Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin 2024-09-17 09:02:23 STENBOL - Parêzer Tahir Demîrcî çû serdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday û diyar kir ku Kuday êdî cot dibîne û ketiye nav nivînan. Demîrcî, wiha got: “Hêj xebera nebaş nehatî divê gav bên avêtin.”  Girtî Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Hejmar 2 ya tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û yek ji girtiyên nexweşên giran e. Rewşa Kuday roj bi roj girantir dibe. Li gel nexweşiya ALS’ê, her wiha gelek nexweşiyên wî yên din hene û niha ketiye bin 40 kîloyê. Endamê komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Tahir Demîrcî çû serdana Kuday û têkildarî rewşa dawî axivî.    PIRSGIRÊKA DÎTIN Û BIHÎSTINÊ DIJÎ   Demîrcî, da zanîn ku Kuday li ser sedyeyê hatiye hevdîtinê û wiha got: “Êdî ji bîr dike, cot dibîne û baş nabihîse. Dema li ser mijarekê diaxive êdî nikare baş bala xwe bide ser. Hem di axaftinê de hem jî di bêhnstandinê de pirsgirêkan dijî. Ji ber ku her tim di nava cihan li ser piştê ye, hestûyên pişta wî çermê piştê tehrîş kirine. Di tevahiya rojê de girêdayî cîhazê respîtarorê ye. Saturasyona wî carekê dikeve lewma car bi car oksîjenê didin wî.”    Parêzer Tahir Demîrcî    FIKARA KRÎZA DIL   Demîrcî, bi bîr xist ku Kuday di 10’ê tîrmeha 2023’yan de krîza dil derbas kiriye û ev agahî parve kir: “Fikar hene ku krîzeke nû derbas bike. Di xwarinê de zehmetiyê dikişîne û nikare her tiştekî bixwe. Ji ber nexweşiya wî, divê piranî xwarinên biproteîn bên dayin. Ji bo vê me serlêdan kir. Di 22’yê tebaxê de rewşa wî nebaş bû û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakurayê ya Başakşehîrê. Rêveberiya nexweşxaneyê refeqetvan qebûl nekir lewma Kuday tedawî red kir. Li gel ALS’ê, 16 nexweşiyên wî yên din hene û nikare sexbêra xwe bike. Me hem ji bo tehliyeya bitevdîr hem jî efûya serokkomariyê serlêdan kir. Ew pêvajoya hêj didome.”    GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYÊ   Demîrcî, got ku wî bi Ergîn Aktaş re jî hevdîtin kiriye ku bi Kuday re li heman qawîşê tê ragirtin û her du destên wî jî tune ne. Demîrcî, wiha got: “Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bijî’ jî Aktaş nayê berdan. Aktaş û Kuday alîkariya hev dikin. Ev rewş ji bo wan giran e ji ber ku gelek nexweşiyên Aktaş jî hene. Rapora her duyan jî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye lê nayên berdan.”   ‘XETERE LI SER JIYANA KUDAY HEYE’   Demîrcî, axaftina xwe wiha qedand: “Rayedaran guhên xwe li rewşa Kuday girtine. Niha xetere li ser jiyana Kuday heye. Bijîşk bi xwe jî dibêjin; dibe ku di demekî nêz de agahiyeke nebaş were. Rewşekî wiha heye. Ev rewş ji hêla însanî û wijdanî ve nayê qebûlkirin. Divê cenazeyên girtiyan ji girtîgehan dernekevin. Mercên girtîgehê rewşa girtiyên mîna Kuday girantir dike û êdî vediguhere rewşekî jêneveger. Divê ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin û Kuday were berdan.”