Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef? 2024-05-22 10:50:20   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têgeha “sîxurgeriya bandorkirinê” ya ku di Pakêta Darazê ya 9'emîn de cih digire nirxand û got ev wê rê li ber cezakirina rojnamevan, aktîvîstên civaka sivîl, siyasetmedar û lêkolîneran veke.    Tê payîn ku Pakêta Darazê ya 9’emîn pêşkêşî Meclisê bê kirin û heta niha hûrguliyên pêşnûmeyê rê li ber nîqaşan vekiriye. Yek ji van hûrguliyan jî “sîxurgeriya bandorkirinê” ye.    Tê gotin ku sûcên wek “sîxurgeriya bandorkirinê” û “casûsî” dê taybet bandorê li ser rojnamevanan û aktîvîst û lêkolînerên di warê pirsgirên civakî de dixebitin bike.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ku Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ye parêzer Ozturk Turkdogan, Pakêta Darazê ya 9’emîn nirxand.    Turkdogan têkildarî “sîxurgeriya bandorkirinê” ku di pakêtê darazê de cih digire wek “sepana li welatên otorîter li pêş dikeve” pênase kir û ev sepan li hin welatên Ewropayê cih digire û lê belê da zanîn ku ev qanûn ji bo pêşîlêgirtina destwerdana biyaniyan a li hilbijartinan e.    ‘ROJNAMEVAN Û LÊKOLÎNER DI HEDEFÊ DE NE’    Ozturk Turkdogan   Turkdogan destnîşan kir ku qanûna di bin navê “têkoşîna bi dezenformasyonê re” hatiye derxistin rasterast wê bandorê li ser rojnamevanan bike û wiha got: “Bi wê yasayê oto sansûrê kiribûn armanc û di astek zêde de jî bi ser ketin. Binêrin li Tirkiyeyê tenê xebatkarên çapemeniya azad tên binçavkirin û girtin û bi êrişan re rûbirû dimînin. Gelek hevalên me rojnamevan hatin girtin jî. Nexwe wê niha jî wê berê xwe bidin pêkhateyên din ên civakê. Yanî wê bêtir rojnamevan, aktîvîstên civaka sivîl, siyasetmedar û kes û saziyên di qada navneteweyî de lêkolînan dikin rasterast wê di bin bandora vê yekê de bimînin. Wê ev sererastkirin ango qanûn rê li ber cezakirina van kesan veke.”   ‘BI DESTÛRA WEZARETÊ DÊ PÊK WERE’    Turkdogan destnîşan kir ku heke îktidara siyasî kî bixwaze wê rê li ber darizandina wî/wê veke û ev yek bi salane didome lê wê bi vî sûcê “sîxurgeriya bandorkirinê” bi destûra Wezareta Dadê pêk bîne.    ‘GELO AMADEKARIYA ŞER DIKIN?’    Turkdogan anî ziman ku qanûn di çarçoveyek rêgeza hiqûqî de nehatiye amadeklirin û got: “Gelek organîzasyonên di qada navnetewî de hatine avakirin cih digirin. Dîsa organîzasyonên fîlî hene. Mesela Hewldana Aştiyê ya Navneteweyî jî div ê qanûnê de ye. Li vê xala sîxurgeriya bandorkirinê her wiha xala 399’an wek pêvek lê zêde dikin. Her wiha gelek xebatên li dijî şer jî kirine armanca xwe. Gelo ev amadekariya şerekî dikin?”   ‘LI DIJÎ AZADIYA DERBIRÎNÊ YE’    Turkdogan diyar kir ku her cure qanûnên bi vî rengî bi armanca pêşîlêgirtina tevgerbûna civakîbûna berfireh tên derxistin û got: “Hem li dijî pêşketina civakîbûnê ye hem jî li dijî azadî û mafên bingehîn e. Li dijî mafê azadiya derberinê û rêxistinbûnê ye.”    ‘HERÎ KÊM 3 SAL E’    Turkdogan da zanîn ku cezayê sûcê bi vê qanûnê re herî kêm 3 sal e û ji bo taloqkirina ceza çênebe 3 sal diyar kirine. Turkdogan pirsa, “Gelo tiştek wiha dibe?” kir û got: “Hem hûnê girêdayî destûra Wezareta Dadê bikin hem jî cezayê giran bidin. Heke ku hûn sûcekî girêdayî destûra Wezareta Dadê bikin hûn nikarin cezayek ewqas giran bidin.”    MA / Firat Can Arslan