Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?

  • rojane
  • 10:50 22 Gulan 2024
  • |
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têgeha “sîxurgeriya bandorkirinê” ya ku di Pakêta Darazê ya 9'emîn de cih digire nirxand û got ev wê rê li ber cezakirina rojnamevan, aktîvîstên civaka sivîl, siyasetmedar û lêkolîneran veke. 
 
Tê payîn ku Pakêta Darazê ya 9’emîn pêşkêşî Meclisê bê kirin û heta niha hûrguliyên pêşnûmeyê rê li ber nîqaşan vekiriye. Yek ji van hûrguliyan jî “sîxurgeriya bandorkirinê” ye. 
 
Tê gotin ku sûcên wek “sîxurgeriya bandorkirinê” û “casûsî” dê taybet bandorê li ser rojnamevanan û aktîvîst û lêkolînerên di warê pirsgirên civakî de dixebitin bike. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ku Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ye parêzer Ozturk Turkdogan, Pakêta Darazê ya 9’emîn nirxand. 
 
Turkdogan têkildarî “sîxurgeriya bandorkirinê” ku di pakêtê darazê de cih digire wek “sepana li welatên otorîter li pêş dikeve” pênase kir û ev sepan li hin welatên Ewropayê cih digire û lê belê da zanîn ku ev qanûn ji bo pêşîlêgirtina destwerdana biyaniyan a li hilbijartinan e. 
 
‘ROJNAMEVAN Û LÊKOLÎNER DI HEDEFÊ DE NE’ 
 
Ozturk Turkdogan
 
Turkdogan destnîşan kir ku qanûna di bin navê “têkoşîna bi dezenformasyonê re” hatiye derxistin rasterast wê bandorê li ser rojnamevanan bike û wiha got: “Bi wê yasayê oto sansûrê kiribûn armanc û di astek zêde de jî bi ser ketin. Binêrin li Tirkiyeyê tenê xebatkarên çapemeniya azad tên binçavkirin û girtin û bi êrişan re rûbirû dimînin. Gelek hevalên me rojnamevan hatin girtin jî. Nexwe wê niha jî wê berê xwe bidin pêkhateyên din ên civakê. Yanî wê bêtir rojnamevan, aktîvîstên civaka sivîl, siyasetmedar û kes û saziyên di qada navneteweyî de lêkolînan dikin rasterast wê di bin bandora vê yekê de bimînin. Wê ev sererastkirin ango qanûn rê li ber cezakirina van kesan veke.”
 
‘BI DESTÛRA WEZARETÊ DÊ PÊK WERE’ 
 
Turkdogan destnîşan kir ku heke îktidara siyasî kî bixwaze wê rê li ber darizandina wî/wê veke û ev yek bi salane didome lê wê bi vî sûcê “sîxurgeriya bandorkirinê” bi destûra Wezareta Dadê pêk bîne. 
 
‘GELO AMADEKARIYA ŞER DIKIN?’ 
 
Turkdogan anî ziman ku qanûn di çarçoveyek rêgeza hiqûqî de nehatiye amadeklirin û got: “Gelek organîzasyonên di qada navnetewî de hatine avakirin cih digirin. Dîsa organîzasyonên fîlî hene. Mesela Hewldana Aştiyê ya Navneteweyî jî div ê qanûnê de ye. Li vê xala sîxurgeriya bandorkirinê her wiha xala 399’an wek pêvek lê zêde dikin. Her wiha gelek xebatên li dijî şer jî kirine armanca xwe. Gelo ev amadekariya şerekî dikin?”
 
‘LI DIJÎ AZADIYA DERBIRÎNÊ YE’ 
 
Turkdogan diyar kir ku her cure qanûnên bi vî rengî bi armanca pêşîlêgirtina tevgerbûna civakîbûna berfireh tên derxistin û got: “Hem li dijî pêşketina civakîbûnê ye hem jî li dijî azadî û mafên bingehîn e. Li dijî mafê azadiya derberinê û rêxistinbûnê ye.” 
 
‘HERÎ KÊM 3 SAL E’ 
 
Turkdogan da zanîn ku cezayê sûcê bi vê qanûnê re herî kêm 3 sal e û ji bo taloqkirina ceza çênebe 3 sal diyar kirine. Turkdogan pirsa, “Gelo tiştek wiha dibe?” kir û got: “Hem hûnê girêdayî destûra Wezareta Dadê bikin hem jî cezayê giran bidin. Heke ku hûn sûcekî girêdayî destûra Wezareta Dadê bikin hûn nikarin cezayek ewqas giran bidin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 
 

Sernavên din

22/05/2024
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin