NAVENDA NÛÇEYAN -Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn, bi boneya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz klîbeke bi navê “Sakînayê” amade kir û weşand.
Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn, bi sedema 12’emîn salvegera qetilkirina yek ji damezirînerên PKK’ê û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, klîbeke bi navê “Sakînayê” çêkir û cara yekê bi NUJINHA’yê re parve kir.
Gotin û awazê strana bi navê “Sakînayê” ji aliyê Sîdar Amed ve hatine amadekirin. Klîba stranê jî ji aliyê Feraşîn Demhat ve hatiye çêkirin. Aranje û mîksa wê ji aliyê Xwezan Harûn, saz ji aliyê Mordem Firat, gîtar ji aliyê Varon Candemîr ve hatin lêxistin. Xwezan Harûn û Mordem Firat bi hev re vokaltiya stranê kirine.
Sîdar Amed ê ku stranê dibêje, diyar kir ku gava gotinên stranê nivîsiye gelek tengasî kişandiye ji ber ku nikaribûye Sakîne Cansizê bi gotinan vebêje. Sîdar Amed, ev tişt anî ziman: “Gava destpêkê min Heval Sara nas kirî, liv û tevgerên wê, sekna wê ya bi disiplîn, bandoreke mezin li min kir. Min ji xwe re got ku ‘cewhera xwe ji Rojê girtiye’ û ev yek bûye sedem ku xweşiktir û bi heybettir bibe. Min ev stran, wek deyneke rêhevaltiyê nivîsand. Hemû jin, mêr, her kesên ku heval Sarayê nas dikin, pêwîst e behsa wê bikin. Heval Sara, efsûna jiyana şoreşger e.”