Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir 2024-03-05 09:03:08   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ya tevî texrîbata ku qeyûm hiştî jî di nava 5 salan de xizmetên girîng kir, serdema xwe bi vekirina Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê bi dawî kir.    Şaredariya Silopiyayê ya li Şirnexê di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê vekir û xizmeteke din pêşkeşî gel kir. Karê destpêkê yê qeyûmê ku di 11’ê îlona 2016’an de ji aliyê AKP’ê ve hate peywîrdarkirin, bû girtina saziyên jinan û çandê. Ji bilî vê rêveberiya HDP’ê ya tevî texrîbata ku qeyûmê 273 milyon lîre deyn hiştiye re dest bi peywîrê kir, di nava 5 salan de xizmetên girîng kir.    Şaredariyên AKP’î û qeyûm tayînî wan hatin kirin beriya hilbijartinê bi firotina neguhezbaran û kişandina krediyan hatin rojevê. Hevşaredarên Silopiyayê yên HDP’î Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, di nava 5 salan de ji pirsgirêka binesaziyê heta veguhestinê çareser kirin ji xebatên çand û hunerê heta ji bo jin û zarokan xizmetên girîng kirin.    SOZA ‘EM Ê BI GEL RE BI RÊ VE BIBIN’    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan a ku bi Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê serdema xwe bi dawî kir bi bîr xist ku dema hatin ser rêveberiyê soz dane gel ku bi hev re xwe bi rê ve bibin. Fîdan da zanîn ku hemû xebatên wan ên 5 salan li ser daxwaz û pêdiviyên gel pêk hatine û got ku mînaka vê ya dawî jî vekirina Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê ya li ser daxwaza ciwanan e.   SAZÎ PÊŞKEŞÎ CEMAETAN HATIN KIRIN    Fîdanê bal kişand ser girîngiya ziman, çand û hunerê ya ji bo civakekê û wiha got: “Beriya qeyûm bê Şaredariya Silopiyayê cihê me yê niha navendeke çandê bû. Lê belê dema qeyûm hat, tişta destpêkê kir bû girtina navenda me ya çandê. Cihê ku me ji bo navenda çandê bi kar dianî kir 3 parçeyên cuda û parçeyek da qeymeqamtiya navçeyê, hinek da TUGVA'yê û hinek jî da Cemiyeta Belavkirina Zanistê. Qismek jî di şaredariyê de ma.”   ‘JI BO PIŞAFTINÊ HER RÊ DICERIBÎNIN’    Fîdan bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li dijî ziman, çand û hunera kurdî û got: “Weke ku tevahiya civak dizane, li dijî ziman, çand û hunera kurdî polîtîkayeke mezin a pişaftinê tê meşandin. Li cihekî mîna Silopiyayê ku hema hema her kes kurd e, bi salan e li dijî ziman û çanda kurd zext û astengkirin hene. Ji bo ziman û çanda kurdî tune bikin her cure amûr û zextan diceribînin. Di demên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet re rêjeya bengîtiya ciwanan zêde dibe. Pergal bi hedefgirtina ciwanan dixwaze civakê birizîne. Dema saziyên ku ji bo civakê li ser ziman, çand û hunerê xebatan bikin nebin, di civakê de valahiyek çêdibe. Pergal jî ji vê valahiyê sûdê digire û bi taybetî jî ciwanan teşwîqî tiryakkêşiyê dike. Me jî li navçeya xwe ji bo ku vê valahiya civakî dagirin bi armanca ziman, çand û hunera kurd zindî bihêlin û zêdetir pêş ve bibin ev sazî vekir.”   Fidan da zanîn ku ji bilî kursên çandê yên weke gîtar, tembûr, erbane, dengbêjî li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê wê kursên ziman ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê jî destpê bikin û wiha lê zêde kir: “Me ji bo van qursan dest bi wergirtina qeydan kir. Daxwazeke gelekî zêde heye. Her wiha gelek mamosteyên me yên ku dixwestin bi dilxwazî bixebitin serî li mamostetiyê dan. Em ê di zûtirîn demê de dest bi hemû qursên xwe bikin.”   ‘JINAN BEDELÊN GIRAN DAN’    Fîdan, bi lêv kir ku bi taybetî navê jinekê li saziya ziman, çand û hunerê kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana herî mezin a li dijî bişaftinê jin didin. Yên ku ji bo parastina ziman û çandê keda herî mezin didin jin in. Dengbêjî perçeyekî gelekî girîng ê wêjeya kurdî ya devkî ye. Jinan li kîjan qadê cih girtibin, bedelên mezin dane. Bi taybetî di qada dengbêjiyê de jî fedakariyên mezin kirine. Jinên ku di vê qadê de cih girtine, neçar man ku li dijî pergalê heta li dijî malbatê têbikoşin. Ji bo vê jî, ji bo ku em balê bikişînin ser hem çanda dengbêjiyê û hem jî pêşengiya jinê me navê Eyşê Şan li vir kir.”   MA / Omer Akin