Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin

  • rojane
  • 14:08 27 Îlon 2024
  • |

AMED - Li Amedê “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” hat lidarxistin. Di sempozyûmê de hat destnîşankirin ku avahiyên dîrokî û nirx û mîrateyên çandeyî bên parastin. 

Odeya Endezyarên Avahiyê ya Şaxa Amedê û Şaxa Enqereyê yên girêdayî Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsaziyê ya Tirk (TMMOB), “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” li dar xistin. Sempozyûm li Dêra Surp Gîragos a ermenan û dîrokî ya li navçeya Sûrê pêk hat. Prof. Dr. Îdrîs Bedirhanoglû, Hevserokê Şaxa Odeya Endeyzarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz, Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Enqereyê Onûr Ozergene, Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna, Serokê Beşa Endezyariya Avahiyâe ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Zeynel Fuat Toprak, Endamê Desteya Îstîşareya Bilind a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Burç Baysal, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek kes tev li sempozyûmê bûn. 
 
Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû diyar kir ku ji bo parastina mîrateyên dîrokî ev sempozyûma wan pira di navbera raboriyê û siberojê de ye û armanca wan ew e ku ji bo girêdana navbera nifşan qut nebe. 
 
Bedîrhanoglû da bi bîr xist ku wan sempozyûma ewilî di sala 2007’an de li Enqereyê û ya sempozyûma duyemîn jî di sala 2009’an de li Amedê li dar xistine û got: “Bi saya van sempozyûman restorasyona avahiyên dîrokî hatine kirin.” 
 
Bedîrhanoglû anî ziman ku avahiyên dîrokî li gorî rastiyê nayên çêkirin û yên tên çêkirin jî têrê nakin û divê li ser avahiyên dîrokî analîzên girîng bên kirin. 
 
‘HÊ JÎ LI SER MINAREYA ÇAR LING ŞÛNA GULEYAN HENE’ 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz jî diyar kir ku axaftina destpêkirina sempozyûmê ya li cihek dîrokî Dêra Sûrp Gîragosê ya ermenan kirin jî gelek girîng e û got: “Li nêzî me Mizgefta Mezin heye, ev mizgefta ewil a Anatoliyayê ye. Dêra Meryem Ana nêzî me ye. Amed bajarê bîr, dîn, ziman û çandan e. Lewma jî Amed zor girîng e. Di sala 2015’an de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO’yê de hatiye tomarkirin. Divê pêşî em Amedî xwedî li vê raboriya xwe, dîroka xwe û çanda xwe derkevin. Paşê jî deynê stûyê hemû mirovahiyê ye ku xwedî lê derkeve.” 
 
Korkmaz pêvajoya şerê di sala 2015’an û 2016’an de li Sûrê qewimî bi bîr xist û wiha axivî: “Mixabin di sala 2016’an de li Sûrê şerek qewimî û vî şerî bandorê li ser bajêr kir û xesarên mezin dayê. Ev dêr di sala 2013’an de hatiye restorekirin 3u di şer de rûxandin li dêrê jî çêbûn. Dîsa neçar hat mayîn ku bê restorekirin. Hê jî li ser lingê Minareya Çar Ling şûna guleyan heye. Em bûn şahid ku gelek avahiyên tomarkirî ango tescîlkirî hatin hilweşandin. Avahiyên ku ne li gorî ruhê dîroka Sûrê ne, ji nû ve hatin çêkirin. Îro dema em li Sûrê dinêrin, Sûr ji halê xwe yê berê derketiye û êdî naşibe sûrê.” 
 
‘AVAHIYÊN DÎROKÎ TERKÎ ÇARENÛSA XWE TÊN KIRIN’ 
 
Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna jî destnîşan kir ku berhem û avahiyên dîrokî terkî hilweşandinê û çarenûsa xwe tên kirin û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew van sempozyûman li dar dixin û girîng dibînin. 
 
‘AVAHIYÊN DÎROKÎ XESAR DÎTIN’ 
 
Burc Baysal jî li ser navê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê axivî û da zanîn ku avahiyên dîrokî yên li Sûrê ji ber şerê 2016’an xesar dîtine û her wiha ji erdhejê jî xesar dîtine û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew vê sempozyûmê girîng dibînin û esas digirin. 
 
‘NAVÇEYA ME GENCÎNEYA ÇAND Û DÎROKÊ YE’ 
 
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî anî ziman ku navçeya wan gencîneya çand û dîrokê ye û navçeya wan malovaniya şaristaniyan, dîrokê û hezarê salan dike. Onkol got ji ber dîrokiya navçeyê ew girîngiyê didin her bihosta navçeya xwe û ew hêvî dikin ku wê ev sempozyûm alîkarî û piştevaniyê bide navçeya wan. 
 
‘AVAHIYÊN DÎROKÎ BI KEMÇEYAN HATIN XERAKIRIN’ 
 
Herî dawî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî axivî û wiha got: “Sûr ji bo me xwedî ruhek pir cihê û cuda ye. Ev dêr û mizgeftên li dora me dîrokî ne û hêjayî parastinê ne. Tahîr Elçî li ber Minareya Çar Ling dema bala raya giştî dikişand ser parastina dîrokê, hat qetilkirin. Lewma beriya ez dest bi axaftina xwe bikim ez nemir Tahîr Elçî bi bîr tînim. Avahiyên dîrokî yên ku divê bi firşeyên diranan bihatana şûştin lê bi kemçeyan û makîneyên kar hatin hilweşandin. Em ji vir bangî UNESCO'yê dikin; ji bo me cihgirtina Hewselê û sûran a di UNESCO'yê de çiqas girîng û rûmet be, ji bo me ewqas jî girîng e ku ev gel bi tenê neyê hiştin. Werin em bi hev re van deveran biparêzin.” 
 
Piştî axaftinan bername bi şahiya stranan a Ma Musicê bi dawî bû. 
 
Sempozyûm wê sibê jî bi nîqaşên cuda yên li ser avahiyên dîrokî û parastina wan bên kirin, dê berdewam bike. 

Sernavên din

09/05/2025
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste