ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê axivî û wiha got: “Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd di serî de muxalefetê dê her kesî pir mezin bike.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, rojnameger bi boneya salvegera qetilkirina Metîn Goktepe, di şexsê Goktepe de hemû rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anî.
‘ME LI BER XWE DA’
Tulay Hatîmogûllari got ku civîna ewil a sala nû li dar dixin û diyar kir ku sala wan bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye. Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî zem û bacên nû da û da zanîn ku di vê pêvajoyê de tenê xizanî bû para kedkaran. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî gotina îktîdarê ya “Ev sal dê bibe sala teqawidan” da û got ku teqawidan tu caran zilmekî wiha nedîtine. Her wiha Hatîmogûllari qala bûdçeya 2025’an kir û anî ziman ku karker, kedkar û teqawid mehkûmî xizanî û birçîtiyê kiriye. Tulay Hatîmogûllari di heman demê de bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn ku weke 22 hezar û 104 lîre hatiye destnîşankirin da û got: “Sînorê xizaniyê di meha Kanûnê de 69 hezar TL û sînorê birçîtiyê jî 21 hezar TL ye. Gelo dê ev kes çawa bijîn? Ev mûçe, mûçeyê hejariyê ye û em qebûl nakin.”
‘LI SÛRIYEYÊ JIN HATIN QETILKIRIN’
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn û got: “Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha me her tim di Siyaseta Rêya Sêyemîn de israr kir. Anku em ê paradîgmaya azadîxwaziya jinê û wekheviya hemû gel û baweriyan biparêzin. Mixabin di hizûra Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê de jin hatin înfazkirin. Em vê qebûl nakin. Li Sûriyeyê tenê rêyeke çareseriyê heye ku ew jî demokratîkbûn e. Tekane rêya çareseriyê, neteweya demokratîk e. Li hêla din êrişên ser Tişrîn, Pira Qereqozaqê û Kobanê didomin. Em van êrişên bi destê çeteyên SMO û hwd. qebûl nakin.
GEL DI NOBETÊ DE NE
Ji Pirsûsê heta Nisêbînê gel di nobetê de ye. Ji ber ku naxwazin xizmên wan ên li aliyê din ê sînor bên qetilkirin. Ji ber ku dixwazin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin. Ji ber ku aştiyê dixwazin. Ez wan silav dikim.
LI ROJAVA ŞER LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ NABE
Ma li Rojava şer, li Tirkiyeyê aştî dibe? Li hêla din êrişên ser gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê zêde bûne. Bi taybet jî li Laziqiye, Tartûs, Hema û Humsê komkujî tên kirin. Em, Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Sûriyeyek bêyî Elewî, bêyî Kurdan, Durziyan, Tirkmen û Ereban nabe.
BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ
Di nava van geşedanan de şandeya me ya Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Daxuyaniya piştî vê hevdîtinê berpirsyartiyeke mezin xist ser milê me tevan. Şandeya me niha li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike. Piştî hevdîtinan jî dê daxuyaniyeke berfireh bidin.
EM LI GEL PEYAMA DÎROKÎ YA OCALAN IN
Em li gel peyama dîrokî ya birêz Ocalan in. Ev dem ew deme ku divê her kes rast nêz bibe. Rizgarî, di destê me de ye. Weke DEM Partiyê ji bo aştiyê çi erk û berpirsyartî bikevin ser milê me em ê weke kirdeya pêvajoyê bi cih bînin.
PEYAMA OCALAN NE TENÊ JI BO SIYASIYAN BÛ
Birêz Ocalan peyama xwe ne tenê ji bo siyasiyan, ji bo hemû derdorên civakî şand. Em jî dê ji bo vê bixebitin. Birêz Ocalan qala lezgîniya aştiyê û hişyarî kir. Yek ji van hişyariyan a herî girîng jî têkildarî Xezeyê bû. Polîtîkayên şer û wêraniyê ya pergala kûrewî dixwaze her cihî veguherîne Xezeyê. Niha Rojhilata Navîn xetere li ser heye ku veguhere Xezeyê. Niha qala wê nayê kirin lê li xeta bakur ji Behra Sor heta aliyê başûr Rojhilatê Behra Spî û Qibrisê rageşiyeke mezin heye. Ev rageşî dibe ku ji nişka ve biteqe. Birêz Ocalan hişyarî kir ku divê mirov li dijî van senaryoyên tarî yên hêzên kûrewî û nokerên wan ên herêmî hişyar be.
Daxuyaniya min a çendek roj berê ya li Amedê ya di vê çarçoveyê de hate berevajîkirin. Xuyaye ku derdorên aştiyê naxwazin dê dev ji van dezenformasyonan bernedin.
BANG LI SEROKÊ MECLISÊ KIR
Tevahiya hewldana me ji bo aştiyeke birûmet a li ser zemîna demokratîk e. Ez ê dîsa li gotinên birêz Ocalan vegerim. Bi salan berê gotibû ku Tirkiye ji bo pêşî li xetereyan bigire, divê bi Kurdan re tifaqeke stratejîk çêbike û yekitiya demokratîk esas bigire. Ev pir girîng bû. Gotinên birêz Ocalan rast derketin. Careke din girîngiya vê tifaqê derket holê. Ev tifaqa li ser zemîna demokratîk, dê ji bo Rojhilata Navîn gelek sûdewer be. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê siyaseta şer bi dawî bike. Dê rê li ber mirinan bigire. Meclis bi peywireke dîrokî re rû bi rû ye. Divê Meclis di sedsala 21’emîn de firsenda aştiyê ji dest nede. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku em bi hev re vê aştiyê pêk bînin.
NÊZIKATIYA RAST DÊ HER KESÎ MEZIN BIKE
Her wiha piştgiriya rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, sendîka, rewşenbîr, û hwd. jî pir girîng e. Ji bo sedsala duyemîn a komarê bi aştiyê tacîdar bibe, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Divê her kes bi berpirsyartî gavan biavêje. Birêz Ocalan di hevdîtinê de got; ‘Ev hewldan tevek dê welêt bigihîne asta ku heq dike û ji bo veguherîna demokratîk bibe rêbereke pir biqedir.’ Belê rast e, wisa ye. Kes ji ber aştiyê winda nake. Piraniya muxalefetê erênî nêz bûye û daxuyaniyên di çarçoveya çareseriyê de dane. Nêzikatiya rast a li hemberî pirsgirêka Kurd, dê her kesî pir mezin bike. Di serî de îktîdar, em bang li her kesî dikin ku zimanekê çêker bi kar bînin.
DIVÊ SIYASET DERIYÊN AŞTIYÊ VEKE
Divê siyaset deriyên aştiyê veke. Ji bo ku ev hewldanên ji bo aştî û çareseriyê bi ser kevin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin û zemîna ku birêz Ocalan bi gel re bê gel hev were amadekirin.
Dixwazim bangî gelê me û rêhevalên xwe bikim; dema ev hevdîtin didomin divê tu kes ji me li malên xwe rûnene û terkexem tevnegere. Divê em hîn bêhtir bixebitin û kedê bidin. Weke DEM Partiyê em ji bo çareserî û aştiyê destê xwe didanin bin kevir.”