Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir 2024-06-13 16:41:03   STENBOL - Di doza “Akademiya KCK’ê” de ku rojnameger Haydar Ergul jî di nav de 15 kes jê tên darizandin, 12 kesan beraat kirin û kesek jî bi sûcê “endamtiya rêxistinê” hat cezakirin.   Di doza ku rojnameger Haydar Ergul, xebatkara Kovara Jîneolojiyê Şeyma Kantarci û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 15 kes di bin navê doza “Akademiya KCK'ê” de tên darizandin de biryar hat dayîn.   Di danişîna biryarê ya 15 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin de rojnamevan Ergul, Munevver Îlîngî û parêzer Ozcan Kiliç, Mûstafa Pekgoz, Eylem Arzû Kayaoglû, Veysel Demîrkaya, Ercan Kanar amade bûn. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak jî bi SEGBÎS’ê ji Edliyeya Amedê tev li danişînê bû.    Di danişînê de serokê dadgehê beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik ên ketin dosyayê xwendin. Di beyanên Akbiyik de hate gotin ku rojnamevan Ergul bi “fermana rêxistinê” nivîs nivîsandine. Ergul ê bersiv da îdiayên Akbiyik diyar kir ku wê serdemê edîtorê Kovara Modernîteyê bû û dergî kovereke qanûnî ye û anî ziman ku Akbiyik nas nake û beyanên wî derew in.    Akbiyik ê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû jî beyanên xwe dubare kirin. Rojnamevan Ergul ê li dijî beyanên Akbiyik ên ku wî nas dike parastin kir wiha got: “Gelek kes min nas dikin. Ez Akbiyik nas nakim.” SEGBİS ile duruşmaya katılan Akbıyık ise, beyanlarını tekrarladı. Akbıyık'ın kendisini tanıdığına yönelik beyanlarına karşı savunma yapan gazeteci Ergül, "Beni çok kişi tanır. Ben Akbıyık'ı tanımıyorum" yanıtını verdi.    ‘KOVAR TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’      Parêzerê Ergul Ozcan Kiliç ê bi lêv kir ku kovar kovareke qanûnî ye û Akbiyik hewl dide kovarê krîmînalîze bike, got ku “Gotinên Akbiyik bêbingeh in.”    Di danişînê de dozger mutalaya xwe ya ku bi daxwaza hemû kesên tên darizandin bên cezakirin pêşkeş kiribû, dubare kir.    ‘DELÎL LI DIJÎ HIQÛQÊ NE’    Parêzer Serhat Çakmak ê li dijî mutalayê parastin kir, anî ziman ku dosya ji destpêkê ve bi awayekî bê hiqûqî tê meşandin û xwest ku evraqên li avahiya HDP’ê ya Bagcilarê hatine desteserkirin û weke delîl hatine pêşkeşkirin ji dosyayê bên derxistin.     ‘NIKARIN DELÎLAN ŞÊNBER BIKIN’     Çakmak bal kişand ku dozger di mutalaya xwe de îdia dike ku “Akademiya Siyasetê” perwerdehiya rêxistinê dide û got: “Lê perwerdehiyeke HDP’ê ya wiha nîne. Tenê ji rêveberan re li ser rêgezên partiyê, têkililya bi mirovan re perwerde hatiye dayîn. Perwerdeya nava partiyê hatiye îdiakiri ku perwerdehiya rêxistinê ye. Her wiha ji bo analîzên deng dosya ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hate şandin. ATK’ê diyar kir ku dengê yek ji kesên darizandin û dengên hatine şandin naşibin hev. Ev jî me rast dike. Li vir tê dîtin ku qeyda deng nehatiye şênberkirin. Delîlên din jî bi temamî delîlên têkildarî jiyana civakî û xebatên partiyê de ne. Li dijî xebatên rêxistinî ne.”   ‘HDP TÊ DARIZANDIN’      Parêzer Mûstafa Pekoz diyar kir ku dozger îddîayên ku ji bo her kesî amade kiriye “kopî kiriye” û destnîşan kir ku ji bo endamtiya rêxistinê divê girêdaneke organîk hebe, lê di dosyayê de ti delîl nîne ku bi rêxistinê re girêdaneke organîk hatiye avakirin. Pekoz diyar kir ku axaftinên telefonan ên hatine guhdarkirin yên Hevserokên HDP’ê yên Navçeyê û rêveberên wan in û wiha got: “Ew kesên bi telefonan axivîn me anîn vir û di danişînê de axivîn. Me ev axaftin hemû pûç kirin. Di axaftinê de dibêje ku ‘em ê bicivin’. Civîn tê îllegalîze kirin. AKP û CHP civînan nakin? Dîsa bangên ji bo daxuyaniyên çapemeniyê weke derqanûnî hatine dîtin. Peyama bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê jî weke sûc hatiye hesibandin. Li vir bi esasî HDP tê darizandin ev zelal e.”   ‘ÎDIAYÊN DERBARÊ ERGUL DE TÊ RE NAKIN’    Parêzer Ozcan Kiliç jî wiha got: “Derbarê Haydar Ergul de tenê agahiyeke îstîxbarî heye. Ew jî nivîsên wî yên li Demokratîk Modernîteyê de ne. Hate îdiakirin ku di akademiyê de ders dane lê ATK’ê got ku dengên wan li hev nagirin. Têkildarî Ergul delîlên kêm hene. Ji ber wê yekê daxwaza beraeta wî dikim.”    Parêzerên din jî diyar kirin kut ev li parastina hempîşeyên xwe dibin û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    DERBARÊ 12 KESAN DE BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN    Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Munevver Îlîngî birî û rojnamevan Ergul jî di nav de derbarê 12 kesan de biryara beraetê da.    Dadgehê her wiha biryar da ku dosyayên Aysel Dîler û Şeyma Kantercî bên veqetandin.