Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike

img

DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya Dîlokê de axivî û wiha bertek nîşanî gotinên Mansur Yavaş da: “Li dijî têkoşîna azadiyê zimandirêjiyê dike. Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li dijî nirxên gelê Kurd bike.” 

Li Dîlokê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Qada Stasyonê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun uçar, Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca, Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, wekîlê berê Mahmût Togrûl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bûn. 
 
Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin û pankarta “Newroza ji bo azadiyê civaka demokratîk” li ser dikê hatibû daliqandin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber stranên Kurdî govend gerandin. Welatiyên hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve herikîn qadê, ji hêla polîsan ve bi hinceta reng û cil û bergên Kurdî hatin astengkirin. Li ser berteka gel, polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Komîteya Amadekar û hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar gel silav kirin. 
 
‘DÊ MEKANÎKA DERBEYÊ TÊK BIÇE’
 
Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de efsaneya Kawayê Hesinkar bi bîr xist û got: “Tam 10 rojan me tax bi tax, navçe bi navçe Newroz pîroz kir. Ev Newroz ji Newrozên din cuda ye. Me bi vêxistina agirî birêz Ocalan hembêz kir. Em careke din li vir birêz Ocalan silav dikin. Bi salan birêz Ocalan di tecrîdê de girtin lê ew deng bêdeng nebû û bi awayekî xurt rêya çareseriyê vekir. Îro ji bo hemû gelên cîhanê bangekî mezin kir. Têkoşîna wî ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelek girîng e. Yên berteka pêwîst nadin vê banga birêz Ocalan jî hewl didin xwe mijûl bikin. Dixwazin ev çerx wiha bigere. Lê ev mekanîka derbeyê dê têk biçe. Hêza me ji fikra me ye. Dê rêwîtiya me ya Rêya Sêyemîn tu caran bi dawî nebe û dê her bidome.” 
 
Piştre jî parlamenterê Dîlokê yê HDP’ê yê berê Mahmût Togrul gel silav kir. 
 
BERTEK NÎŞANÎ MANSUR YAVAŞ DA
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişand ser girîngiya Dîlokê ya di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha domand: “Di serî de birêz Ocalan em ji bo hevalên xwe yên girtî azadiyê dixwazin. Qeyûmên li Kurdistanê, tecrîd û polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna me di meriyetê de ne. Em bi salan li dijî qeyûman têkoşiyan. Lê çi bû? Bi destê daraza girêdayî îktîdarê, operasyon hate kirin û girtin çêbûn. Em li dijî hemû xespên li dijî vîna gel in. Tevî van jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê mîkrofon girt destê xwe û ji bo nirxên gelê Kurd dibêje ‘kincir.’  Zimandirêjiyê li têkoşîna azadiyê dike. Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li nirxên gelê Kurd bike. 
 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû derdorên civakê ye. Di heman demê de ji bo Enqereyê ye. Dewlet dibêje ku em paşvegavê naavêjin. Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd dê bibe çarseriya pirsgriêka sereke ya dewletê. Ji bo welat û pêşerojeke demokratîk em ê bi hev re siyaseta demokratîk bimeşînin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Hemû kes li bendê ye. Di demeke pêşiya civakê ewqasî hatiye vekirin de divê ciwan û jin pêşengtiya vê bangê bikin.” Di dema axaftinê de gelek caran girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. 
 
Piştî axaftinan, Koma Agirê Zerdeşt û hunermend Cevdet Bagca derketin ser dikê. 
 
Pîrozbahî, bi govend û dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir