‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’

  • rojane
  • 16:45 15 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber girtîgehan li hev civiyan û wiha hate gotin: “Ji bo dawî li polîtîkayên şer ên li Kurdistanê bê anîn, em bang dikin ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.”

 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî de careke din li ber girtîgehan çalakî hate kirin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de careke din wiha hate gotin “Deng bide azadiyê”. 
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklara Bûcayê hatin gel hev. Di çalakiya ku pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, deng bidin azadiyê” hate vekirin de çalakvanan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Deng bide azadiyê” dinivîsin li xwe kirin.  Gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş, destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoyeke siyasî ya gelek bilez de derbas dibe. Kûrûş, bal kişand ku astengiya herî mezin a li pêş welatekî demokratîk neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyekî ve rê li ber xizaniyê ji aliyê din ve jî rê li ber gelek pirsgirêkên ku li herêmê rû bidin vedike. Bidawîbûna krîza aboriyê ya ji şer sûdê digire girêdayî demokratîkbûnê ye, mifteya demokratîkbûnê jî girêdayî pirsgirêka kurd e. Ji bilî ku bi hemû aktorên ku ji bo kurdan cihê wan ê cuda heye re hevdîtinê bikin tu vebijêrkên din nînin. Li ser vê bingehê divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re bên rakirin. Ev yek vebijêrka avakirina rêya ber bi aştiyê ve ye.”
 
MÊRSÎN
 
Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan li Mêrsînê tê meşandin de li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiya ku kete hefteya 13’emîn de malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer aniye. Aşan, bi lêv kir ku armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku li Rojhilata Navîn tecrîd were kûrkirin û wiha got: “Eniya faşîst bi polîtîkayên netewperest hemû motivasyona xwe ji bo bi kurdan re şer bike bikartîne. Me gelek caran anî ziman ku ev yek ne ji bo xêra vî welatî ye û em dîsa dubare dikin; Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Heta ku tecrîd ranebe em nikarin li vî welatî behsa edalet û demokrasiyê bikin. Hem ji bo li Rojhilata Navîn hem jî ji bo li Kurdistanê polîtîkayên şer bi dawî bibin em bang dikin ku polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin.”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Bi pêşengiya malbatên girtiyan bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Girtîgeha Kurkuçulera Edeneyê daxuyanî û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDK, DBP, DEM Partî û AYKAY-DER'ê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
 
Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û got: "Dest ji vî sûcî berdin. Çimkî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye." 
 
Dayika Aştiyê Raîfe Akin jî got: "Li welat hiqûq û edalet nîn e. Em edalet û hiqûqê dixwazin. Tecrîdê rakin bila aştî û çareserî were." 
 
Malbatên girtiyan jî destnîşan kirin ku ew aştiyê dixwazin û bila êdî girtî nemirin û şer neqewime. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya deng derxistinê pêk hat. 
 
 
AMED 
 
Li Amedê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. Rêveberên MED TUHAD-FED, DEM Partî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Reşehat Ada li ser navê malbatên girtiyan axivî û destnîşan kir ku ew êdî edalet û aştiyek rasteqîn dixwazin û heta ku tecrîd û zextên li girtîgehan bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin. 
 
 
 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina slognan bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê jî çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin. Aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP'ê û gelek kes tev li bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mustafa Tekîk axivî û diyar kir ku kurd her tim li girtîgehan li ber xwe dane û xwest zilm û zextên li girtîgehan bi dawî bibin û banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
Çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
 

Sernavên din

15/07/2024
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin