Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin 2024-04-03 13:22:05 STENBOL - Gelek rêxistinên hiqûqê li dijî darbeya hilbijartinê ya Wanê daxuyanî dan û ev bang kirin: “Hewl didin bi destê darazê îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Banga me ji bo hempîşeyên me ew e ku li dijî faşîzm û zilmê li cem gelê kurd cih bigirin.”  Li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan.    STENBOL   Rêxistinên hiqûqê yên li pêşiya Edliyeya Stenbolê hatin ba hev, tevî êrişên polîsan û astengkirinan jî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê” û “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” bertek nîşan dan. Bi sedan hiqûqnas û aktîvîstên li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin gel hev,  xwestin daxuyaniyê bidin lê rastî êrişa polîsan hatin.    POLÎSAN ÊRIŞÎ PARÊZERAN KIRIN   Polîsan anons kirin û gotin ku heke bi biryara qedexeyê neyê kirin dê dest bi binçavkirinan bikin. Parêzeran jî bertek nîşanî vê biryarê dan û di navbera parêzer û polîsan de demekî kin rageşî derket. Parêzerên ku ber bi Deriyê C’yê yê edliyeyê ve pêş ketin, pankarta “Tunehesibandina vîna gelê Wanê darbeya li dijî demokrasiyê ye” vekirin û bertek nîşan dan. Parêzer li vir jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin, hatin derbkirin û dorpêçkirin. Parêzeran di bin dorpêçê de jî dirûşm berz kirin.    Parêzeran li dijî dorpêçê li ber xwe dan û piştre xwestin bikevin edliyeyê. Polîsên ku deriyên ketina edliyeyê girtin, rastî berteka parêzeran hatin. Li vê derê piştî muzakereya bi polîsan re derî hatin vekirin lê di ketina edliyeyê de careke din rastî êrişa polîsan hatin. Bi sedan parêzerên di qatên edliyeyê de bertek nîşanî êrişa polîsan dan. Parêzeran heta demekî dirêj dirûşma “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz kirin.    ‘EM BANG DIKIN KU LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRIN’    Li gel Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, zêdetirî 10 parêzer hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya li Fatîhê. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak bertek nîşanî binçavkirinan da û li pêşiya edliyeyê daxuyaniyeke kin da.  Çakmak, wiha got: “Banga me li hempîşeyên me ew e ku li dijî faşîzmê û zilmê li cem gelê kurd cih bigirin.” Parêzer piştre jî ji bo hempîşeyên xwe yên hatin binçavkirin çûn emniyetê.    Kesên hatine binçavkirin ev in: “Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Rezan Gezer, Ahmet Baran Çelîk, Esra Bîlen, Hazal Bîlgîlî, Jiyan Kaya, Emrah Baran, Meltem Ozel, Xebat Demîrcan û Kemal Aytaç.”   SAZIYÊN DAXUYANÎ DAYÎN   Saziyên ku dixwestin li pêşiya Çaglayan a Stenbolê daxuyaniyê bidin ev in: “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Koma Parêzerên Beşdar, Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Piştevaniya Parêzeran û Hiqûqa Civakî.”    ÎZMÎR   Hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê daxuyanî dan. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û gelek hiqûqnas û nûnerên mafên mişşrovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya xelkê Wanê nayê xespkirin” hate vekirin.    Hevseroka OHD’ê Leyla Çelîk Guneş daxuyanî xwend û wiha got: “Îktîdara siyasî û şirîkên wê yên di hilbijartinan de têk çûn, hewl didin îradeya xelkê Wanê bi destê darazê xesp bikin. Ev sepane, berdewamiya rejîma qeyûm e û darbeyeke li dijî îradeya xelkê Wanê ye.”    Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.    ENQERE   Li pêşiya Edliyeya Enqereyê jî daxuyaniya hevpar hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn dê nekarin vîna xelkê Wanê xesp bikin” hate hilgirtin û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hate berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan ve hate xwendin.    ‘JI BIRYARA XWE YA DERHIQÛQÎ VEGERIN’   Kozan, da zanîn ku jiholêrakirina biryareke dadgehê ya teqezbûyî, bi destê darazê xespkirina îradeya xelkê Wanê ye. Kozan, diyar kir ku peywira sereke ya rêxistinên hiqûqê ew e ku li dijî ku meqamên darazê ji bo domandina rejîma qeyûm û xespkirina îradeya gelê kurd bên bikaranîn, seknekî xurt raber bikin. Kozan, wiha bi dawî kir: “Divê tavilê ji vê biryara xwe ya xelet vegerin. Abdullah Zeydan bi îradeya xelkê Wanê hate hilbijartin û Hevşaredarê BAjarê Mezin a Wanê ye. Em vê feraseta ku îradeya gelê kurd tune dihesibîne, biryarên derhiqûqî dide, heşvaredarên hatine hilbijartin asteng dike û polîtîkaya qeyûm didomîne qebûl nakin. Li dijî vê derhiqûqtiyê, em bang li tevahiya saziyên hiqûqê, raya giştî ya demokratîk û muxalefeta civakî dikin ku bihestiyarî tevbigerin.”