Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye 2024-07-16 09:03:19 ŞIRNEX - Bi “Bendava Cizîrê” ya ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî yên li bajarokê Qesirkê wê di bin avê de bimînin. Şêniyên bajarok bertek nîşanî bendava ku nayê zanîn dê kengî dest pê bike dan û xwestin ku proje bi temamî bê rawestandin.   Bi “Bendava Cizîrê” ku tê plankirin wekî bendava 10'emîn a li ser Çemê Dîclê ya Şirnexê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî wê di bin avê de bimînin. Bendava ku cara ewil di 24’ê gulana 2013’an de hat îhalekirin ji ber hin nakokiyên cuda hat betalkirin. Tê gotin ku bendava ku tê xwestin bê çêkirin piştî Bendava Ilisûyê wê bibe duyemîn bendava herî mezin. Ji bo bendava ku ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hatibû plankirin, di 29’ê nîsana 2019'an de destûra Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) hatibû dayîn. Bendava ku wê li jêrzemîna gundê Misirûyê ya bajarokê Qesirkê tê xwestin bê çêkirin her çiqas her sal bikeve rojevê jî ne diyar e wê kengî bê destpêkirin.    Heke bendav were çêkirin zeviyên çandiniyê û xaniyên welatiyan wê di bin avê de bimînin. Bendava ku wê li bajarokê Qesirkê gelek cihên dîrokî di bin avê de bihêle, dê bibe sedema tunekirina gelek cureyên zindî jî. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe û hikûmeta Iraqê bi temamkirina bendavê re wê bi qeyrana ava re rû bi rû bimînin.    CIHÊN DÎROKÎ WÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN   Bi çêkirina bendavê re Pira Xan Mehmûd a bajaroka Qesirkê wê di bin avê de bimîne. Li gorî hin lêkolînan ev pir di dema Gutiyan de hatiyê çêkirin û xwedî dîrokeke kevnar e. Pir di sala 2011'an de ji ber lehiyê xira bûye û pişt re hatiye restorekirin.    Bajarokê Qesirkê ku jê re “Derbasoka Qiralan” tê gotin gelek cihên dîrokî di nav xwe de dihewîne. Yek jî ji van cihên dîrokî peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin e. Li gorî hin lêkolînan di dema Gutiyan de hatiye çêkirin û lê belê li gorî hin zanyariyên din jî Siwariyên Partan çêkiriye û li gorî şeniyên bajarok jî ew peykerê Bûk û Zava ye. Her çiqas dîroka çêkirina peyker nayê zanîn jî tê texmîn kirin ku ew peyker ji 6 hezar salan kevntir e. Bi çêkirina bendavê ew peyker jî wê di bin avê de bimîne.    Welatiyên li bajarokê Qesirkê dijîn her sal ji tirsa “Bendav wê bê çêkirin” re  rû bi rû ne anîn ziman ku bendav her sal di rojeva wan de ye lê nizanin wê kengî bê çêkirin û xwestin projeya bendavê bi temamî bê batal kirin.    'WÊ RÊ LI BER KOÇBERIYÊ VÊBIKE'   Ji şêniyên bajarok Abdullah Kultur got ku heke bendav bê çêkirin şeniyên bajarok jî wê ji neçariyê koçber bibin. Kultur, bi lêv kir ku ew li dijî çêkirina bendavê ne û wiha got: “Em naxwazin li vir bendav bê çêkirin. Dê ax, zevî û dîroka me wê di bin avê de bimînê. Ekolojiya me wê ji holê rabe. Qesrik cihekî dîrokî ye banga me ji rêxistinên ekolojîk û saziyên demokratîk ew e ku li dijî vê yekê bisekinin ku ew projê bi temamî bê batal kirin. Heke bendav bê çêkirin dê 3 tax di bin bendavê de bimînin. Gelek kes dê neçar bimînin koçberî metropolan bibin.”   'HERÊMÊN ÇANDINIYÊ DÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN'   Welatiyekî din ê ji bajarok Mehmet Kultur jî anî ziman ku bi çêkirina bendavê dê avahiyên dîrokî di bin avê de bin û wiha got: “Herêmên me yên çandiniyê dê di bin avê de bimînin. Kesên li vir dijîn naxwazin bendav bê çêkirin. Herkes li dijî çêkirina bendavê ye. Em debara xwe tenê bi çandinî û sewalkariyê dikin. Heke ku bendav were çêkirin tu qadeke ku em çandiniyê bikin namîne. Ekolojiya me wê hilweşe û debara me jî ji destê me bê girtin. 2 meh berê bi parêzeran re hatin û zeviyên me kontrol kirin. Lê niha kes li ser bendavê tiştek nabêje. Dibêjin dê di nava 3 salan de bê çêkirin. Em dixwazin ev proje bi temamî betal bibe. Gelek avahiyên dîrokî yên wek Pira Xan Mehmûd, Kela Mercana Reş, Peykerê Bûk û Zawa dê di bin avê de bimînin. Banga me ji her kesî re ew e ku li dijî çêkirina bendavê bisekinin û bertekên xwe nîşan bidin.”   MA / Mahmût Altintaş