Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e

img

ERZINGAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li Erzinganê de axivî, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ev banga sedsala nû ne weke sedsala înkar û mêtingeriyê, pênaseya jiyana demokratîk, wekhev a ji aliyê civakê ve hatiye avakirin e."

Newroza ku ji sala 2017’an û vir ve li Erzinganê nayê pîrozkirin, piştî 8 salan îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu, gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û welatiyên ji bajarên derdorê beşdarî pîrozbahiya ku li Taxa Ulularê hat lidarxistin bûn.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê derketin ser dikê û Newroz li gel pîroz kirin. Orhan Çelebî ku ewil axivî, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Orhan Çelebî, anî ziman ku piştî salên dirêj li Erzinganê bihîstina dengê aştî û demokrasiyê gelek xweş e û got: "Gelê Mezopotamyayê ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîneke mezin dimeşîne. Ev têkoşîn 50 sal in li erdnîgariya Mezopotamyayê ji aliyê Kurdan, sosyalîst û welatparêzan ve bi bedelên mezin tê dayîn. Gelê me hemû bi hev re bûn dengê aştiyê. Bi aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind kirin."
 
Orhan Çelebî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de û got: "Ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet a li van xakan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê dest bi pêvajoyê kiriye û di vê çarçoveyê de banga xwe kir. Lê di ser hevdîtinê re nêzî mehek derbas bû, ji aliyê rayedarên dewletê ve tu gav nehat avêtin. Ji bo dawî li êş û azarên gelê me yê li Tirkiyeyê bê, divê aştî ji aliyê kedkaran ve jî were hembêzkirin."
 
Endamê MYK'ê yê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kural, Newroza gelan pîroz kir û got: "Newroz roja ku gelan agirê azadiyê pêxistiye. Li hemberî dehakan têkoşîna bi milyonan a Kawayan e. Hûn bi israra di pirsgirêk û zextan de nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Yekane hêza me baweriya me ye. Em bi têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariya zalim dikarin bi ser bikevin."
 
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu ku piştre mafê axaftinê girt, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Ayten Kordu got, “Em ê teqez bi banga aştiyê ya Birêz Ocalan civaka demokratîk ava bikin."
 
BANGA ABDULLAH OCALAN
 
Herî dawî Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar da xuyakirin, ku ev demeke dirêje li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve krîz heye û got: "Bawerî û nasnameya me weke sûc hatiye îlankirin, lê hemû gelê me yê li Kurdistanê dest ji ziman û nasnameya xwe ya ku sûc tê dîtin, bernade. Hûn bawer bin, her peyva ku em bi zimanê dayikê  bi kar tînin  berxwedan e." 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan jî û got: "Tevî 26 sal tecrîdê, birêz Ocalan ji Îmraliyê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir.  Kurd li her derê cîhanê belav bûne, bi têkoşîna azadiyê û berxwedanê re em ê biaxivin ka ev têkoşîn di nava civakê de çawa dikare were parvekirin. Ev bang ji bo hemû gelan e ku bi nasnameya xwe û  zimanê xwe bijîn. Kî li dijî vê yekê ye? Kesek ji beşên civakî ne li dijî ye, lê hikûmet vê yekê naxwaze. Ji ber vê jî herî zêde bang li raya giştî, jin, ciwan û kesên têkoşîna demokrasiyê dikin tê kirin. Ev bangawazî sedsala nû ne wekî sedsala înkar û çewisandinê, wekî jiyanek demokratîk, wekhev ku damezrînerê civaka demokratîk e bi nav dike. Ji ber vê yekê bang hêja ye."
 
Piştre agirê Newrozê ji aliyê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ve bi coşeke mezin hat pêxistin. Pîrozbahî bi govenda li ber sitaranan bi dawî bû. 

Sernavên din

16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir