NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo dibêje ‘Em pirsgirêkan dûrî şer çareser bikin.’ Rêber Apo her tim got ku çareseriya rast ev e. Tişta ku jê re dibêjin paradîgmaya nû jî ev e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û peyamên daye, bi Televîzyona Medya Haberê re hevpeyvîneke taybet kir.
'EM NIKARIN BIBÊJIN TECRÎD RABÛYE’
Karasu, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û wiha got: “Hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re hîn jî têne astengkirin. Eger destûr hatibe rakirin, hingî çima destûr ji hevdîtinan re nayê dayin?”
Karasu, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên di demên berê de ji DEM Partiyê re dikir û yên niha û wiha got: “Bahçelî got, 'Bila DEM biçe, Îmrali bê li koma DEM'ê biaxive' lê binihêrin bê doh ji DEM'ê re çi digotin. Digotin, bieciqînin, biqedînin, hema bibêje hindik mabûn bibêjin serê wan jê kin, bigirin, mafê jiyanê nas nekin. Ji nişka ve çi bû? Ji nişka ve çi bû, gelo tiştek li serê wan ket? Dema ku mijar dewleta Tirk be, dema ku mijar polîtîkayên dewletê yên li ser pirsgirêka Kurd be bêguman şaş nîne ku mirov bi baldarî nêzîk bibin. Ev ne meseleya xweşbînî yan jî reşbîniyê ye. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku dema mijar bibe pirsgirêkeke gelekî cidî divê mirov hîn bi berpirsyarî nêzîk bibin.”
Karasu, bi domdarî wiha got: “Bêguman hevdîtina bi Rêberê me re baş bû. Baş bû ku agahî hat, tenduristiya wî baş e. Her wiha ragihandina fikrê Rêbertî girîng e. Nêta dewleta Tirk çi dibe bila bibe, nêzîkatiay xwe çi dibe bila bibe, em qîmetê didin hevdîtineke bi vî rengî, wateyê didin hevdîtinê. Pir pir girîng e ku Rêberê me hevdîtin bi heyetê re kir û nêrîna xwe anî ziman.”
'NÊZIKATIYA DI 1988'Ê DE ÇI BE NIHA JÎ EW E’
Di berdewamê de Karasu got “Bi demê re em ê zanibin ku ev hevdîtin encama nêrîneke çawa ya li pirsgirêka Kurd bû, çima ev hevdîtin bi vî rengî hate kirin. Bi demê re ev yek wê diyar bibe. Lê belê ev yek eşkere ye; Rêber Apo teqez têkoşîna xwe hemû ji bo azadiya gelê Kurd meşandiye û ji bo ev têkoşîn bi çareseriyeke demokratîk bi encam bibe kete nava hewldaneke mezin." Karasu, wiha domand: “Di sala 1988'an de bi Mehmet Alî Bîrand re hevpeyvînek kir. Hîn jî her kes dikare wê bixwîne. Nêzîkatiya Rêber Apo wê demê çi be, niha jî bi heman rengî ye. Rêber Apo di çarçoveyeke gelekî maqûl de, di çarçoveyeke demokratîk de, li ser bingeha xwişk û biratiya gelên Tirkiyeyê hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike. Jiyana xwe di vê oxirê de derbas kiriye.”
'DIBÊJE EM PIRSGIRÊKÊ BÊPEVÇÛN Û BÊTUNDÎ ÇARESER BIKIN’
Karasu, bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “Ez xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla pozîtîf ve hêzê bidim paradîgmaya nû ya birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didin wê” û ev nirxandin kir: “êbertî li wê derê dibêje çi? Dibêje, 'Paradîgmayek hatiye danîn. Ez ê piştgiriyê bidim vê paradîgmayê, ez tevlî dibim'. Lê belê Rêbertî çi dixwaze bibêje? Mebest ji paradîgmayê; em vê pirsgirêkê bêyî şer û tundiyê çareser bikin. Ne cara yekê ye ku vê dibêje. Çil sal in vê dibêje. Di parêznameyên xwe de got. Di hemû notên hevdîtinê de ev yek got. Belê, dibêje bila ev pirsgirêk bêyî şer û tundiyê çareser bibe. Rêber Apo her tim got, çareserî ev e. Bêyî şer xwest pirsgirêk bi rêyên demokratîk û nîqaşê bê çareserkirin. Ya ku Rêber Apo îro jî dibêje heman tişt e. Mebest ji paradîgmaya nû ev e. Dixwaze vê pirsgirêkê dûrî ji şer, li ser bingeha demokratîk çareser bike.”
'PEYVA SEREKE VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK E’
Bi domdarî Karasu bi lêv kir ku di peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk dihat de peyva sereke “veguherîna demokratîk e” û ev nirxandin kir: “Bi dîtina min gotina diyarker guhertina demokratîk e. Rêber Apo destnîşan kir ku armanca hemû gotin û gavan ji bo pêkanîna guhertina demokratîk e. Armanc pêkanîna guhetina demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Di sala 2015'an de jî nêzîkatiya Rêber Apo bi vî rengî bû. Bingeha mutabaqata Dolmabahçeyê ew bû. Niha hinek dibêjin, 'Ew pêvajo ji aliyê PKK'ê ve hate qedandin', yan jî gelek tişt xwestin, ji ber vê qdiya. Tiştekî bi wî rengî nîne. Kê ew pêvajo xera kir? Pêvajoyek hebû. Belê. Pêvajoya ku desthilatdariya AKP'ê bixe nava pêvajoya çareseriyê. Bi mutabaqata Dolmabahçeyê re diket nava wê pêvajoyê, lê jê derket. Rastî ev e. Piştre jî çi bû? Hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû. Beriya wê komkujiya DAÎŞ'ê bû. Di 24'ê Tîrmehê de jî bi dehan balafiran bombe li ser serê me barandin. Ji xwe Davûtoglû gotibû 'Me beriya salekê xwe amade kiribûn'.
Rêber Apo vê pêvajoyê bi rengê ku guhertina demokratîk pêk bîne dinirxîne. Esas ev e. Pêkanîna guhertina demokratîk. Guhertina demokratîk tê wateya demokratîkbûna welêt. Ji bo guhertina demokratîk pêk were ji bo demokrasiyê pêwîstî bi çi heye? Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, gav bêne avêtin. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd guhertina demokratîk dibe gelo? Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Ji xwe çima li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê, çima dijberî li demokrasiyê tê kirin? Çima AKP, MHP, dewlet dijberî li demokrasiyê dikirin? Ji ber ku ne amade bûn. Digotin eger demokratîkbûn pêk were wê Kurd sûdê jê werbigirin. Demokratîkbûn pêk were wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Wê perwerdeya bi zimanê dayikê pêk were, ziman, nasname û çand wê bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê dijberî li demokrasiyê dikirin.”
'MA BAZARÎ LI SER MAFÊN MIROVAN TÊ KIRIN?’
Karasu, bal kişand ser endamê Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk a “em bazariyê nakin” û wiha axivî: “Tiştên ku bazarî li ser neyên kirin hene. Me jî li girtîgehê li ber xwe dan. Bi îradeyê em li hev kom bûn. Her wiha wê demê di encama berxwedana girtîgehê de me hevdîtin bi wezîran re jî kir. Me digot, ma bazarî li ser mafên mirovan dibe? Bazarî li ser mafên mirovan nabe. Me digot, em ê bi malbata xwe re hevdîtinê bikin, ma bazarî li ser vê dibe? Me digot, wê êşkence neyê kirin, jiyan hinekî asayî be. Ma bazarî li ser vê dibe? Ma bazarî li ser mafên mirovan dibe? Ji bo demokrasiyê mafên Kurdan jî hene. Zimanê dayikê bila hebe yan na, Kurd bila xwedî mafê xwerêveberiyê be yan na, hebûna Kurdan bê naskirin yan na? Ma bazarî li ser van dibe? Ev mafên xwezayî yên Kurdan e.”
'MECLIS NEKETIYE DEWRÊ’
Karasu, tespîta Abdullah Ocalan a “Heta Tirkiye demokratîk nebe, heta veguherîneke demokratîk nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe” û wiha got: “Em piştgiriyê didin hewldanên Rêberê xwe. Ji ber ku Rêberê me her tim ji bo başiya gelan, ji bo berjewendiyên gelan hewl da. Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê vî karî bimeşîne. Ji ber vê yekê dixwaze pêşî lê veke. Dibêje, 'Belê bangek hate kirin, eger nêta we hebe baş e, nêta we ya çareseriyê hebe baş e, ez jî heme'. Lê belê eger nêta xwe çareserî be. Rêber Apo ev yek bi şênberî nîşan da. Ji ber ku banga li Rêber Apo pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye. Rêber Apo ne tenê Meclîsê, xwest hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bixe nav. Hê tiştek li holê nîne, hin derdikevin û dibêjin nizanim wê di 15’ê Çileyê de, 14’ê Sibatê de çi bibe. Rêber Apo çima meclîs nîşan da? Hê meclîs nîqaşa vê yekê nekiriye û nexistiye meriyetê. Li Meclîsê çi nîqaş çêbûne?”
'DIVÊ EM GAVÊN TÊN AVÊTIN BIBÎNIN’
Karasu, ev tişt anî ziman: “Meclîs çi ye? Meclîs îradeya gel e. Peywira wê çi ye? Qanûn çêkirin e. Ma ne wisa ye? Ma wekî din çi karê meclîsê heye? Eger meclîs bi rola xwe rabe, wê çi bibe? Meclîs wê hin qanûnan çêbike. Eger pêwîstî pê hebe ew ê destûra bingehîn biguherîne. Dema ku qala guherînên destûra bingehîn tê kirin, hin kes li ser hilbijartina Erdogan an jî tiştekî din nîqaşê dikin. Çi têkiliya wê heye? Ji bo Kurdan, ji bo azadiya Kurdan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê guhertineke destûra bingehîn çênabe, di destûra bingehîn de wê guhertin nebe, nizanim ji bo Serokkomariya Erdogan wê guhertineke qanûnî bê kirin, wê deng bide. Ma qey tiştek wiha dibe? Li gorî min ev nîqaşek ji rêzê ye. Eger Kurd wê nêzîkatiyekê nîşan bidin, wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re eleqedar be. Dibe ku armanca AKP-MHP’ê cuda be. Di nava Kurdan de guman hene. Em jî dibêjin divê em pêngavan bibînin. Ev mijarek cuda ye. Wê demê wezîfeya mûxalefetê çiye? Wezîfeya wê astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd rakirin û eger niyetên cuda hebin, eşkerekirina wan e. Eger tê xwestin pirsgirêka Kurd û Rêbertî weke amûr bên bikar anîn, hûnê çi bikin? Hûn ê jî çareseriya pirsa Kurd ji bo demokratîkbûnê nîşan bidin û hûn ê rûyê wê yê rast derxin holê. Di rewşeke bi vî rengî de tişta bê kirin ev e."
'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’
Karasu, diyar kir ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên guherandin û ev nirxandin kir: “Divê bê zanîn ku tecrîd hê jî dewam dike, nehatiye şikandin. Tê gotin divê şertên Rêbertî werin başkirin, şertên wekhev hebin, heke niyet baş be, bi rastî jî dixwazin tiştekî baş bikin, wê demê çima şert û mercên jiyanê yên Rêbertî nayên guhertin? Divê ev biguhere. Rêber Apo di pêvajoya ewil de ji bo niyeta wan biceribîne gotibû, ''Bila sekreteryaya min were, ez bi hin kesan re hevdîtinan bikim, bila hevalên din werin. Bi aliyên cuda re hevdîtin pêk bînim.” Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî hildigire ser milê xwe. Ji bo azadiya gelê Kurd xwedî berpirsyarî ye. Di vî alî de bêguman divê ev tecrîd were şikandin. Divê em ji bo vê têbikoş in.”
'DIVÊ HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN DEM PARTIYÊ DI ŞANDEYÊ DE BIN’
Karasu, bal kişand ser Şandeya Îmraliyê û wiha got: “Ji bo heyetê em vê yekê bibêjin. Heyeta heyî berê jî bi Rêbertî re hevdîtin kiribû. Sirri Sûreyya, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk jî di heyeta ku berê çûne Îmarliyê de bûn. Ew jî dikarin tevlî bibin. Lê Devlet Bahçelî bangek kir. Got bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima di nava heyetê de hevserokên DEM Partiyê nîn in? Bi rastî jî çima cih nagirin? Eger DEM Partî wê biçe, rêveberên DEM Partiyê hene. Bi qasî ku ez dizanim Sirri Sûreyya Onder niha ne di nava rêveberiyê de ye. Pervîn Bûldan hevseroka HDP’ê ye. Ahmet Turk jî hevşaredar e. Dixwazim vê yekê bêjim bangek ji bo DEM Partiyê hat kirin. Hat gotin bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima hevserokên giştî yên DEM Partiyê di nava heyetê de nîn in? Herî kêm divê yek ji wan di nava heyetê de ba. Bi rastî jî qet nebe ji bo em bêjin di wê heyetê de hevserokek heye.”
'DIVÊ MIROV HIŞYAR BE’
Karasu, anî ziman ku divê hemû derdor piştgiriyê bidin gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ji bo hemû gotin û pêngavên ku ji aliyê Rêber Apo ve bê avêtin, em amade ne ku destek bidin. Ji aliyê me ve pirsgirêkek nîne. Lê belê em ti carî rastiya dewleta Tirk ji bîr nekin. Em ji ber sedemên dîrokî vê yekê dibêjin. Ji ber pratîka wan em vê yekê dibêjin. Ev ne tenê guman û hesasiyet e, di heman demê de rastiyek e. Di vî alî de dema mijar dibe rastiya dewleta Tirk, her tim hinek divê bi baldarî nêzîkatî çêbibe. Rêbertî hem vê pêvajoyê dimeşîne hem jî bi awayekî hesas tevdigere. Divê yekser kes nekeve nava rehetiyê. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Bêguman di vê pêvajoyê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi hewldan û teşwîqê heye. Belê, dikare bê teşwîqkirin. Ji bo tevlîbûna her kesî divê teşwîq bê kirin. Ev ne şaş e, lê ya girîng ew e ku mirov bi hesab be.”