NAVENDA NÛÇEYAN - Vîdeoya “wezîrê dadê” yê rêveberiya demkî ya Şamê Şadî El Veysî ya dema du jin dihatin înfazkirin tê de cih digirt, hate parvekirin. HTŞ’ê jî ev vîdeoye piştrast kir.
Li ser medyaya dijîtal vîdeoyeke dema li Idlibê du jin dihatin înfazkirin derketibû holê. Di vîdeoyê de kesekî “hukmên” înfazkirina jinan dixwend. Saziya Verîfy-Sy ku ji hêla Tora Kontrolkirina Rastiyê ya Navneteweyî (IFCN) ve hatiye erêkirin, piştrast kir ku kesên “hukm” dixwend “Wezîrê dadê” yê rêveberiya demkî ya Şamê Şadî El Veysî ye. Li gorî nûçeya Euronewsê; ji bo piştrastkirina agahiy3e rêbaza analîzkirina deng û amûrên teknîka taybat hatine bikaranîn.
Verify-Sy’ê da zanîn ku têkildarî mijarê xwe gihandine çavkaniyên HTŞ’ê û wan jî vîdeo piştrast kirine. Verîfy-Sy’ê ev agahî jî parve kir.