Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin

  • rojane
  • 09:02 17 Îlon 2024
  • |

STENBOL - Parêzer Tahir Demîrcî çû serdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday û diyar kir ku Kuday êdî cot dibîne û ketiye nav nivînan. Demîrcî, wiha got: “Hêj xebera nebaş nehatî divê gav bên avêtin.” 

Girtî Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Hejmar 2 ya tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û yek ji girtiyên nexweşên giran e. Rewşa Kuday roj bi roj girantir dibe. Li gel nexweşiya ALS’ê, her wiha gelek nexweşiyên wî yên din hene û niha ketiye bin 40 kîloyê. Endamê komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Tahir Demîrcî çû serdana Kuday û têkildarî rewşa dawî axivî. 
 
PIRSGIRÊKA DÎTIN Û BIHÎSTINÊ DIJÎ
 
Demîrcî, da zanîn ku Kuday li ser sedyeyê hatiye hevdîtinê û wiha got: “Êdî ji bîr dike, cot dibîne û baş nabihîse. Dema li ser mijarekê diaxive êdî nikare baş bala xwe bide ser. Hem di axaftinê de hem jî di bêhnstandinê de pirsgirêkan dijî. Ji ber ku her tim di nava cihan li ser piştê ye, hestûyên pişta wî çermê piştê tehrîş kirine. Di tevahiya rojê de girêdayî cîhazê respîtarorê ye. Saturasyona wî carekê dikeve lewma car bi car oksîjenê didin wî.” 
 
Parêzer Tahir Demîrcî 
 
FIKARA KRÎZA DIL
 
Demîrcî, bi bîr xist ku Kuday di 10’ê tîrmeha 2023’yan de krîza dil derbas kiriye û ev agahî parve kir: “Fikar hene ku krîzeke nû derbas bike. Di xwarinê de zehmetiyê dikişîne û nikare her tiştekî bixwe. Ji ber nexweşiya wî, divê piranî xwarinên biproteîn bên dayin. Ji bo vê me serlêdan kir. Di 22’yê tebaxê de rewşa wî nebaş bû û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakurayê ya Başakşehîrê. Rêveberiya nexweşxaneyê refeqetvan qebûl nekir lewma Kuday tedawî red kir. Li gel ALS’ê, 16 nexweşiyên wî yên din hene û nikare sexbêra xwe bike. Me hem ji bo tehliyeya bitevdîr hem jî efûya serokkomariyê serlêdan kir. Ew pêvajoya hêj didome.” 
 
GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYÊ
 
Demîrcî, got ku wî bi Ergîn Aktaş re jî hevdîtin kiriye ku bi Kuday re li heman qawîşê tê ragirtin û her du destên wî jî tune ne. Demîrcî, wiha got: “Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bijî’ jî Aktaş nayê berdan. Aktaş û Kuday alîkariya hev dikin. Ev rewş ji bo wan giran e ji ber ku gelek nexweşiyên Aktaş jî hene. Rapora her duyan jî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye lê nayên berdan.”
 
‘XETERE LI SER JIYANA KUDAY HEYE’
 
Demîrcî, axaftina xwe wiha qedand: “Rayedaran guhên xwe li rewşa Kuday girtine. Niha xetere li ser jiyana Kuday heye. Bijîşk bi xwe jî dibêjin; dibe ku di demekî nêz de agahiyeke nebaş were. Rewşekî wiha heye. Ev rewş ji hêla însanî û wijdanî ve nayê qebûlkirin. Divê cenazeyên girtiyan ji girtîgehan dernekevin. Mercên girtîgehê rewşa girtiyên mîna Kuday girantir dike û êdî vediguhere rewşekî jêneveger. Divê ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin û Kuday were berdan.” 

Sernavên din

19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin - HATE NÛKIRIN
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe