Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin 2024-08-19 11:22:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Meclisa Rêveberiya Xwesert Hesen Koçer diyar kir ku ew diyalog û çareseriya siyasî dixwazin û got: “Bi hikûmeta Şamê re şerê me nîne. Eger êrîş çêbibe, em ê hîn xurttir bersiv bidin.”   Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer anî ziman ku tifaqa ku Tirkiyebi hin dewletên ereb re çêkirî, êrîşa li dijî yekîtiya kurd-ereb e û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên tasfiyeyê bisekinin. Koçer ev tişt jî got: “Em neçar in şoreşa xwe, gelên xwe, sîstema xwe ya demokratîk biparêzin.”   Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer têkildarî êrîşên ku hêzên Şamê û çeteyên nêzî Îranê, rolê Tirkiyeya di van êrîşan de ye û planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, ji ANF’ê re axivî. Koçer ragihand ku du armancên esas ên êrîşan hene û wiha şîrove kir:   *Ji Dêrazorê destpê bikin û heta hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê istiqrarî û tevilheviyê biafirînin.   *Dixwazin şerê kurd-ereb bidin destpêkirin.   Koçer diyar kir ku êrîşkar komên çete yên girêdayî hikûmeta Şamê ne û hikûmeta Şamê van êrîşan koordîne dike û got: “Di encama van êrîşan de sivîl hatin qetilkirin. Gelek malên sivîlên hatin texrîbkirin û qadên sivîl zirar dîtin.”   Hesen Koçer di hevpeyvîna xwe de wiha axivî:    “Van êrişên vê dawiyê ku li ser Dêrazorê hatin kirin, şehadeta medeniyan, em sersaxiyê ji bo malbatên wan dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Êrişa li ser Dêrazorê par destpê kir. Yanî par di heman demê de dîsa êriş li ser Dêrazorê çêbû. Du armancên xwe yên esasî yên vê êrişê hene. Yek jê dixwazin tevlîhevî û bêaramiyê bixin nava Dêrazorê û tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin. Dixwazin li Dêrazorê tevlîheviyê bidin destpêkirin û derbasî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Yek jî şerê kurd û ereb derxînin. Yanî 2 hedefên xwe yên esasî hene. Kesên ku di nava van êrişan de cihê xwe digirin çeteyên ku girêdayî hikumeta Şamê ne. Hikumeta Şamê bi xwe îdareya van êrişan dike. Bêguman ev bi xwe re bû sedema gelek kuştina mirovên sivîl. Malên sivîlan hatin xerakirin. Ev ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke bêîstiqrariyê û tevlîheviyê çêbike, hate binavkirin. Bêguman Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk bersiva pêwîst dan. Gelê me yê Dêrazorê jî bersiva pêwîst da. Gelê me yê li herêmên din jî piştgiriya gelê Dêrazorê kirin. Weke ku hûn zanin, êrişa çêbûyî li herêmên din jî rastî nerazîbûnan hat. Helwestek hate nîşandan. Dema mirov vê şîrove bike; Tirkiyedixwaze vê êrişê dewam bike. Dixwaze tifaqê li gel Sûriyeyê bike ji bo karibe van êrişan dewam bike. Hedef tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Bêguman ev êrişa ku hikumeta Sûriyeyê kir dikeve xizmeta dewleta Tirkiyeyê, nakeve xizmeta hikumeta Şamê. Ji ber ku dewletek divê êrişê li ser welatiyên xwe neke. Komkujiya ku li ser welatiyên Dêrazorê hate kirin, ispat dike ku ev hikumet ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye. Vê yekê nîşan dide. Xizmeta Tirkiye û hêzên derve dike ku tevlîhevî hîn bêhtir li Sûriyeyê destpê bike. Armanc ew e ku tevlîheviyeke hîn mezin li nava Sûriyeyê bidin destpêkirin.   Bêguman Tirkiyeniha tifaqa xwe li gel Sûriyeyê, Iraqê dike. Armanc ji vê tifaqê tenê tiştek e. Destketiyên ku îro ketine destê gelên herêmê, wan destketiyan hemûyan tasfiye bike. Yekemîn dixwaze Kurdan tasfiye bike, duyemîn dixwaze gelên herêmê jî, projeyên wan, destketiyên wan tasfiye bike. Tifaqa bi Iraqê re kir jî bi heman armancê ye, ya niha li gel Sûriyeyê dixwaze bike jî bi heman rengî ye. Tifaqa ku li gel hikumeta Iraqê kir bi rastî jî xizmetê ji gelê Iraqê re nake. Xizmeta hikumeta Iraqê nake, tenê xizmeta dewleta Tirkiyeyê dike. Armanc jî qirkirina Kurdan, hêzên demokratîk e. Dixwazin hevgirtina gelan hedef bigirin. Hedefa xwe ya esasî ew e. Ji ber vê yekê wan tifaqan dike. Tifaqên dewleta Tirkiyeyê di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ne.   ARMANCA OSMANIYA NÛ    Derbasbûna dewleta Tirkiyeyê li nava erdê Sûriyeyê ne tenê meseleya hedefgirtina kurdan e. Gelên din jî dike hedef. Dema ku mirov ji aliyê dîroka ereb ve jî şîrove bikin, Osmaniyan dema ku 21 dabitên Ereb îdam kirin niha jî 6'ê Gulanê weke cejna şehîdan bi nav dike. Li qada Beyrûdê, li qada Şamê 21 dabitên ereban îdam kirin. Ev qirkirin e, qirkirina li ser gelên din jî heye. Îro tifaqa ku li gel Iraqê dike, xizmeta dewleta Iraqê nake. Hedef ew e ku bi destê Iraqê gelê Iraqê tasfiye bike. Hedef ew e ku bi destê Sûriyeyê gelê Sûriyeyê tasfiye bike. Armancên xwe diyar e. Armanca dewleta Tirkiyeyê diyar e, dixwaze Osmaniya Nû vegerîne weke berê. Dixwaze herêmên ji destê wê derketî dîsa bixe bin serweriya xwe. Bi hezaran nuqteyên leşkerî li Iraqê çêkiriye, bi hezaran bajarê Sûriyeyê xistiye destê xwe. Dixwaze vê siyasetê bide meşandin. Dixwaze careke din li ser herêmê serwer be. Armanca dewleta Tirkiyeyê ev e. Ji bo wê yekê divê hikumetên li herêmê, bi taybetî dewletên Sûriye û Iraqê diviyabû li dijî tifaqê bi vî rengî rawestiyan, lê belê mixabin niha tifaqan dikin ji bo destketiyên me yên li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Ji ber vê yekê sekna gelê me ya ku li hemberî van êrişan sekneke pir xurt e. Divê sekna xwe hîn xurtir bike. Bi taybetî Kurd, divê yekîtiya kurdan pêk bîne. Ji ber ku xeteriyeke pir cidî heye ku destketiyên li Başûrê Kurdistanê tasfiye bikin. Ne li ser partiyekê li hev dikin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe. Ne li ser partiyekê li hev dikin, li ser gelekî li hev dikin, dixwazin wî gelî qir bikin. Gotina dibêjin 'Ti pirsgirêka me bi kurdan re nîne' dereweke herî mezin e. Destketiyên Kurdan îro di xeteriyê de ne, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Divê gelê Başûr vê fêhm bike. Gelê me yê li Sûriyeyê jî divê vê fêhm bike, êrişên dewleta Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e, tasfiyekirina destketiyên gelê me û gelên herêmê ye. Divê em bi xeteriya vê zanibin. Mesele ne partî ye, mesele kurd in, mesele hêzên demokratîk in, mesele gelên hevgirtî ne, dixwazin wan parçe bikin û qir bikin. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ev e.   Bi taybetî ev êrişa li ser Dêrazorê hate kirin ji vê siyasetê qut nîne. Belê, dibe ku êrişeke leşkerî bi navê çeteyan kirin, lê belê armanc ew e ku bêîstiqrariyê li Dêrazorê pêk bîne û derbasî herêmên din bikin. Dixwazin şerekî di navbera kurd û ereban de bidin destpêkirin. Siyaseta ku niha li ser gelê herêmê tê meşandin ew e.   Sekna gelê me, bi taybetî gelê me yê ereb ku li herêmê rabûn li hemberî nîzamê, li hemberî hikumeta Şamê sekna xwe nîşan da, bi rastî jî sekneke pîroz e. Gelê me yê kurd jî rabû piştgiriya Dêrazorê kirin. Ev sekneke pîroz e, ev yek hevgirtina gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ispat dike.   WÊ KES NIKARIBE DESTKEFTIYÊN ME JI ME BISTÎNE   Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser, armanca me ya esasî parastina destketiyan e. Destektiyên ku me 11 salan bi dest xistine, wê kes nikaribe bi hêsanî ji destê me derxîne. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin, em ê hevgirtina xwe dewam bikin, tifaqa kurd û ereb divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Ev tifaqên ku dewletên Erebî bi dewleta Tirkiyeyê dikin êriş e li ser tifaqa kurd û ereb. Divê em vê rastiyê baş fêhmbikin û baş li ser bisekinin. Tiştê ku Rêveberiya Xweser weke rêveberî berê jî înîsiyatîfeke me hebû, em bi hikumeta Şamê, dewleta Sûriyeyê re nîqaşê bikin ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Lê belê eger êrişên xwe nedin sekinandin em neçar in li hemberî wê parastina xwe bikin. Tiştên ku me li Dêrazorê kir parastina rewa bû. Wan êrişî sivîlan kirin, wan komkujî kirin. Tiştê ku li Dêrazorê em bikin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bikin parastina xwe ya rewa ye. Yek êrişî me neke em êriş nakin. Ev siyaseta me ya giştî ye. Yê ku êrişî me neke em êriş nakin. Em neçar in weke gel, weke hêza demokratîk xwe biparêzin, sîstema xwe, di nava sîstema xwe de em destketiyên xwe biparêzin. Eger çareseriya leşkerî bidin pêş, ev tê wê wateyê ku Sûriyeyê ber bi rewşeke xirab ve biçe, ber bi krîzeke cidî ve biçe. Ji ber ku 12 sal in ev krîz dewam dike, sedema wê jî nêzîkatiya leşkerî ye. Nîqaş tine ye, ji bo em pirsgirêkê çareser bikin. Armanca me ya esasî ya Rêveberiya Xweser ev e.   Me înîsiyatîfa xwe di 18'ê Nîsana 2023'an de nîşan dan, em bi wê înîsiyatîfa xwe girêdayî ne. Armanca me yekbûna erdê Sûriyeyê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di nava xwe de ye. Armanca me ne ew e ku em şer bikin. Lê belê eger êriş li ser me çêbibe, bila kes loma neke em ê bersivê bidin, bersiveke hîn xurttir bidin. Dibe ku hinek dibêjin şer destpê kiriye, lê ne wisa ye. Êriş li ser me çêbibe, dîsa em ê bersivê bidin. Ji ber ku hêzeke parastinê heye, gelek li herêmê heye divê em biparêzin, em şoreşa xwe biparêzin, em destketiyên xwe biparêzin.”