Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in

img
MELETÎ - Sebahat Tûncel di pîrozbahiya Newrozê ya li Meletiyê de axivî û got, "Hêvî heye, vê carê em dikarin aştiyê pêk bînin. Em bi we bawer in."
 
Pîrozbahiya Newrozê li Xaçerêya Emeksiz a Meletiyê pêk hat. Şahiya ku bi siloganên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Azadî ji bo civaka demokratîk’ hate lidarxistin, bi hezaran kes tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên mîna; ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin berzkirin.
 
Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Kedê Umut Yemîn diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi aştiyê heye û wiha got: "Lê belê hikûmet bi salan e aştiyê qebûl nake, êrîşên xwe didomîne. Em ji vê derê ji hikûmetê û hevkarê wê dipirsin, hûn li benda çi ne ku dawî li girtiyên siyasî û polîtîkayên qeyûm bînin? Qeyûman têrê nekirin, niha jî êrîşî Lihevkirina Bajar kirine.”
 
Berdevka Partiya Çep a Keskan Ahmet Asena anî ziman ku ew di destpêka serdemeke nû de ne û wiha got: "Ev heyam wê li ser tiştekî ku berê çêbûye neyê avakirin, ev serdem di heman demê de serdemeke têkoşînê ye, serdema ji nû ve rêxistinbûnê ye. Eger em li kursiyên xwe rûnên, çi bi serê Îmamoglû hat wê bê serê me. Divê em bi vê hişmendiyê nêzîk bibin. Em ji vir bang li bloka desthilatdar dikin. Bi zimanê şer aştî pêk nayê. Şert û mercên xebatê yên Ocalan bila bên başkirin. Eger hûn vê nekin, hûn ê cihê xwe di rûpela reş a dîrokê de bigirin."
 
'BÊHIQÛQIYA LI ROJAVA JÎ BELAV BÛYE'
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel di axaftina xwe de kesên ku di Newrozan de bedena xwe dane ber agir bi bîr anî û wiha got: ''Îtîraz têrê nake, divê em îtîraza xwe birêxistin bikin. Tenê gotina na têrê nake, em ê bi hev re ava bikin bê ka divê çawa be. Tirkiye ji sala 2015'an û vir ve bêhiqûqî û bêedaletiyeke giran re rûbirû ye. Sedema ku krîza siyasî û aborî ewqasî kûr bûye, astengiya ku hikûmetê di nava gel de daniye, polîtîkaya cihêkar a li hemberî Kurdan e. Polîtîkaya ku li hundir û derve li dijî Kurdan dimeşîne. Wê demê me gelek îtiraz kir, me got, 'eger hûn ji bêhiqûqiyê re bêjin 'erê' wê sibe bê serê we. Îro Ekrem Îmamoglû girtin, ne tenê Ekrem Îmamoglû, lê kî bertek nîşanê hikûmetê dide, bi binçavkirin û girtinê re rûbirû ye. Li Tirkiyeyê tayînkirina qeyûmên bûye tiştik asayî. Di sala 2015-2016 'an de bi biryarnameyên KHK’ê Tirkiyeyê rêve birin, qanûn danîn aliyekê, li şûna şaredarên ku Kurdan hilbijartina qeyûm tayin kirin. Li dijî HDP’ê operasyon pêk anîn, hevserok, parlamenter hatin girtin, her wiha saziyên me hatin girtin. Akademîsyenên aştîxwaz hatin girtin. Bêhihûqî bi sala 2015’an sînordar nema, îro li rojavayê Tirkiyeyê jî berbelav bûye.”
 
Sebahat Tûncel got ku ger wê demê bertek bihata nişandan îro ev tişt nedihatin jiyîn û balkişand ser têkoşîna hevpar a li hemberî bêedaletiyê.
 
'PIRSGIRÊKA AŞTIYÊ BI DEWLETÊ RE TÊKILDAR E'
 
Sebahat Tûncel banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û anî ziman ku piştî vê bangê PKK'ê biryar da ji bo ji nû ve avakirinê kongreyê lidar bixe, lê belê biryar hat dayîn ku kongre bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were. Sebahat Tûncel da xuyakirin ku dewletê şert û mercên vê firsendê neafirandiye û wiha got: "Niha ev yek wê çawa bibe? Ev serdemeke nû ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka aştiyê bi dewletê re têkildar e. Dewlet wê rê li ber aştiyê veke. Siyaseta demokratîk li ser me û we ye. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Tenê li qadê pirsîn, 'Gelo di vê dewletê de bawerî dikare hebe?', dibe ku baweriya bi dewletê hebe yan na. Sedem? Mixabin pêkanînên dewletê di bîra Kurdan û jinan de neyînî cih bûne. Lê belê dewlet neçar e vê bibîne û vê bêbaweriya gel ji holê rake. Baş e, em dê baweriya xwe bi kê bînin? Bi rastî jî hêvî heye? Erê hêvî heye. Vê carê em dikarin li hev bikin. Em ji kê bawer in, em ji xwe bawer in. Em bi we bawer in."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
 

Sernavên din

16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir