NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Meclisa Nûneran a Arjantînê Mónica Leticia Schlotthauer ku piştgiriyê dide kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, diyar kir ku ew li gel têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di 10’ê cotmeha 2023’yan de di asta kûrewî de kampanya hate destpêkirin û hêj didome. Di vê çarçoveyê de li Arjantînê di 13’ê mijdarê di bin navê “Kampanyaya azadiyê” de pêvajoyeke nû ya çalakiyan hate destpêkirin. Îmzeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine komkirin, dê ji Corte Inter America û Konseya Ewropayê re bên şandin. Gelek parlamenter jî piştgiriyê didin kampanyayê.
Yek ji kesên piştgiriyê dide kampanyayê jî endama Meclisa Nûneran a Arjantînê Mónica Leticia Schlotthauer e. Schlotthauer, diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin têkoşîna mafê tayînkirina qedera xwe ya gelê kurd. Schlotthauer, wiha domand: “Em li gel têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in. Yek ji sedema tevlibûna me ya vê kampanyayê, êrişên rejîma otokratîk a Erdogan e.”
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN WERE BERDAN’
Schlotthauer, destnîşan kir ku li gel Abdullah Ocalan, divê girtiyên din ên siyasî jî bên berdan û wiha pê de çû: “Beriya her tiştekî divê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Em astengkirinên rejîmê bi tundî şermezar dikin. Dema girtîmayîna Ocalan û şert û mercên girtiyên siyasî tê de tên ragirtin, ne tenê binpêkirina peymanên neteweyî û navneteweyî ye, di heman demê de li dijî normên herî bingehîn ên mirovahiyê ne. Ev, polîtîkayên zextker ên hikûmeta tirk a li dijî gelê kurd û gelên din e. Azadiya Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî, di heman demê de ji bo azadiya gelê kurd dê gaveke girîng û ji bo hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin jî dê were wateya serkeftinê.”