‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’ 2024-07-15 16:45:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber girtîgehan li hev civiyan û wiha hate gotin: “Ji bo dawî li polîtîkayên şer ên li Kurdistanê bê anîn, em bang dikin ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.”   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî de careke din li ber girtîgehan çalakî hate kirin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de careke din wiha hate gotin “Deng bide azadiyê”.    ÎZMÎR    Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklara Bûcayê hatin gel hev. Di çalakiya ku pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, deng bidin azadiyê” hate vekirin de çalakvanan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Deng bide azadiyê” dinivîsin li xwe kirin.  Gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş, destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoyeke siyasî ya gelek bilez de derbas dibe. Kûrûş, bal kişand ku astengiya herî mezin a li pêş welatekî demokratîk neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyekî ve rê li ber xizaniyê ji aliyê din ve jî rê li ber gelek pirsgirêkên ku li herêmê rû bidin vedike. Bidawîbûna krîza aboriyê ya ji şer sûdê digire girêdayî demokratîkbûnê ye, mifteya demokratîkbûnê jî girêdayî pirsgirêka kurd e. Ji bilî ku bi hemû aktorên ku ji bo kurdan cihê wan ê cuda heye re hevdîtinê bikin tu vebijêrkên din nînin. Li ser vê bingehê divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re bên rakirin. Ev yek vebijêrka avakirina rêya ber bi aştiyê ve ye.”   MÊRSÎN   Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan li Mêrsînê tê meşandin de li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiya ku kete hefteya 13’emîn de malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer aniye. Aşan, bi lêv kir ku armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku li Rojhilata Navîn tecrîd were kûrkirin û wiha got: “Eniya faşîst bi polîtîkayên netewperest hemû motivasyona xwe ji bo bi kurdan re şer bike bikartîne. Me gelek caran anî ziman ku ev yek ne ji bo xêra vî welatî ye û em dîsa dubare dikin; Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Heta ku tecrîd ranebe em nikarin li vî welatî behsa edalet û demokrasiyê bikin. Hem ji bo li Rojhilata Navîn hem jî ji bo li Kurdistanê polîtîkayên şer bi dawî bibin em bang dikin ku polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin.”   Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.    EDENE   Bi pêşengiya malbatên girtiyan bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Girtîgeha Kurkuçulera Edeneyê daxuyanî û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDK, DBP, DEM Partî û AYKAY-DER'ê beşdarî çalakiyê bûn.      Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û got: "Dest ji vî sûcî berdin. Çimkî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."    Dayika Aştiyê Raîfe Akin jî got: "Li welat hiqûq û edalet nîn e. Em edalet û hiqûqê dixwazin. Tecrîdê rakin bila aştî û çareserî were."    Malbatên girtiyan jî destnîşan kirin ku ew aştiyê dixwazin û bila êdî girtî nemirin û şer neqewime.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya deng derxistinê pêk hat.      AMED    Li Amedê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. Rêveberên MED TUHAD-FED, DEM Partî û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Reşehat Ada li ser navê malbatên girtiyan axivî û destnîşan kir ku ew êdî edalet û aştiyek rasteqîn dixwazin û heta ku tecrîd û zextên li girtîgehan bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.      Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin.       Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina slognan bi dawî bû.    ÊLIH    Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê jî çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin. Aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP'ê û gelek kes tev li bûn.    Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mustafa Tekîk axivî û diyar kir ku kurd her tim li girtîgehan li ber xwe dane û xwest zilm û zextên li girtîgehan bi dawî bibin û banga mezinkirina têkoşînê kir.    Çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.