Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye

  • rojane
  • 09:03 16 Tîrmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Bi “Bendava Cizîrê” ya ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî yên li bajarokê Qesirkê wê di bin avê de bimînin. Şêniyên bajarok bertek nîşanî bendava ku nayê zanîn dê kengî dest pê bike dan û xwestin ku proje bi temamî bê rawestandin.

 
Bi “Bendava Cizîrê” ku tê plankirin wekî bendava 10'emîn a li ser Çemê Dîclê ya Şirnexê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî wê di bin avê de bimînin. Bendava ku cara ewil di 24’ê gulana 2013’an de hat îhalekirin ji ber hin nakokiyên cuda hat betalkirin. Tê gotin ku bendava ku tê xwestin bê çêkirin piştî Bendava Ilisûyê wê bibe duyemîn bendava herî mezin. Ji bo bendava ku ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hatibû plankirin, di 29’ê nîsana 2019'an de destûra Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) hatibû dayîn. Bendava ku wê li jêrzemîna gundê Misirûyê ya bajarokê Qesirkê tê xwestin bê çêkirin her çiqas her sal bikeve rojevê jî ne diyar e wê kengî bê destpêkirin. 
 
Heke bendav were çêkirin zeviyên çandiniyê û xaniyên welatiyan wê di bin avê de bimînin. Bendava ku wê li bajarokê Qesirkê gelek cihên dîrokî di bin avê de bihêle, dê bibe sedema tunekirina gelek cureyên zindî jî. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe û hikûmeta Iraqê bi temamkirina bendavê re wê bi qeyrana ava re rû bi rû bimînin. 
 
CIHÊN DÎROKÎ WÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Bi çêkirina bendavê re Pira Xan Mehmûd a bajaroka Qesirkê wê di bin avê de bimîne. Li gorî hin lêkolînan ev pir di dema Gutiyan de hatiyê çêkirin û xwedî dîrokeke kevnar e. Pir di sala 2011'an de ji ber lehiyê xira bûye û pişt re hatiye restorekirin. 
 
Bajarokê Qesirkê ku jê re “Derbasoka Qiralan” tê gotin gelek cihên dîrokî di nav xwe de dihewîne. Yek jî ji van cihên dîrokî peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin e. Li gorî hin lêkolînan di dema Gutiyan de hatiye çêkirin û lê belê li gorî hin zanyariyên din jî Siwariyên Partan çêkiriye û li gorî şeniyên bajarok jî ew peykerê Bûk û Zava ye. Her çiqas dîroka çêkirina peyker nayê zanîn jî tê texmîn kirin ku ew peyker ji 6 hezar salan kevntir e. Bi çêkirina bendavê ew peyker jî wê di bin avê de bimîne. 
 
Welatiyên li bajarokê Qesirkê dijîn her sal ji tirsa “Bendav wê bê çêkirin” re  rû bi rû ne anîn ziman ku bendav her sal di rojeva wan de ye lê nizanin wê kengî bê çêkirin û xwestin projeya bendavê bi temamî bê batal kirin. 
 
'WÊ RÊ LI BER KOÇBERIYÊ VÊBIKE'
 
Ji şêniyên bajarok Abdullah Kultur got ku heke bendav bê çêkirin şeniyên bajarok jî wê ji neçariyê koçber bibin. Kultur, bi lêv kir ku ew li dijî çêkirina bendavê ne û wiha got: “Em naxwazin li vir bendav bê çêkirin. Dê ax, zevî û dîroka me wê di bin avê de bimînê. Ekolojiya me wê ji holê rabe. Qesrik cihekî dîrokî ye banga me ji rêxistinên ekolojîk û saziyên demokratîk ew e ku li dijî vê yekê bisekinin ku ew projê bi temamî bê batal kirin. Heke bendav bê çêkirin dê 3 tax di bin bendavê de bimînin. Gelek kes dê neçar bimînin koçberî metropolan bibin.”
 
'HERÊMÊN ÇANDINIYÊ DÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN'
 
Welatiyekî din ê ji bajarok Mehmet Kultur jî anî ziman ku bi çêkirina bendavê dê avahiyên dîrokî di bin avê de bin û wiha got: “Herêmên me yên çandiniyê dê di bin avê de bimînin. Kesên li vir dijîn naxwazin bendav bê çêkirin. Herkes li dijî çêkirina bendavê ye. Em debara xwe tenê bi çandinî û sewalkariyê dikin. Heke ku bendav were çêkirin tu qadeke ku em çandiniyê bikin namîne. Ekolojiya me wê hilweşe û debara me jî ji destê me bê girtin. 2 meh berê bi parêzeran re hatin û zeviyên me kontrol kirin. Lê niha kes li ser bendavê tiştek nabêje. Dibêjin dê di nava 3 salan de bê çêkirin. Em dixwazin ev proje bi temamî betal bibe. Gelek avahiyên dîrokî yên wek Pira Xan Mehmûd, Kela Mercana Reş, Peykerê Bûk û Zawa dê di bin avê de bimînin. Banga me ji her kesî re ew e ku li dijî çêkirina bendavê bisekinin û bertekên xwe nîşan bidin.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

19/07/2024
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin