Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’! 2024-08-22 10:10:10   ÎDIR - Ataş Gobe yê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de tê ragirtin, tevî ku di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye berdana wî 3 mehan hate astengkirin.    Ligel di sala 2021’an de Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê kete meriyetê înfaza bi sedan girtiyên siyasî hate şewitandin û berdana wan hate astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Ataş Gobe yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Bolûyê tê ragirtin e. Berdana Gobe yê ku di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn xelas kir, bi hinceta ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye 3 mehan hate taloqkirin.    Gobe yê di sala 1994’an de hate binçavkirin û girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ku lê hate darizandin ve bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xerakiriye” cezayê muebetê lê hate birîn. Gobeyê 30 sal in girtî ye di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn xelas kir. Li Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ku birinê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. Gobe bi nexweşiyên weke xetimîna demaran, astim, bronşit, nexweşiya dil û helandina hestî ku ji ber şertên girtîgehê lê peyda bûne re têdikoşe.    Birayê Gobe, Îmdat Gobe têkildarî bêhiqûqiyên diqewimin axivî.    ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET NÎNE’    Gobe, diyar kir ku kekê wî dema bi telefonê li wan geriyaye ragihandiye ku berdana wî 3 mehan hatiye talokirin û wiha got: “Kekê min ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir nehate taloqkirin. Mirovek 30 sal in an ku hema bêje nîviya emre xwe di girtîgehê de derbas kiriye û tevî cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi awayekî bêhiqûqî berdana wî tê taloqkirin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Em her roj li her qadê bi hezaran mînakên wê dibînin. Tevî ku bi sedan girtiyan cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine jî nayên berdan.”   Gobe, anî ziman ku kekê wî di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan re têdikoşe û wiha berdewam kir: “Di demarên mejiyê wî de xetimîn heye. Beriya çend mehan ji ber li girtîgehê ji şer hişê xwe çûye û ketiye rakirine nexweşxaneyê. Ji ber xetimîna demarên wî yên mejî divê emeliyat bibe lê ji ber şertên girtîgehê ev emeliyat ne pêkan e. Ji bilî xetimîna demaran nexweşiyên wî yên weke astim, bronşit, nexweşiyên dil û helandina hene. Tevî evqas pirsgirêkên tenduristiyê hêj li girtîgehê tê ragirtin. Ev yek derhiqûqî ye û binpêkirina mafên mirovan e. Em ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji jiyana wî bi fikar in.”   8 SAL IN NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ   Gobe, anî ziman ku piştî kekê wî hate girtin her tim ji bajarên dûr re tê sewqkirin û wiha domand: “Carna ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê hevdîtinên me tên astengkirin. Di nava vî demî de me dayik û bavên xwe winda kirin. Bavê min dema di sala 2011’an de xwe amade dikir ku biçe hevdîtina kekê min ji nişka ve krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Me dayika min jî di sala 2018’an de winda kir. Dîl girtina mirovekî ya 30 salan hem ji dayik û bavên xwe bê mehrûmkirin û hem jî dayik û bavên xwe windakirin dê çawa bê vegotin? Esas bi sirgunkirina girtiyan a ji cihên ku ji malbatên wan re dûr hem malbat hem jî girtî tê cezakirin. Kekê min li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin û em li Îdirê dijîn. Ji ber zehmetiyên madî û manevî 7-8 sal in em nikarin biçin hevdîtina kekê xwe.”   DEMA GOTÛBEHS GIRTIYÊN SIYASÎ BIN…   Gobe, bi lêv kir ku li girtîgehê ji kîjan sûcî bibe bila bibe divê ji girtiyan re adil û wekhev nêz bibin û wiha domand: “Divê girtiyên nexweş bên berdan. Dema mijar dibe girtiyên siyasî herkes ker û kor dibe. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Lê em li dijî vê bertekeke têrker nîşan nadin. Dewlet neçare mirovên dîl girtî xwedî bike lê berovajiyê vê cenazeyan radestî malbatên wan dikin. Daxwaza me ew e ku li Tirkiyeyê ji hemû girtiyan re weke hev nêz bibin. Gava ewil a aştiyê ji girtîgehan dest pê dike. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”