Aydenîz ji walî û AKP’iyan re got: Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re bigerin 2024-06-23 22:52:18   MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Salîh Aydenîz a Waliyê Mêrdînê Tûncay Akkoyûn ê ji ber berteka gel a li Şemrexê neçar ma ji nav şînê derkeve û AKP’iyan bi nûçeyên servîskirin re ew hedef girtin wiha got: “Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re gera xwe bidomînin.”   Şînên ji bo kesên di şewatên li Xana Axpar û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn didomin. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê hatiye danîn. Şêniyên gund bertek nîşanî Akkoyun û Kiliç dan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz dema xwest bikeve hundirê mala şînê, ji aliyê parazvanên walî ve hate astengkirin. Dûre di navbera Aydenîz û walî Akkoyun de nîqaş derket. Welatiyan jî bertek nîşanî Akkoyun dan. Akkoyun û şandeya pê re ji mala şînê hatin derxistin. Welatiyan xwestin ku walî Akkoyûn û kesên pê re ji mala şînê derkevin.    Piştî ku walî û kesên pê re ji mala şînê hatin derxistin Walîtiya Mêrdînê nûçeyên ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz hedef digirtin servîs kirin, Serokatiya AKP’ê ya Bajêr jî heman nûçe servîs kirin û Aydenîz hedef girt. Di nûçeyên hatin servîskirin de hate îdiakirin ku gundiyan bertek nîşanî Aydenîzê dane.    AYDENÎZÊ TIŞTÊN QEWIMÎN VEGOTIN     Aydenîz a tiştên ku beriya berteka welatiyan nîşanî walî û kesên pê re dan û piştî wê qewimîn ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re vegot, destnîşan kir ku berovajiyê nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîskirin gundî xwedî li wan derketin.    Aydenîz, anî ziman ku ji serê bûyerê ve li herêmê ne, ji roja ewil ve walîtî û desthilatê tişta ketiye berê wan nekiriye û bi lêv kir ku bersiva telefonên wan jî nehatiye dayîn. Walîtiyên Mêrdîn û Amedê ji serê bûyerê ve dibêjin şewat ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye, bi van gotinan DEDAŞ’ê diparêzin û got: “Hem dewletê hem desthilatê şûna ku êşan sivik bikin hewl dan zêdetir gel weke berpirsyar nîşan bidin. Şûna ku êşa gel kêm bikin, hewl dan êşa wan zêde bikin.”   ‘WALÎTIYÊ BERSIV NEDA TELEFONAN’     Aydenîz a qala tiştên li mala şînê qewimîn kir, diyar kir ku haya wan jê nebû ku Walî Akkoyûn hatiye gund û ev tişt gotin: “Dema em hatin gund me dît ku hem ba heye, hem baran dibare û hem jî şewateke din derketiye. Ciwan bi lez û bez ber bi cihê şewatê ve diçûn. Min dîsa hewl da xwe bigihînim Walî û Midûriyeta Daristanê. Ji ber ku qad çiyayî bû ji bo mudaxile bikin û heman êş çênebin min hewl da xwe bigihînim wan.” Aydenîz, da zanîn ku dîsa jî walîtiyê bersiv neda telefonên wê, li ser vê yekê gundî hatine jê re gotine ku walî hatiye mala şînê û bi lêv kir ku ji ber ew bi xwe jî rewşê jê re bêje çûye mala şînê.    GEL XWEST WEKÎLA XWE BIPARÊZE    Aydenîz, da zanîn ku parazvanên walî di derî de hewl dan wê asteng bikin û diyar kir ku tevî xwe daye nasîn jî astengkirina parazvanan berdewam kir. Aydenîz, anî ziman ku li ser vê yekê dengê xwe bilind kiriye û ev tişt ji wan re gotiye “3-4 roj in em hewl didin bi telefonan bigihin we. Me nîşeyek ji we re şand ku roja ewil divê helîkopterek were vir. Hûn ji wê rojê ve li me ne zivirî ne. Em îro jî hewl didin xwe bigihînin we, li derve şewatek heye. Ciwan diçin wir. Têkildarî vê hûn li me nazivirin. Heke hûn di dema êşên gel de li vir nebin, çi karê we li vir heye.” Aydenîz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lê artêşa parazvanan û Serokê AKP’ê yê Navçeyê hewl dan êrişî me bikin. Dema hewl dan êriş bikin, gelê me jî ji bo wekîla xwe biparêzin mudaxile kirin. Gotin ku divê walî li wir nebe û divê ji wir biçe.”   ‘EM LI VIR IN BILA EW BI KOMA PARAZVANAN RE BIGERIN’     Aydenîz, bi lêv kir ku li ser vê yekê walî ji mala şînê derket û ew bi xwe hêj bi gel re ne û got: “Em hêj bi gelê xwe re ne, êşa wan parve dikin. Em diyar dikin ku heta dawiyê em ê bibin şopdarê van tiştên qewimîn.” Aydenîz, destnîşan kir ku îdiayên di nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîs kirin de ne rast in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li vir in. Yên ku ne li vir in walî û parazvanên wî bi xwe ne. Em vê jî pêşkeşî rayagiştî dikin. Em li vir in û êm li vir bin. Em ji deqîqeya ewil ve li vir in. Kêliyên ku em li vir nebin jî gel li me digere û dipirse ku em li ku ne. An jî pirsgirêkên xwe parve dikin û dixwazin em çareser bikin. Kesên ku divê li vir bûna, ji bo ku ne li vir in ketine derdê reşkirinê. Em wan ji xwe re nakin xem. Bila ew bi koma parazvanan re gerên xwe bidomînin.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin