Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be

img

AMED - Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê ya bi dirûşma "Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bûn, peyama "Heya dawiyê baweriya me bi Abdullah Ocalan heye. Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin."

Di Newroza ku bi dirûşmeyên “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê civaka demokratîk" li navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistinde bi sed hezaran welatî beşdar bûn. Di Newrozê de gel tenê peyamek da: azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ev peyam bi pankartên li qadê hatin vekirin, dirûşmeyên hatin berzkirin û afîşan hatin hilgirtin bi awayekî zelal derket holê.
 
Di Newroza Amedê de ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, welatiyên ku em bi wan re axivîn, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan nirxandin û azadiya wî ya fizîkî xwestin.
 
AZADÎ
 
Sultan Gulerê diyar kir ku ew bi hêviya aştiyê hatiye qada Newrozê û got: "Ya ku ez kêfxweş kirim, ev bû. Ez bawerim wê ev yek pêk were. Em ji girtiyan re azadiya fizîkî hêvî dikin. Divê dewlet gavên berbiçav bavêje. Bersiva vê jî, jixwe ev qadan in. Em li bendê ne ku gavên berbiçav bên avêtin."
 
Diyar Karataş anî ziman ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Abdullah Ocalan ew kêfxweş kirine û got: "Divê Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe."
 
Lahîve Arşîmenê jî diyar kir ku Abdullah Ocalan muzakere û aştiyê dixwaze û got: "Em jî piştgiriyê didin vê. Divê êdî dayik negirîn. Divê zincîrên hemû girtîgehan bên şikandin. Newroz pîroz be û aştiyê bîne."
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN DI NAVA GEL DE BE'
 
Îbrahîm Demîr diyar kir ku ji bo Newroza Amedê ji Îzmîrê hatiye û wiha got: "Ez hatim li ser xaka xwe Newrozê pîroz bikim. Abdullah Ocalan bang kir. Divê dewlet jî gavan biavêje. Heta îro bedelên mezin hatine dayîn. Serok bang kir, lê dewlet wê gavên çawa bavêje? Di qanûnên xwe de çi guhertin? Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Ev îş, bi dîmeneke li Îmraliyê nabe. Ji ber ku dewlet gavan navêje mirov bawer nakin. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din bên berdan. Aştî bi vî awayî nabe. Bi hezaran girtiyên me hene, bi deh hezaran gund hatin şewitandin. 5 milyon kurd koçî metrepolan kirin. Aborî hilweşiya. Her derê Kurdistanê şewitandin. Li gelek cihan ekolojiyê texrîb kirin." 
 
Melîha Kaplanê diyar kir ku ew jî wekî gelê kurd di bin zext û zordariyan de ne û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: "Dema em gavekê bavêjin, divê ew 10 gavan bavêjin. Bi anevêtina tu gavan me dixapînin. Em dixwazin zilm bi dawî bibe û li ser axa me azadî pêk were."
 
'COŞEKE MEZIN HEYE'
 
Delîl Akkurt ê astengdar ê ji Midyadê hat Newrozê anî ziman ku ew ji bo vê hestê bi zindî bibihîsin hatiye û got ku coşeke mezin heye. Akkurt got: "Berî her tiştî em Serok Apo bi rêzdarî silav dikin û Cejna Newrozê pîroz dikin. Em banga wî bi dil û can silav dikin û piştgirî didin. Qada Newrozê qada berxwedanê ya gelê kurd e. Em vê bangawaziyê bi rûmet dibînin. Em ê weki gelê kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin. Daxwaza me ya gelê kurd di serî de azadiya Rêber Apo ye. Em dixwazin birêz Ocalan ji qada Newrozê fikirên xwe bi Kurdistanê û Rojhilata Navînê re parve bike." 
 
Muharrem Yildiz jî da zanîn ku ew vê bangê hembêz dikin û got: "Ev yek ji dil destê ber bi aştiyê ve ye. Niha zimanê aştiyê li Tirkiyeyê nîne. Pêkanîna antîdemokratîk nîşan dide ku niyeta wan a aştiyê nîne. Divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Heya dawiyê baweriya me bi Abdullah Ocalan heye. Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin."
 
Teyfik Karakaş got: "Berî her tiştî em vê pêvajoya aştiyê wekî pêngavekê dibînin. Pêvajo meseleyeke samîmî ye. Divê dewlet bi dilgermî nêzî vê pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin bibe. Devlet Bahçelî jî 'Mafê Hêviyê' anî ziman. Em hemû li bendê ne ku ev maf bikeve meriyetê."
 
Welatiyê bi navê Ferhat Fahrîoglû jî got: "Niha dor hatiye dewletê. Em ji aştiyê re amade ne. Em li bendê ne desthilat deriyê aştiyê veke."  
 
MA / Mujdat Can - Şîlan Şîrvan Çîl

Sernavên din

16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir