Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir

  • rojane
  • 16:41 13 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Di doza “Akademiya KCK’ê” de ku rojnameger Haydar Ergul jî di nav de 15 kes jê tên darizandin, 12 kesan beraat kirin û kesek jî bi sûcê “endamtiya rêxistinê” hat cezakirin.
 
Di doza ku rojnameger Haydar Ergul, xebatkara Kovara Jîneolojiyê Şeyma Kantarci û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 15 kes di bin navê doza “Akademiya KCK'ê” de tên darizandin de biryar hat dayîn.
 
Di danişîna biryarê ya 15 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin de rojnamevan Ergul, Munevver Îlîngî û parêzer Ozcan Kiliç, Mûstafa Pekgoz, Eylem Arzû Kayaoglû, Veysel Demîrkaya, Ercan Kanar amade bûn. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak jî bi SEGBÎS’ê ji Edliyeya Amedê tev li danişînê bû. 
 
Di danişînê de serokê dadgehê beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik ên ketin dosyayê xwendin. Di beyanên Akbiyik de hate gotin ku rojnamevan Ergul bi “fermana rêxistinê” nivîs nivîsandine. Ergul ê bersiv da îdiayên Akbiyik diyar kir ku wê serdemê edîtorê Kovara Modernîteyê bû û dergî kovereke qanûnî ye û anî ziman ku Akbiyik nas nake û beyanên wî derew in. 
 
Akbiyik ê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû jî beyanên xwe dubare kirin. Rojnamevan Ergul ê li dijî beyanên Akbiyik ên ku wî nas dike parastin kir wiha got: “Gelek kes min nas dikin. Ez Akbiyik nas nakim.”
SEGBİS ile duruşmaya katılan Akbıyık ise, beyanlarını tekrarladı. Akbıyık'ın kendisini tanıdığına yönelik beyanlarına karşı savunma yapan gazeteci Ergül, "Beni çok kişi tanır. Ben Akbıyık'ı tanımıyorum" yanıtını verdi. 
 
‘KOVAR TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’ 
 
 
Parêzerê Ergul Ozcan Kiliç ê bi lêv kir ku kovar kovareke qanûnî ye û Akbiyik hewl dide kovarê krîmînalîze bike, got ku “Gotinên Akbiyik bêbingeh in.” 
 
Di danişînê de dozger mutalaya xwe ya ku bi daxwaza hemû kesên tên darizandin bên cezakirin pêşkeş kiribû, dubare kir. 
 
‘DELÎL LI DIJÎ HIQÛQÊ NE’ 
 
Parêzer Serhat Çakmak ê li dijî mutalayê parastin kir, anî ziman ku dosya ji destpêkê ve bi awayekî bê hiqûqî tê meşandin û xwest ku evraqên li avahiya HDP’ê ya Bagcilarê hatine desteserkirin û weke delîl hatine pêşkeşkirin ji dosyayê bên derxistin.  
 
‘NIKARIN DELÎLAN ŞÊNBER BIKIN’  
 
Çakmak bal kişand ku dozger di mutalaya xwe de îdia dike ku “Akademiya Siyasetê” perwerdehiya rêxistinê dide û got: “Lê perwerdehiyeke HDP’ê ya wiha nîne. Tenê ji rêveberan re li ser rêgezên partiyê, têkililya bi mirovan re perwerde hatiye dayîn. Perwerdeya nava partiyê hatiye îdiakiri ku perwerdehiya rêxistinê ye. Her wiha ji bo analîzên deng dosya ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hate şandin. ATK’ê diyar kir ku dengê yek ji kesên darizandin û dengên hatine şandin naşibin hev. Ev jî me rast dike. Li vir tê dîtin ku qeyda deng nehatiye şênberkirin. Delîlên din jî bi temamî delîlên têkildarî jiyana civakî û xebatên partiyê de ne. Li dijî xebatên rêxistinî ne.”
 
‘HDP TÊ DARIZANDIN’  
 
 Parêzer Mûstafa Pekoz diyar kir ku dozger îddîayên ku ji bo her kesî amade kiriye “kopî kiriye” û destnîşan kir ku ji bo endamtiya rêxistinê divê girêdaneke organîk hebe, lê di dosyayê de ti delîl nîne ku bi rêxistinê re girêdaneke organîk hatiye avakirin. Pekoz diyar kir ku axaftinên telefonan ên hatine guhdarkirin yên Hevserokên HDP’ê yên Navçeyê û rêveberên wan in û wiha got: “Ew kesên bi telefonan axivîn me anîn vir û di danişînê de axivîn. Me ev axaftin hemû pûç kirin. Di axaftinê de dibêje ku ‘em ê bicivin’. Civîn tê îllegalîze kirin. AKP û CHP civînan nakin? Dîsa bangên ji bo daxuyaniyên çapemeniyê weke derqanûnî hatine dîtin. Peyama bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê jî weke sûc hatiye hesibandin. Li vir bi esasî HDP tê darizandin ev zelal e.”
 
‘ÎDIAYÊN DERBARÊ ERGUL DE TÊ RE NAKIN’ 
 
Parêzer Ozcan Kiliç jî wiha got: “Derbarê Haydar Ergul de tenê agahiyeke îstîxbarî heye. Ew jî nivîsên wî yên li Demokratîk Modernîteyê de ne. Hate îdiakirin ku di akademiyê de ders dane lê ATK’ê got ku dengên wan li hev nagirin. Têkildarî Ergul delîlên kêm hene. Ji ber wê yekê daxwaza beraeta wî dikim.” 
 
Parêzerên din jî diyar kirin kut ev li parastina hempîşeyên xwe dibin û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. 
 
DERBARÊ 12 KESAN DE BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN 
 
Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Munevver Îlîngî birî û rojnamevan Ergul jî di nav de derbarê 12 kesan de biryara beraetê da. 
 
Dadgehê her wiha biryar da ku dosyayên Aysel Dîler û Şeyma Kantercî bên veqetandin. 
 
 

Sernavên din

16/06/2024
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye