MÊRDÎN - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hevdîtin kirin û gotin ku divê pirên guftûgoyê neyên xerakirin.
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû ji bo civîna herêmê ya partiya xwe hate Mêrdînê. Davutoglû, bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin re hevdîtin kir. Hevdîtin li hotêlekê bajar bi tenê hat lidarxistin. Davutoglû, têkildarî fikrên partiya xwe yên derheqê çareseriya pirsgirêka kurd de radestî Turk kir. Davutoglû û Turk hevdîtina xwe ji çapemeniyê re girtî li dar xistin û piştî hevdîtinê daxuyanî dan.
TURK: DIVÊ DAXWAZA DEMOKRASIYÊ BIDOME
Di hevdîtinê de ji ewil Turk axivî û got ku ji bo aştiyê û pêşerojeke demokratîk hewceye her kes di nava hewldanan de be. Turk, wiha domand: “Em dikarin ji bo pêşerojeke demokratîk çi bikin, derheqê vê mijarê de me fikrên xwe parve kirin. Ji bo edalet, wekhevî û azadiyê divê her kes berpirsyartiya dikeve ser milê xwe pêk bîne. Di vê mijarê de peywireke mezin li ser milê me tevan e. Ne tenê siyasetmedar û rêveberî, divê gelên me jî di vê mijarê de di nava hewldanan de bin.”
DAVUTOGLÛ: ME AGAHIYÊN DOSTANE PARVE KIRIN
Davutoglû jî anî ziman ku bi taybet jî ji Turk re weke “Şaredarê Bajarê Mezin” bang kiriye û got: “Ji ber ku em li dijî tayînkirina qeyûm in. Me bi birêz Ahmet Turk re sihbeteke dostane kir. Tecrûbeyên me bi hev re jiyayîn hene.”
Davutoglû, gotinên Devlet Bahçelî bi bîr xist û got ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku siyaseteke şêlî heye. Davutoglû, anî ziman ku divê kesek bi hilbijêran re nekeve înadê.
'PIRÊN GUFTÛGOYÊ XERA NEKIN’
Davutoglû, wiha bi dawî kir: “Heke aştiyek çêbibe, ez li vir bangî her kesî dikim. Divê em di du mijaran de lihev bikin. Ya yekemîn; demokrasiyeke tam a ji bo her kesî. Ya duyemîn; pergala cemaweriyê ya bêtawîz. Heta ev nebin tu pêvajoya nikarin bidomin. Heta wiha nebe guftûgo nabe, heta guftûgo çênebe û heta alî bi destê hev negirin demokrasî nabe. Di demeke ku cîhan ketiye turbulansê ya dikeve ser milê me ew e ku xetên fayê yên hundirê Tirkiyeyê em tedawî bikin. Berpirsyartiyeke dîrokî ya Tirkiyeyê ye ku bi kurdên li Sûriye û Iraqê re têkiliyên xurt deyne. Ji bo tirk û kurd li cihekî bên gel hev, hewcehî bi hêzên kûrewî nîne. Divê em pêşdaraziyan têk bibin, li ser statûkoyê nîqaşan bikin, fikrên xwe vekirî bihêlin û bi gavên biçûk jî be ber bi aştî û demokrasiyê ve bimeşin. Banga min li îktîdarê ew e ku pirên guftûgoyê xera neke. Heke nebe em ava bikin û xurt bikin.
Herî dawî jî Davutoglû ji bo xwişka Ahmet Turk a şevê din jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.