Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!

  • rojane
  • 10:10 22 Tebax 2024
  • |
img
ÎDIR - Ataş Gobe yê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de tê ragirtin, tevî ku di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye berdana wî 3 mehan hate astengkirin. 
 
Ligel di sala 2021’an de Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê kete meriyetê înfaza bi sedan girtiyên siyasî hate şewitandin û berdana wan hate astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Ataş Gobe yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Bolûyê tê ragirtin e. Berdana Gobe yê ku di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn xelas kir, bi hinceta ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye 3 mehan hate taloqkirin. 
 
Gobe yê di sala 1994’an de hate binçavkirin û girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ku lê hate darizandin ve bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xerakiriye” cezayê muebetê lê hate birîn. Gobeyê 30 sal in girtî ye di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn xelas kir. Li Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ku birinê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. Gobe bi nexweşiyên weke xetimîna demaran, astim, bronşit, nexweşiya dil û helandina hestî ku ji ber şertên girtîgehê lê peyda bûne re têdikoşe. 
 
Birayê Gobe, Îmdat Gobe têkildarî bêhiqûqiyên diqewimin axivî. 
 
‘LI TIRKIYEYÊ EDALET NÎNE’ 
 
Gobe, diyar kir ku kekê wî dema bi telefonê li wan geriyaye ragihandiye ku berdana wî 3 mehan hatiye talokirin û wiha got: “Kekê min ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir nehate taloqkirin. Mirovek 30 sal in an ku hema bêje nîviya emre xwe di girtîgehê de derbas kiriye û tevî cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi awayekî bêhiqûqî berdana wî tê taloqkirin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Em her roj li her qadê bi hezaran mînakên wê dibînin. Tevî ku bi sedan girtiyan cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine jî nayên berdan.”
 
Gobe, anî ziman ku kekê wî di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan re têdikoşe û wiha berdewam kir: “Di demarên mejiyê wî de xetimîn heye. Beriya çend mehan ji ber li girtîgehê ji şer hişê xwe çûye û ketiye rakirine nexweşxaneyê. Ji ber xetimîna demarên wî yên mejî divê emeliyat bibe lê ji ber şertên girtîgehê ev emeliyat ne pêkan e. Ji bilî xetimîna demaran nexweşiyên wî yên weke astim, bronşit, nexweşiyên dil û helandina hene. Tevî evqas pirsgirêkên tenduristiyê hêj li girtîgehê tê ragirtin. Ev yek derhiqûqî ye û binpêkirina mafên mirovan e. Em ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji jiyana wî bi fikar in.”
 
8 SAL IN NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ
 
Gobe, anî ziman ku piştî kekê wî hate girtin her tim ji bajarên dûr re tê sewqkirin û wiha domand: “Carna ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê hevdîtinên me tên astengkirin. Di nava vî demî de me dayik û bavên xwe winda kirin. Bavê min dema di sala 2011’an de xwe amade dikir ku biçe hevdîtina kekê min ji nişka ve krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Me dayika min jî di sala 2018’an de winda kir. Dîl girtina mirovekî ya 30 salan hem ji dayik û bavên xwe bê mehrûmkirin û hem jî dayik û bavên xwe windakirin dê çawa bê vegotin? Esas bi sirgunkirina girtiyan a ji cihên ku ji malbatên wan re dûr hem malbat hem jî girtî tê cezakirin. Kekê min li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin û em li Îdirê dijîn. Ji ber zehmetiyên madî û manevî 7-8 sal in em nikarin biçin hevdîtina kekê xwe.”
 
DEMA GOTÛBEHS GIRTIYÊN SIYASÎ BIN…
 
Gobe, bi lêv kir ku li girtîgehê ji kîjan sûcî bibe bila bibe divê ji girtiyan re adil û wekhev nêz bibin û wiha domand: “Divê girtiyên nexweş bên berdan. Dema mijar dibe girtiyên siyasî herkes ker û kor dibe. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Lê em li dijî vê bertekeke têrker nîşan nadin. Dewlet neçare mirovên dîl girtî xwedî bike lê berovajiyê vê cenazeyan radestî malbatên wan dikin. Daxwaza me ew e ku li Tirkiyeyê ji hemû girtiyan re weke hev nêz bibin. Gava ewil a aştiyê ji girtîgehan dest pê dike. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
 
 

Sernavên din

23/08/2024
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê