Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin 2024-09-27 14:08:54 AMED - Li Amedê “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” hat lidarxistin. Di sempozyûmê de hat destnîşankirin ku avahiyên dîrokî û nirx û mîrateyên çandeyî bên parastin.  Odeya Endezyarên Avahiyê ya Şaxa Amedê û Şaxa Enqereyê yên girêdayî Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsaziyê ya Tirk (TMMOB), “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” li dar xistin. Sempozyûm li Dêra Surp Gîragos a ermenan û dîrokî ya li navçeya Sûrê pêk hat. Prof. Dr. Îdrîs Bedirhanoglû, Hevserokê Şaxa Odeya Endeyzarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz, Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Enqereyê Onûr Ozergene, Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna, Serokê Beşa Endezyariya Avahiyâe ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Zeynel Fuat Toprak, Endamê Desteya Îstîşareya Bilind a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Burç Baysal, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek kes tev li sempozyûmê bûn.    Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû diyar kir ku ji bo parastina mîrateyên dîrokî ev sempozyûma wan pira di navbera raboriyê û siberojê de ye û armanca wan ew e ku ji bo girêdana navbera nifşan qut nebe.    Bedîrhanoglû da bi bîr xist ku wan sempozyûma ewilî di sala 2007’an de li Enqereyê û ya sempozyûma duyemîn jî di sala 2009’an de li Amedê li dar xistine û got: “Bi saya van sempozyûman restorasyona avahiyên dîrokî hatine kirin.”    Bedîrhanoglû anî ziman ku avahiyên dîrokî li gorî rastiyê nayên çêkirin û yên tên çêkirin jî têrê nakin û divê li ser avahiyên dîrokî analîzên girîng bên kirin.    ‘HÊ JÎ LI SER MINAREYA ÇAR LING ŞÛNA GULEYAN HENE’    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz jî diyar kir ku axaftina destpêkirina sempozyûmê ya li cihek dîrokî Dêra Sûrp Gîragosê ya ermenan kirin jî gelek girîng e û got: “Li nêzî me Mizgefta Mezin heye, ev mizgefta ewil a Anatoliyayê ye. Dêra Meryem Ana nêzî me ye. Amed bajarê bîr, dîn, ziman û çandan e. Lewma jî Amed zor girîng e. Di sala 2015’an de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO’yê de hatiye tomarkirin. Divê pêşî em Amedî xwedî li vê raboriya xwe, dîroka xwe û çanda xwe derkevin. Paşê jî deynê stûyê hemû mirovahiyê ye ku xwedî lê derkeve.”    Korkmaz pêvajoya şerê di sala 2015’an û 2016’an de li Sûrê qewimî bi bîr xist û wiha axivî: “Mixabin di sala 2016’an de li Sûrê şerek qewimî û vî şerî bandorê li ser bajêr kir û xesarên mezin dayê. Ev dêr di sala 2013’an de hatiye restorekirin 3u di şer de rûxandin li dêrê jî çêbûn. Dîsa neçar hat mayîn ku bê restorekirin. Hê jî li ser lingê Minareya Çar Ling şûna guleyan heye. Em bûn şahid ku gelek avahiyên tomarkirî ango tescîlkirî hatin hilweşandin. Avahiyên ku ne li gorî ruhê dîroka Sûrê ne, ji nû ve hatin çêkirin. Îro dema em li Sûrê dinêrin, Sûr ji halê xwe yê berê derketiye û êdî naşibe sûrê.”    ‘AVAHIYÊN DÎROKÎ TERKÎ ÇARENÛSA XWE TÊN KIRIN’    Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna jî destnîşan kir ku berhem û avahiyên dîrokî terkî hilweşandinê û çarenûsa xwe tên kirin û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew van sempozyûman li dar dixin û girîng dibînin.    ‘AVAHIYÊN DÎROKÎ XESAR DÎTIN’    Burc Baysal jî li ser navê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê axivî û da zanîn ku avahiyên dîrokî yên li Sûrê ji ber şerê 2016’an xesar dîtine û her wiha ji erdhejê jî xesar dîtine û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew vê sempozyûmê girîng dibînin û esas digirin.    ‘NAVÇEYA ME GENCÎNEYA ÇAND Û DÎROKÊ YE’    Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî anî ziman ku navçeya wan gencîneya çand û dîrokê ye û navçeya wan malovaniya şaristaniyan, dîrokê û hezarê salan dike. Onkol got ji ber dîrokiya navçeyê ew girîngiyê didin her bihosta navçeya xwe û ew hêvî dikin ku wê ev sempozyûm alîkarî û piştevaniyê bide navçeya wan.    ‘AVAHIYÊN DÎROKÎ BI KEMÇEYAN HATIN XERAKIRIN’    Herî dawî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî axivî û wiha got: “Sûr ji bo me xwedî ruhek pir cihê û cuda ye. Ev dêr û mizgeftên li dora me dîrokî ne û hêjayî parastinê ne. Tahîr Elçî li ber Minareya Çar Ling dema bala raya giştî dikişand ser parastina dîrokê, hat qetilkirin. Lewma beriya ez dest bi axaftina xwe bikim ez nemir Tahîr Elçî bi bîr tînim. Avahiyên dîrokî yên ku divê bi firşeyên diranan bihatana şûştin lê bi kemçeyan û makîneyên kar hatin hilweşandin. Em ji vir bangî UNESCO'yê dikin; ji bo me cihgirtina Hewselê û sûran a di UNESCO'yê de çiqas girîng û rûmet be, ji bo me ewqas jî girîng e ku ev gel bi tenê neyê hiştin. Werin em bi hev re van deveran biparêzin.”    Piştî axaftinan bername bi şahiya stranan a Ma Musicê bi dawî bû.    Sempozyûm wê sibê jî bi nîqaşên cuda yên li ser avahiyên dîrokî û parastina wan bên kirin, dê berdewam bike.