Aydenîz ji walî û AKP’iyan re got: Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re bigerin

  • rojane
  • 22:52 23 Hezîran 2024
  • |
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Salîh Aydenîz a Waliyê Mêrdînê Tûncay Akkoyûn ê ji ber berteka gel a li Şemrexê neçar ma ji nav şînê derkeve û AKP’iyan bi nûçeyên servîskirin re ew hedef girtin wiha got: “Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re gera xwe bidomînin.”
 
Şînên ji bo kesên di şewatên li Xana Axpar û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn didomin. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê hatiye danîn. Şêniyên gund bertek nîşanî Akkoyun û Kiliç dan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz dema xwest bikeve hundirê mala şînê, ji aliyê parazvanên walî ve hate astengkirin. Dûre di navbera Aydenîz û walî Akkoyun de nîqaş derket. Welatiyan jî bertek nîşanî Akkoyun dan. Akkoyun û şandeya pê re ji mala şînê hatin derxistin. Welatiyan xwestin ku walî Akkoyûn û kesên pê re ji mala şînê derkevin. 
 
Piştî ku walî û kesên pê re ji mala şînê hatin derxistin Walîtiya Mêrdînê nûçeyên ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz hedef digirtin servîs kirin, Serokatiya AKP’ê ya Bajêr jî heman nûçe servîs kirin û Aydenîz hedef girt. Di nûçeyên hatin servîskirin de hate îdiakirin ku gundiyan bertek nîşanî Aydenîzê dane. 
 
AYDENÎZÊ TIŞTÊN QEWIMÎN VEGOTIN  
 
Aydenîz a tiştên ku beriya berteka welatiyan nîşanî walî û kesên pê re dan û piştî wê qewimîn ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re vegot, destnîşan kir ku berovajiyê nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîskirin gundî xwedî li wan derketin. 
 
Aydenîz, anî ziman ku ji serê bûyerê ve li herêmê ne, ji roja ewil ve walîtî û desthilatê tişta ketiye berê wan nekiriye û bi lêv kir ku bersiva telefonên wan jî nehatiye dayîn. Walîtiyên Mêrdîn û Amedê ji serê bûyerê ve dibêjin şewat ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye, bi van gotinan DEDAŞ’ê diparêzin û got: “Hem dewletê hem desthilatê şûna ku êşan sivik bikin hewl dan zêdetir gel weke berpirsyar nîşan bidin. Şûna ku êşa gel kêm bikin, hewl dan êşa wan zêde bikin.”
 
‘WALÎTIYÊ BERSIV NEDA TELEFONAN’  
 
Aydenîz a qala tiştên li mala şînê qewimîn kir, diyar kir ku haya wan jê nebû ku Walî Akkoyûn hatiye gund û ev tişt gotin: “Dema em hatin gund me dît ku hem ba heye, hem baran dibare û hem jî şewateke din derketiye. Ciwan bi lez û bez ber bi cihê şewatê ve diçûn. Min dîsa hewl da xwe bigihînim Walî û Midûriyeta Daristanê. Ji ber ku qad çiyayî bû ji bo mudaxile bikin û heman êş çênebin min hewl da xwe bigihînim wan.” Aydenîz, da zanîn ku dîsa jî walîtiyê bersiv neda telefonên wê, li ser vê yekê gundî hatine jê re gotine ku walî hatiye mala şînê û bi lêv kir ku ji ber ew bi xwe jî rewşê jê re bêje çûye mala şînê. 
 
GEL XWEST WEKÎLA XWE BIPARÊZE 
 
Aydenîz, da zanîn ku parazvanên walî di derî de hewl dan wê asteng bikin û diyar kir ku tevî xwe daye nasîn jî astengkirina parazvanan berdewam kir. Aydenîz, anî ziman ku li ser vê yekê dengê xwe bilind kiriye û ev tişt ji wan re gotiye “3-4 roj in em hewl didin bi telefonan bigihin we. Me nîşeyek ji we re şand ku roja ewil divê helîkopterek were vir. Hûn ji wê rojê ve li me ne zivirî ne. Em îro jî hewl didin xwe bigihînin we, li derve şewatek heye. Ciwan diçin wir. Têkildarî vê hûn li me nazivirin. Heke hûn di dema êşên gel de li vir nebin, çi karê we li vir heye.” Aydenîz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lê artêşa parazvanan û Serokê AKP’ê yê Navçeyê hewl dan êrişî me bikin. Dema hewl dan êriş bikin, gelê me jî ji bo wekîla xwe biparêzin mudaxile kirin. Gotin ku divê walî li wir nebe û divê ji wir biçe.”
 
‘EM LI VIR IN BILA EW BI KOMA PARAZVANAN RE BIGERIN’  
 
Aydenîz, bi lêv kir ku li ser vê yekê walî ji mala şînê derket û ew bi xwe hêj bi gel re ne û got: “Em hêj bi gelê xwe re ne, êşa wan parve dikin. Em diyar dikin ku heta dawiyê em ê bibin şopdarê van tiştên qewimîn.” Aydenîz, destnîşan kir ku îdiayên di nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîs kirin de ne rast in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li vir in. Yên ku ne li vir in walî û parazvanên wî bi xwe ne. Em vê jî pêşkeşî rayagiştî dikin. Em li vir in û êm li vir bin. Em ji deqîqeya ewil ve li vir in. Kêliyên ku em li vir nebin jî gel li me digere û dipirse ku em li ku ne. An jî pirsgirêkên xwe parve dikin û dixwazin em çareser bikin. Kesên ku divê li vir bûna, ji bo ku ne li vir in ketine derdê reşkirinê. Em wan ji xwe re nakin xem. Bila ew bi koma parazvanan re gerên xwe bidomînin.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin
 
 

Sernavên din

07/01/2025
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin