Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne

img

EDENE – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku beşdarî Newroza Edeneyê bû got, "Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê têbikoşin."

Li Edeneyê Newroz li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Gel di saetên sibehê de ketin rê, bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ ketin qadê. Welatiyên ku bi nîşaneyên serkeftinê û sloganên xwe ketin qadê gelek caran dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Di pîrozbahiya ku ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes beşdar bûn de zêdebûna jin û ciwanan bal kişand.
 
Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn li qadê rawestiyan û li benda destpêkirina pîrozbahiyê man. Di pîrozbahiya ku bi her deqeya derbas dibe re coş zêde bû de, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat qîrîn. Li qadê bênavber dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
 
DAYIKAN AGIR PÊXISTIN
 
Di pîrozbahiya ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Komîteya Tertîp Şehîristan Yigit û Yaşar Demîr gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Piştre Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoğulları û Hevserokê Giştî DBP'ê Bayindir bi hev re agirê Newrozê pêxistin. Bi pêxistina agir re li qadê coş hê zêdetir bû.
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê ku agirê Newrozê vêxistin Şemse Bagdu axivî û diyar kir ku ew wek dayik aştiyê dixwazin. Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr jî xwestin ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Piştre Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî axivî, Newroz li gel pîroz kir û wiha got: "Ji bo aştî, demokrasî û sosyalîzmê bijî Newroz." Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) Ahmet Karagoz diyar kir ku ew her roj bi binçavkirin, zext û girtinên nû dest bi rojê dikin û banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: "Pêwîstiya me bi aştî û biratiyê heye. Aştî bi qasî nan û avê pêwîstiyek e."
 
NEWROZA AZADIYÊ
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: "Ciwanên Edeneyê em we baş nas dikin. Em we bi qehremaniyan nas dikin. Newroz pîroz be. Ev Newroz agirê azadiyê yê Dayikên Aştiyê ye. Em vê Newrozê diyarî dayikên xwe dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza 2025'an wek ‘Newroza azadiyê’ bi nav kir. Hevalên hêja, ev Newroz Newroza Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji sala 1992'an û vir ve gelê Kurd bi berdelên mezin dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga sedsalê re rê li ber azadiyê vekir. Gelê Kurd li her dera Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê piştgirî da. Em îro li Edeneyê piştgiriyê didin vê bangê. Gelo hûn amade ne?
 
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BINÇAVKIRINA ÎMAMOGLÛ
 
Li Stenbolê di operasyonên siyasî de Ekrem Îmamoglû û hevalên wî binçav kirin. Ev siyaset we nagihîne cihekê. Hûn ji aliyekî ve dibêjin, 'em ê bi Kurdan re rê li ber aştî û yekîtiyê vekin' û li aliyê din jî hûn dibêjin, 'em ê vîna gel desteser bikin'. Em baş dizanin ku ev xespkirina îradeyê ye. Cara sêyemîn e li dijî vîna gelê Kurd qeyûm tên tayînkirin. Me di destpêkê de got ku ev yek wê bi Kurdistanê re sînordar nemîne û me dît ku îro li Tirkiyeyê jî pêk tê. Îro em dibêjin; Em ê desteserkirina vîna gelê Stenbolê qebûl nekin. Çawa ku me li Wan û Êlihê qebûl nekir, em ê Stenbolê jî qebûl nekin. Divê hikûmet bizanibe ku aştî bi wan re nayê van xakan. Siyaseta qirêj a van zaliman wê bi têkoşîna gelê Kurd re biqede. Bi têkoşîna xwe em ê dawî li vê siyaseta durû û siyaseta qirêj bînin.
 
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ MANSÛR YAVAŞ
 
Duh kesekî heqaret li gelê Kurd kir. Em ê bersivekê bi Tirkî bidin wî. Her kes dikare li qadê, hemû hevrêyên me ala di destê xwe de bilind bike? Hemû gel li qadan e. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yûsûf ku duh li otobêsê heqaret li nirxên me kir, aciz nebe. Ev der qada gel e, ev der qada azadiyê ye. Eger hûn ê hikûmetê rexne bikin, hûn ê li ser bingeha nirxên gelê Kurd vê nekin. Divê ti kes bi heqareta li Kurdan û nirxên wan, xwe mafdar nebîne. Em ê destûrê nedin vê. Hefteya pêşiya me Cejna Remezanê ye. Bila hemû Kurdistanî û bi taybetî li Edeneyê kartên li ser wêneyên zarokên di Newrozê de hatin qetilkirin cih digirinji Mansûr Yavaş bişînin û li ser piştê 'Mansûr Yavas ê faşîst' binivîsînin. Gelê Kurd wê azad bibe. Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê deriyê hemû girtîgehan bi taybet deriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Me tu caran serê xwe ne tewandine, em ê serê xwe netewînin. Tu amade yî, Edene? Îro dinya li te guhdarî dike. Îro çavên Rojavayê Kurdistanê li te ye."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari berdewam dike.
 

Sernavên din

16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir