STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî da. Tuncer, got: “Hêvîdarim piştevaniya ji bo birêz Onder bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome.”
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa Onder, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamenter jî tev li bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ewil spasiya xebatkarên çapemeniyê kir û got ku bi hev re rewşa tenduristiyê ya Onder dişopînin. Bakirhan, got: “Spasiya birêz serokkomar, birêz serokê Meclisê, hevserokên giştî yên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû rengên Tirkiyeyê dikim. 24 saetan ev der qet vala nema. Hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê tenduristiya birêz Sirri Sureyya Onder mereq dikin lewma ji bo piştevaniyê li vir in. Spasiya wan dikim.”
‘EM DAXUYANIYÊN NEXWEXŞANEYÊ ESAS DIGIRIN’
Bakirhan, wiha domand: “Jixwe rêveberiya nexweşxaneyê û bijîşkên operasyonê dikin raya giştî ji rewşê agahdar dikin. Naxwazim li ser agahdariyên wan tiştekî zêde bikim. Em jî daxuyaniyên rêveberiya nexweşxaneyê esas digirin. Daxuyaniyên wan esas in. Ji kerema xwe guh nedin şîrove û spekulasyonên xelet ên bi raya giştî re tên parvekirin.”
‘TÊDIKOŞ E, LI BER XWE DIDE’
Bi domdarî Bakirhan, anî ziman ku Onder kesayetekî berxwedêr e û wiha pê de çû: “Bi salan ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya. Gelek zehmetî derbas kir. Ez piştrast im ku dê vê zehmetiyê jî derbas bike. Bi dua û piştevaniya gelên me re dê têkoşîna wî û ya gelên me bigihijin hev. Têdikoşe, li ber xwe dide. Hêvîdarin ev têkoşîn û berxwedana wî bike ku bi awayekî tendurist dîsa li me vegere.”
‘EM JI BIJÎŞKAN BAWERIN’
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Ev roj, rojên dîrokî ne, we tevekan bi hev re temaşe kir. Gelên Tirkiyeyê bi hev re li vir bûn. Belê rewşa Sirri Sureyya Onder a tenduristiyê jî mereq kirin lê herî zêde ji ber têkoşîna wî ya ji bo aştiyeke birûmet, têkoşîna wî ya demokrasiyê piştevanî dan. Hêvîdarim, ev piştevaniya bi birêz Sirri Sureyya Onder re, ev xwedîderketin, di rojên pêş de bi xwedîderketina têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidome. Dixwazim bi kurtasî bibêjim ku naxwazim têkevin nava meseleyên tibbî yên cuda. Lê dixwazim vêya bibêjim; bijîşkan gotin ku li gorî rojek berê pêşketin heye. Em jî ji wan bi bawerin. Bila gumanên kesekî nebin. Em li yek ji nexweşxaneyên herî baş ên Tirkiyeyê ne. Em bi operasyoneke bijîşkên herî baş re rû bi rû ne. Gumanên wan nînin. Li cihekî bitendurist, di şertên baş de û bi bijîşkên pir baş re ye. Hêvîdarin Sirri Sureyya baş bibe.”