ENQERE - Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin ji bo betalkirina qanûna TMSF’ê ya ku rê li ber tayînkirina qeyûm vedike, serî li AYM’ê da.
Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, ji bo betalkirina qanûna hejmar 7539 a TMSF’ê ku rê dide tayînkirina qeyûman, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
Gunaydin, têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Bila kesek nebêje kesek nikare destê xwe nêzî min bike. TMSF di şevekê de dikare bi biryarekê dest deyne ser hemû mal û milkê we. Bi biryareke bi şevê hatiye dayin re dikarin di carekê de dest deynin ser hemû mal û milkê hûn sê nifş in berhev dikin.”