Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin

  • rojane
  • 13:22 3 Nîsan 2024
  • |

STENBOL - Gelek rêxistinên hiqûqê li dijî darbeya hilbijartinê ya Wanê daxuyanî dan û ev bang kirin: “Hewl didin bi destê darazê îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Banga me ji bo hempîşeyên me ew e ku li dijî faşîzm û zilmê li cem gelê kurd cih bigirin.” 

Li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan. 
 
STENBOL
 
Rêxistinên hiqûqê yên li pêşiya Edliyeya Stenbolê hatin ba hev, tevî êrişên polîsan û astengkirinan jî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê” û “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” bertek nîşan dan. Bi sedan hiqûqnas û aktîvîstên li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin gel hev,  xwestin daxuyaniyê bidin lê rastî êrişa polîsan hatin. 
 
POLÎSAN ÊRIŞÎ PARÊZERAN KIRIN
 
Polîsan anons kirin û gotin ku heke bi biryara qedexeyê neyê kirin dê dest bi binçavkirinan bikin. Parêzeran jî bertek nîşanî vê biryarê dan û di navbera parêzer û polîsan de demekî kin rageşî derket. Parêzerên ku ber bi Deriyê C’yê yê edliyeyê ve pêş ketin, pankarta “Tunehesibandina vîna gelê Wanê darbeya li dijî demokrasiyê ye” vekirin û bertek nîşan dan. Parêzer li vir jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin, hatin derbkirin û dorpêçkirin. Parêzeran di bin dorpêçê de jî dirûşm berz kirin. 
 
Parêzeran li dijî dorpêçê li ber xwe dan û piştre xwestin bikevin edliyeyê. Polîsên ku deriyên ketina edliyeyê girtin, rastî berteka parêzeran hatin. Li vê derê piştî muzakereya bi polîsan re derî hatin vekirin lê di ketina edliyeyê de careke din rastî êrişa polîsan hatin. Bi sedan parêzerên di qatên edliyeyê de bertek nîşanî êrişa polîsan dan. Parêzeran heta demekî dirêj dirûşma “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz kirin. 
 
‘EM BANG DIKIN KU LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRIN’ 
 
Li gel Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, zêdetirî 10 parêzer hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya li Fatîhê. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak bertek nîşanî binçavkirinan da û li pêşiya edliyeyê daxuyaniyeke kin da.  Çakmak, wiha got: “Banga me li hempîşeyên me ew e ku li dijî faşîzmê û zilmê li cem gelê kurd cih bigirin.” Parêzer piştre jî ji bo hempîşeyên xwe yên hatin binçavkirin çûn emniyetê. 
 
Kesên hatine binçavkirin ev in: “Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Rezan Gezer, Ahmet Baran Çelîk, Esra Bîlen, Hazal Bîlgîlî, Jiyan Kaya, Emrah Baran, Meltem Ozel, Xebat Demîrcan û Kemal Aytaç.”
 
SAZIYÊN DAXUYANÎ DAYÎN
 
Saziyên ku dixwestin li pêşiya Çaglayan a Stenbolê daxuyaniyê bidin ev in: “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Koma Parêzerên Beşdar, Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Piştevaniya Parêzeran û Hiqûqa Civakî.” 
 
ÎZMÎR
 
Hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê daxuyanî dan. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û gelek hiqûqnas û nûnerên mafên mişşrovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya xelkê Wanê nayê xespkirin” hate vekirin. 
 
Hevseroka OHD’ê Leyla Çelîk Guneş daxuyanî xwend û wiha got: “Îktîdara siyasî û şirîkên wê yên di hilbijartinan de têk çûn, hewl didin îradeya xelkê Wanê bi destê darazê xesp bikin. Ev sepane, berdewamiya rejîma qeyûm e û darbeyeke li dijî îradeya xelkê Wanê ye.” 
 
Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Li pêşiya Edliyeya Enqereyê jî daxuyaniya hevpar hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn dê nekarin vîna xelkê Wanê xesp bikin” hate hilgirtin û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hate berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan ve hate xwendin. 
 
‘JI BIRYARA XWE YA DERHIQÛQÎ VEGERIN’
 
Kozan, da zanîn ku jiholêrakirina biryareke dadgehê ya teqezbûyî, bi destê darazê xespkirina îradeya xelkê Wanê ye. Kozan, diyar kir ku peywira sereke ya rêxistinên hiqûqê ew e ku li dijî ku meqamên darazê ji bo domandina rejîma qeyûm û xespkirina îradeya gelê kurd bên bikaranîn, seknekî xurt raber bikin. Kozan, wiha bi dawî kir: “Divê tavilê ji vê biryara xwe ya xelet vegerin. Abdullah Zeydan bi îradeya xelkê Wanê hate hilbijartin û Hevşaredarê BAjarê Mezin a Wanê ye. Em vê feraseta ku îradeya gelê kurd tune dihesibîne, biryarên derhiqûqî dide, heşvaredarên hatine hilbijartin asteng dike û polîtîkaya qeyûm didomîne qebûl nakin. Li dijî vê derhiqûqtiyê, em bang li tevahiya saziyên hiqûqê, raya giştî ya demokratîk û muxalefeta civakî dikin ku bihestiyarî tevbigerin.”

Sernavên din

28/09/2024
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin