ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku bersiva serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê dayin û îktîdara AKP’ê her tim bendewariyekê ava dike û siyaseta mijûlkirinê dimeşîne.
Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), encamnameya civîna xwe ya duh ku 6 saetan dom kir, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê geşedanên girîng diqewimin û hêzên kûrewî di çarçoveya dîzayna nû ya cîhanê de gelên cîhanê neçarî birçîtî, hejarî, kedxwarî û bêkariyê kirine. Hat gotin ku polîtîkaya AKP’ê ya li Sûriyeyê jî pirsgirêkan çareser nake, şer kûr dike û rê li ber krîzên aborî û civakî yên mezin vedike.
DEM Partiyê, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku Sûriye di çarçoveya plana NATO’yê de tê dîzaynkirin, îktîdara AKP’ê bi destê koma paramîlîter a SMO’yê hewl dide destkeftiyên gelê Kurd tune bike, Rêveberiya Xweser tesfiye bike.
‘KOBANÊ SEMBOLA DÎROKA MIROVAHIYÊ YE’
Bi domdarî DEM Partiyê qala êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên ser Kobanê kir û got: “Kobanê, yek ji bajarên bûye sembola jiyana demokratîk û dîroka mirovahiyê. Helwesta li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwesta li dijî maf û daxwazên gelê Kurd jî derbas kiriye. Her gava ji vir û şûnde tê avêtin, dê bibe ezmûnek bê ka jiyana azad an rejîmên zextker rewa tên dîtin.”
LI ŞÛNA ÊRIŞAN DIYAOGÊ PÊŞ BIXIN
Daxuyanî wiha domiya: “Îktîdara AKP’ê hewl dide bi destê çeteyên SMO’yê derstkeftî û modêla jiyana azadîxwaz a gelê Kurd hedef bigire. Tavilê dev ji vê polîtîkayê berdin û li şûna şer, bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyalog û aştiyê pêş bixin. Rêveberiya piranîparêz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê gef nîne.”
‘DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN’
DEM Partiyê got ku yek ji gavên herî girîng a pêşketina demokratîkbûn û pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê, rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Divê ev tecrîda li dijî mirovahiyê tavilê bê rakirin. Tecrîd ne tenê binpêkirina hiqûqê, di heman demê de astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.
SIYASETA MIJÛLKIRINÊ
Di serî de hevserokên me yên giştî, weke DEM Partiyê, parêzer û malbata birêz Ocalan gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Ev gav, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî ya Tirkiyeyê gavekî dîrokî ye. Lê îktîdara AKP’ê tevî hemû bangawaziyan jî li rexekî bendewariyan zêde digire li rexa din jî siyaseta mijûlkirinê dimeşîne. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û muzakereyan çareser bibe, divê bi birêz Ocalan re di nava şertên wekhev û adilane de muzakere bên kirin.”
Herî dawî jî li dijî polîtîkayên şer ên îktîdarê û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga hevgirtinê li hemû kesan hate kirin.