Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin

  • rojane
  • 11:22 19 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Meclisa Rêveberiya Xwesert Hesen Koçer diyar kir ku ew diyalog û çareseriya siyasî dixwazin û got: “Bi hikûmeta Şamê re şerê me nîne. Eger êrîş çêbibe, em ê hîn xurttir bersiv bidin.”
 
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer anî ziman ku tifaqa ku Tirkiyebi hin dewletên ereb re çêkirî, êrîşa li dijî yekîtiya kurd-ereb e û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên tasfiyeyê bisekinin. Koçer ev tişt jî got: “Em neçar in şoreşa xwe, gelên xwe, sîstema xwe ya demokratîk biparêzin.”
 
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer têkildarî êrîşên ku hêzên Şamê û çeteyên nêzî Îranê, rolê Tirkiyeya di van êrîşan de ye û planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, ji ANF’ê re axivî. Koçer ragihand ku du armancên esas ên êrîşan hene û wiha şîrove kir:
 
*Ji Dêrazorê destpê bikin û heta hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê istiqrarî û tevilheviyê biafirînin.
 
*Dixwazin şerê kurd-ereb bidin destpêkirin.
 
Koçer diyar kir ku êrîşkar komên çete yên girêdayî hikûmeta Şamê ne û hikûmeta Şamê van êrîşan koordîne dike û got: “Di encama van êrîşan de sivîl hatin qetilkirin. Gelek malên sivîlên hatin texrîbkirin û qadên sivîl zirar dîtin.”
 
Hesen Koçer di hevpeyvîna xwe de wiha axivî: 
 
“Van êrişên vê dawiyê ku li ser Dêrazorê hatin kirin, şehadeta medeniyan, em sersaxiyê ji bo malbatên wan dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Êrişa li ser Dêrazorê par destpê kir. Yanî par di heman demê de dîsa êriş li ser Dêrazorê çêbû. Du armancên xwe yên esasî yên vê êrişê hene. Yek jê dixwazin tevlîhevî û bêaramiyê bixin nava Dêrazorê û tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin. Dixwazin li Dêrazorê tevlîheviyê bidin destpêkirin û derbasî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Yek jî şerê kurd û ereb derxînin. Yanî 2 hedefên xwe yên esasî hene. Kesên ku di nava van êrişan de cihê xwe digirin çeteyên ku girêdayî hikumeta Şamê ne. Hikumeta Şamê bi xwe îdareya van êrişan dike. Bêguman ev bi xwe re bû sedema gelek kuştina mirovên sivîl. Malên sivîlan hatin xerakirin. Ev ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke bêîstiqrariyê û tevlîheviyê çêbike, hate binavkirin. Bêguman Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk bersiva pêwîst dan. Gelê me yê Dêrazorê jî bersiva pêwîst da. Gelê me yê li herêmên din jî piştgiriya gelê Dêrazorê kirin. Weke ku hûn zanin, êrişa çêbûyî li herêmên din jî rastî nerazîbûnan hat. Helwestek hate nîşandan. Dema mirov vê şîrove bike; Tirkiyedixwaze vê êrişê dewam bike. Dixwaze tifaqê li gel Sûriyeyê bike ji bo karibe van êrişan dewam bike. Hedef tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Bêguman ev êrişa ku hikumeta Sûriyeyê kir dikeve xizmeta dewleta Tirkiyeyê, nakeve xizmeta hikumeta Şamê. Ji ber ku dewletek divê êrişê li ser welatiyên xwe neke. Komkujiya ku li ser welatiyên Dêrazorê hate kirin, ispat dike ku ev hikumet ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye. Vê yekê nîşan dide. Xizmeta Tirkiye û hêzên derve dike ku tevlîhevî hîn bêhtir li Sûriyeyê destpê bike. Armanc ew e ku tevlîheviyeke hîn mezin li nava Sûriyeyê bidin destpêkirin.
 
Bêguman Tirkiyeniha tifaqa xwe li gel Sûriyeyê, Iraqê dike. Armanc ji vê tifaqê tenê tiştek e. Destketiyên ku îro ketine destê gelên herêmê, wan destketiyan hemûyan tasfiye bike. Yekemîn dixwaze Kurdan tasfiye bike, duyemîn dixwaze gelên herêmê jî, projeyên wan, destketiyên wan tasfiye bike. Tifaqa bi Iraqê re kir jî bi heman armancê ye, ya niha li gel Sûriyeyê dixwaze bike jî bi heman rengî ye. Tifaqa ku li gel hikumeta Iraqê kir bi rastî jî xizmetê ji gelê Iraqê re nake. Xizmeta hikumeta Iraqê nake, tenê xizmeta dewleta Tirkiyeyê dike. Armanc jî qirkirina Kurdan, hêzên demokratîk e. Dixwazin hevgirtina gelan hedef bigirin. Hedefa xwe ya esasî ew e. Ji ber vê yekê wan tifaqan dike. Tifaqên dewleta Tirkiyeyê di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ne.
 
ARMANCA OSMANIYA NÛ 
 
Derbasbûna dewleta Tirkiyeyê li nava erdê Sûriyeyê ne tenê meseleya hedefgirtina kurdan e. Gelên din jî dike hedef. Dema ku mirov ji aliyê dîroka ereb ve jî şîrove bikin, Osmaniyan dema ku 21 dabitên Ereb îdam kirin niha jî 6'ê Gulanê weke cejna şehîdan bi nav dike. Li qada Beyrûdê, li qada Şamê 21 dabitên ereban îdam kirin. Ev qirkirin e, qirkirina li ser gelên din jî heye. Îro tifaqa ku li gel Iraqê dike, xizmeta dewleta Iraqê nake. Hedef ew e ku bi destê Iraqê gelê Iraqê tasfiye bike. Hedef ew e ku bi destê Sûriyeyê gelê Sûriyeyê tasfiye bike. Armancên xwe diyar e. Armanca dewleta Tirkiyeyê diyar e, dixwaze Osmaniya Nû vegerîne weke berê. Dixwaze herêmên ji destê wê derketî dîsa bixe bin serweriya xwe. Bi hezaran nuqteyên leşkerî li Iraqê çêkiriye, bi hezaran bajarê Sûriyeyê xistiye destê xwe. Dixwaze vê siyasetê bide meşandin. Dixwaze careke din li ser herêmê serwer be. Armanca dewleta Tirkiyeyê ev e. Ji bo wê yekê divê hikumetên li herêmê, bi taybetî dewletên Sûriye û Iraqê diviyabû li dijî tifaqê bi vî rengî rawestiyan, lê belê mixabin niha tifaqan dikin ji bo destketiyên me yên li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Ji ber vê yekê sekna gelê me ya ku li hemberî van êrişan sekneke pir xurt e. Divê sekna xwe hîn xurtir bike. Bi taybetî Kurd, divê yekîtiya kurdan pêk bîne. Ji ber ku xeteriyeke pir cidî heye ku destketiyên li Başûrê Kurdistanê tasfiye bikin. Ne li ser partiyekê li hev dikin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe. Ne li ser partiyekê li hev dikin, li ser gelekî li hev dikin, dixwazin wî gelî qir bikin. Gotina dibêjin 'Ti pirsgirêka me bi kurdan re nîne' dereweke herî mezin e. Destketiyên Kurdan îro di xeteriyê de ne, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Divê gelê Başûr vê fêhm bike. Gelê me yê li Sûriyeyê jî divê vê fêhm bike, êrişên dewleta Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e, tasfiyekirina destketiyên gelê me û gelên herêmê ye. Divê em bi xeteriya vê zanibin. Mesele ne partî ye, mesele kurd in, mesele hêzên demokratîk in, mesele gelên hevgirtî ne, dixwazin wan parçe bikin û qir bikin. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ev e.
 
Bi taybetî ev êrişa li ser Dêrazorê hate kirin ji vê siyasetê qut nîne. Belê, dibe ku êrişeke leşkerî bi navê çeteyan kirin, lê belê armanc ew e ku bêîstiqrariyê li Dêrazorê pêk bîne û derbasî herêmên din bikin. Dixwazin şerekî di navbera kurd û ereban de bidin destpêkirin. Siyaseta ku niha li ser gelê herêmê tê meşandin ew e.
 
Sekna gelê me, bi taybetî gelê me yê ereb ku li herêmê rabûn li hemberî nîzamê, li hemberî hikumeta Şamê sekna xwe nîşan da, bi rastî jî sekneke pîroz e. Gelê me yê kurd jî rabû piştgiriya Dêrazorê kirin. Ev sekneke pîroz e, ev yek hevgirtina gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ispat dike.
 
WÊ KES NIKARIBE DESTKEFTIYÊN ME JI ME BISTÎNE
 
Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser, armanca me ya esasî parastina destketiyan e. Destektiyên ku me 11 salan bi dest xistine, wê kes nikaribe bi hêsanî ji destê me derxîne. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin, em ê hevgirtina xwe dewam bikin, tifaqa kurd û ereb divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Ev tifaqên ku dewletên Erebî bi dewleta Tirkiyeyê dikin êriş e li ser tifaqa kurd û ereb. Divê em vê rastiyê baş fêhmbikin û baş li ser bisekinin. Tiştê ku Rêveberiya Xweser weke rêveberî berê jî înîsiyatîfeke me hebû, em bi hikumeta Şamê, dewleta Sûriyeyê re nîqaşê bikin ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Lê belê eger êrişên xwe nedin sekinandin em neçar in li hemberî wê parastina xwe bikin. Tiştên ku me li Dêrazorê kir parastina rewa bû. Wan êrişî sivîlan kirin, wan komkujî kirin. Tiştê ku li Dêrazorê em bikin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bikin parastina xwe ya rewa ye. Yek êrişî me neke em êriş nakin. Ev siyaseta me ya giştî ye. Yê ku êrişî me neke em êriş nakin. Em neçar in weke gel, weke hêza demokratîk xwe biparêzin, sîstema xwe, di nava sîstema xwe de em destketiyên xwe biparêzin. Eger çareseriya leşkerî bidin pêş, ev tê wê wateyê ku Sûriyeyê ber bi rewşeke xirab ve biçe, ber bi krîzeke cidî ve biçe. Ji ber ku 12 sal in ev krîz dewam dike, sedema wê jî nêzîkatiya leşkerî ye. Nîqaş tine ye, ji bo em pirsgirêkê çareser bikin. Armanca me ya esasî ya Rêveberiya Xweser ev e.
 
Me înîsiyatîfa xwe di 18'ê Nîsana 2023'an de nîşan dan, em bi wê înîsiyatîfa xwe girêdayî ne. Armanca me yekbûna erdê Sûriyeyê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di nava xwe de ye. Armanca me ne ew e ku em şer bikin. Lê belê eger êriş li ser me çêbibe, bila kes loma neke em ê bersivê bidin, bersiveke hîn xurttir bidin. Dibe ku hinek dibêjin şer destpê kiriye, lê ne wisa ye. Êriş li ser me çêbibe, dîsa em ê bersivê bidin. Ji ber ku hêzeke parastinê heye, gelek li herêmê heye divê em biparêzin, em şoreşa xwe biparêzin, em destketiyên xwe biparêzin.”
 

Sernavên din

19/08/2024
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin