemîna şer bikişînim pêvajoya hiqûqî û siyasî'. Devlet Bahçelî bi navê Tifaqa Cûmhûr got, 'Bila bên siyasetê bikin, sûdê ji mafê hêviyê werbigirin'.
 
RÊBERTIYÊ GAVÊN PÊWÎST AVÊT
 
Ev daxuyanî li pêşberî tevahiya cîhanê, li pêşberî her kesî kirin. Piştî vê bangê Rêbertî gavên pêwîst avêt. Gelo desthilatdarî dixwaze pêvajoyê bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî yan na? Pirs di vir de ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê gelek rantxurên şer çêbûne, di nava desthilatdariyê de jî hene. Bi rastî jî baskê desthilatdariyê, Bahçelî û Erdogan wê li hemberî van rantxuran destwerdanekê bikin yan na? Bi rastî jî daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin yan na? Bberiya her tiştî divê biryarê li ser vê yekê bidin. Di vê mijarê de nîqaşek heye. Ev yek baweriyê nade, kes bawer nake, em bawer nakin, derdorên cuda bawer nakin.”
 
‘BÊYÎ RÊBERTIYÊ FESIH NABE’
 
Di berdewamê de Hêlîn Umît bal kişand ser mijara civandina kongreyê û ev nirxandin kir: “Nîqaş dewam dikin ku dibêjin, 'Rêber Apo bang li kongreyê kir, PKK çima kongreya xwe pêk nîne?' Argumaneke bi vî rengî heye. 'PKK ewqas salan hemû kongreyên xwe bêyî amadebûna Rêbertî pêk anî, bêyî tevlibûna fîzîkî ya Rêber Apo kongreyên xwe lidar xist'. Rast e. Lê belê rewşa niha cuda ye. Biryarên li ser fesihkirina PKK'ê, guhertina stratejîk û çekdanînê bi biryara Rêbertî dibe. Belê, rast e; PKK'ê biryarên xwe di dema dixwest pêk bîne wergirt, xist pratîkê. Lê belê guhertina stratejîk bi xwe nekir. PKK nikare xwe bi xwe fesih bike. Bêyî Rêbertî nikare vê bike. Tenê Rêbertî dikare vê bike, dikare îqna bike.”
 
‘AMADEKARIYA DESTHILATDARIYÊ JI BO PÊVAJOYÊ NÎNE’
 
Hêlîn Umît bal kişand ser banga ji bo sûdwergirtina ji mafê hêviyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem tu yê bibêje bila sûdê ji mafê hêviyê werbigire, bê li nava DEM Partiyê siyaset bike, hem jî tu yê gavekê neavêje, nîşaneya gavavêtinê pêşkêş neke, daxuyaniyeke ji rêzê jî di vê mijarê de nede û zimanê xwe neguherîne. Piştre jî tu yê bibêje, 'Ji ber ku te kongre nekir, tu pêvajoyê sabote dike'.
 
Ez niha ji mirovên xwedî wijdan dipirsim. Gelo kî sabote dike? Kî lîstikê dilîze? Kî vê fikarê, lêpirsîn û pirsê dixe dil û mejiyê me? Em bi rastî jî bi nêta baş, bi dilsoziya xurt a bi Rêberê xwe dixwazin perpsketîfa Rêber Apo bixin pratîkê. Di vê mijarê de bila gumana gelê me, dostên me û derdorên bi cidiyeta meseleyê zanin, nebe. Lê belê ev yek nabe bibe çîrokeke bû û qediya. Divê rast bê fêhmkirin. Rewşeke 'gelekî tengav bûne, pêwîstiya xwe bi vê yekê heye' nîne. Bi rastî jî divê ev pêvajo baş bê fêhmkirin. Li herêmê ewqas bûyer diqewimin, faktorên rîskê hene, hesab li ser Kurdan têne kirin û Rêbertî firsendek pêşkêş kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rengekî dîrokî bi tifaqa Kurd û Tirkan dikare derbasî nava sedsala duyemîn a Komarê bibe. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê aliyê hember, desthilatdarî hîn bêhtir xwedî amadekariyan bûya. Amadekariyên xwe nîne. Bi taybetî ji bo amadekirina zemîna hiqûqî, siyasî û qanûnî ya vê pêvajoyê divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Eger ev bibe wê îradeya ku Rêberê me nîşan da Tirkiyeyê demokratîk bike, bike welatekî azad.”
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 
 
Hêlîn Umît li ser bûyerên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê diqewimin anî ziman ku wan beriya niha ragihandibû ku Îsraîl wê li Rojhilata Navîn derkeve pêş, polîtîka li gorî wê diyar bibe û ev tişt anî ziman: “Li herêmê her wiha hegemonya Tirkiyeyê heye; eger bi vî rengî dewam bike wê were hemberî hev. Me tespîteke bi vî rengî kiribû. Pêvajo niha me piştrast dike, vê tespîtê piştrast dike. Bêguman ev tespît di Parêznameya 5'emîn a Rêberê me de beriya bi salan hatibû kirin. Ji ber ku rastiya Şerê Cîhanê û li ser îhtimalên wê hatin nirxandin. Di rewşa heyî de tê dîtin, Îsraîl û Tirkiye hatine hemberî hev. Rewşeke bi vî rengî nîne, dem bi dem Tirkiye û Îsraîl hatin hemberî hev. Yanî dijberiyeke lihevkirî bû. Pêvajoyê bi vî rengî hebûn. Ji ber ku ji aliyê hebûnê ve herdu dewlet bi hev re hatibûn girêdan. Avabûna Tirkiyeyê ji bo Îsraîlê bû. Îsraîl ku yek ji netewe dewletên destpêkê bû, piştre hate avakirin. Û beşeke girîng a piştgiriya ji bo Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê timî ji bo vê bû. Lê belê di rewşa heyî de hevsengiyên Rojhilata Navîn ên hatin guhertin, jinûve birêxistinbûna Îsraîlê bûn sedem ku di hin mijaran de nakokî rû bidin. Divê bi vî rengî bê dîtin. Ji nakokiyeke sexte wêdetir divê weke şerê wergirtina parekê ji pasta Rojhilata Navîn bê nirxandin. Qada destpêkê ya vê jî li Sûriyeyê tê dîtin. Li Sûriyeyê têkoşîna ji bo bibandorbûnê heye. Ji xwe bi hilweşîna rejîma Esad de yekser Başûrê Sûriyeyê dagir kir. Li aliyê din Tirkiyeyê jî hewl da bi bandor bibe, bi vî rengî hate nîşandan. Heyet çûn û hatin. Herî dawî tê gotin, Şara wê bê Tirkiyeyê.
 
Çavdêriya me bi vî rengî ye; Li Amerîkayê hewl tê dayin ku di ser Sûriyeyê re Îsraîl û Tirkiye li hev bikin. Ya rast, Tirkiye jî vê dixwaze. Lê belê ji ber şerê berjewendiyan nikarin baş li hev bikin. Di mijara wergirtina parê de nikarin li hev bikin. Di vê mijarê de dixwazim vê bibêjim; Tirkiyeyê salên dawî hem li hundir hem jî li derve li ser polîtîkaya ewlekariyê siyaset hilberand. Em kirin hincet û ket nava Iraqê, bi vî rengî ket nava Sûriyeyê. Bi vî rengî bi van argumanan tevgeriya, ji aliyê leşkerî ve xwe bi rêxistin kir. Siyaseta xwe spart vê yekê. Sedemên cuda yên vê yekê dibe ku hebin, dikarin bêne nîqaşkirin.”
 
Hêlîn Umît destnîşan kir ku heke hêz û bandora Tirkiyeyê ya li herêmê li ser demokratîkbûnê bûya, li ser naskirina gelan bûya û polîtîkaya xwe li ser aştiyê ava kiribûya, hingî wê karîbûya pêşî li êrîş û senaryoyên şer bigrta.
 
REWŞA ÎRANÊ 
 
Hêlîn Umît, got: “Niha şerê li Rojhilata Navîn gihîştiye vê astê; gihîşt rageşiya navbera Tirkiye û Îsraîlê. Tê gotin, di hedefê de Îranê heye, her wiha dem jî tê dayin. Îranê daxuyanî da, got 'Em ji şer re amade ne.'Trump daxuyanî da û got; ‘Heke di bernameya nukleerê de paşve gavê neavêje, xwe nede ber lihevkirinê, rêya leşkerî di dewrê de ye.' Bi berfirehî tê nîqaşkirin ku amadekariyek heye. Li gel vê yekê Îranê careke din daxuyanî da û got, 'Tirkiye, heke tu di nav de be, ez ê li te bixim, ez ê li hemberî te şer bikim.' Trump ji aliyê din ê okyanûsê ji Tirkiyeyê re got, 'Ez dixwazim polîtîkayên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi te re bimeşînim.' Bi kurtasî rîsk ji bo Tirkiyeyê gelekî mezin e. Dor bi rastî jî hatiye Îranê, hatiye Tirkiyeyê, ew ne diyar e. Divê bi rengekî cidî bê dîtin."
 

Sernavên din

17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe