Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir

ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ya tevî texrîbata ku qeyûm hiştî jî di nava 5 salan de xizmetên girîng kir, serdema xwe bi vekirina Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê bi dawî kir. 
 
Şaredariya Silopiyayê ya li Şirnexê di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê vekir û xizmeteke din pêşkeşî gel kir. Karê destpêkê yê qeyûmê ku di 11’ê îlona 2016’an de ji aliyê AKP’ê ve hate peywîrdarkirin, bû girtina saziyên jinan û çandê. Ji bilî vê rêveberiya HDP’ê ya tevî texrîbata ku qeyûmê 273 milyon lîre deyn hiştiye re dest bi peywîrê kir, di nava 5 salan de xizmetên girîng kir. 
 
Şaredariyên AKP’î û qeyûm tayînî wan hatin kirin beriya hilbijartinê bi firotina neguhezbaran û kişandina krediyan hatin rojevê. Hevşaredarên Silopiyayê yên HDP’î Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, di nava 5 salan de ji pirsgirêka binesaziyê heta veguhestinê çareser kirin ji xebatên çand û hunerê heta ji bo jin û zarokan xizmetên girîng kirin. 
 
SOZA ‘EM Ê BI GEL RE BI RÊ VE BIBIN’ 
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan a ku bi Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê serdema xwe bi dawî kir bi bîr xist ku dema hatin ser rêveberiyê soz dane gel ku bi hev re xwe bi rê ve bibin. Fîdan da zanîn ku hemû xebatên wan ên 5 salan li ser daxwaz û pêdiviyên gel pêk hatine û got ku mînaka vê ya dawî jî vekirina Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê ya li ser daxwaza ciwanan e.
 
SAZÎ PÊŞKEŞÎ CEMAETAN HATIN KIRIN 
 
Fîdanê bal kişand ser girîngiya ziman, çand û hunerê ya ji bo civakekê û wiha got: “Beriya qeyûm bê Şaredariya Silopiyayê cihê me yê niha navendeke çandê bû. Lê belê dema qeyûm hat, tişta destpêkê kir bû girtina navenda me ya çandê. Cihê ku me ji bo navenda çandê bi kar dianî kir 3 parçeyên cuda û parçeyek da qeymeqamtiya navçeyê, hinek da TUGVA'yê û hinek jî da Cemiyeta Belavkirina Zanistê. Qismek jî di şaredariyê de ma.”
 
‘JI BO PIŞAFTINÊ HER RÊ DICERIBÎNIN’ 
 
Fîdan bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li dijî ziman, çand û hunera kurdî û got: “Weke ku tevahiya civak dizane, li dijî ziman, çand û hunera kurdî polîtîkayeke mezin a pişaftinê tê meşandin. Li cihekî mîna Silopiyayê ku hema hema her kes kurd e, bi salan e li dijî ziman û çanda kurd zext û astengkirin hene. Ji bo ziman û çanda kurdî tune bikin her cure amûr û zextan diceribînin. Di demên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet re rêjeya bengîtiya ciwanan zêde dibe. Pergal bi hedefgirtina ciwanan dixwaze civakê birizîne. Dema saziyên ku ji bo civakê li ser ziman, çand û hunerê xebatan bikin nebin, di civakê de valahiyek çêdibe. Pergal jî ji vê valahiyê sûdê digire û bi taybetî jî ciwanan teşwîqî tiryakkêşiyê dike. Me jî li navçeya xwe ji bo ku vê valahiya civakî dagirin bi armanca ziman, çand û hunera kurd zindî bihêlin û zêdetir pêş ve bibin ev sazî vekir.”
 
Fidan da zanîn ku ji bilî kursên çandê yên weke gîtar, tembûr, erbane, dengbêjî li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê wê kursên ziman ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê jî destpê bikin û wiha lê zêde kir: “Me ji bo van qursan dest bi wergirtina qeydan kir. Daxwazeke gelekî zêde heye. Her wiha gelek mamosteyên me yên ku dixwestin bi dilxwazî bixebitin serî li mamostetiyê dan. Em ê di zûtirîn demê de dest bi hemû qursên xwe bikin.”
 
‘JINAN BEDELÊN GIRAN DAN’ 
 
Fîdan, bi lêv kir ku bi taybetî navê jinekê li saziya ziman, çand û hunerê kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana herî mezin a li dijî bişaftinê jin didin. Yên ku ji bo parastina ziman û çandê keda herî mezin didin jin in. Dengbêjî perçeyekî gelekî girîng ê wêjeya kurdî ya devkî ye. Jinan li kîjan qadê cih girtibin, bedelên mezin dane. Bi taybetî di qada dengbêjiyê de jî fedakariyên mezin kirine. Jinên ku di vê qadê de cih girtine, neçar man ku li dijî pergalê heta li dijî malbatê têbikoşin. Ji bo vê jî, ji bo ku em balê bikişînin ser hem çanda dengbêjiyê û hem jî pêşengiya jinê me navê Eyşê Şan li vir kir.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

06/03/2024
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê