Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn

  • rojane
  • 09:52 25 Sibat 2024
  • |
RIHA - Dayika Rojnameger Rohat Aktaş ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin Melîha Aktaşê ji bo kurê xwe û kesên bi wî re jiyana xwe ji dest dane got: "Ew kulîlkên herî xweşik ên bihara me bûn." 
 
Sala 2015’an ku desthilata AKP’ê bi polîtîkayên neçareserkirina meseleya kurd cardin vegeriya konsepta şer, bi qedexeyên derketina derve yên li bajarên Kurdistanê bû destpêka êrişên topyekûn. Bi vê konseptê re ku bû sedema mirina bi sedan kesî, bajar hatin şewitandin û wêrankirin û bi hezaran mirov koçber bûn. Di dema qedexeya derketina derve de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat ragihandin, Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî di nav de zêdetirî sed kes hatin şewitandin û qetilkirin. 
 
Dema ku qedexeya derketina derve hat îlankirin Aktaş got, "Eger ez li vir rastiyan nîşan ranegihînim, tu wateya vê pîşeyê namîne" û bi nederketina ji navçeyê re rastî gihandin raya giştî. Aktaşê ku di meha ewil a pevçûnê de di encama bomberdûmana mala ku lê dima birîndar bû, bi birîndarên din re nebirin nexweşxaneyê. Der barê komkujiyê de lêpirsîn nehat destpêkirin, serlêdanên malbatan ên li dadgehên herêmî bi hinceta “neşopandinê" hatin redkirin û îtîrazên li dijî biryarên redkirinê jî hatin redkirin. Di serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de biryara "Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin" hat dayîn. Malbatên ku xizmên xwe winda kirin dosyeyên xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê her çi qas sal derbas bûne jî, hê jî der barê berpirsyarên komkujiyê de lêpirsîn nehatine destpêkirin.
 
Melîha Aktaş a ku gava kurê wê li Cizîrê birîndar bû, li gundê Girê Mîra yê Nisêbînê di çalakiya nobedê de bû, behsa wê pêvajoyê kir. Aktaş a ku dema qala kurê xwe Rohat kir hestiyar bû, anî ziman ku di nava 9 salan de rojekê be jî kenê kurê xwe ji bîr nekiriye. Aktaş ji bo kurê xwe got: “Rohat di malbateke welatparêz de mezin bû. Dema ciwan bû wî gelek tişt fêm kir. Her çi qas biçûk bû jî di nav civakê de deng veda. Dema em Rohat vedibêjin peyv di qirika me de asê dibin. Gelek tişt hene ku em bibêjin, lê mirov nikare bibêje." 
 
HEVDÎTINA DAWÎ
 
Aktaş anî ziman ku dema li Girê Mîra di çalakiya nobedê de bûye bihîstiye ku kurê wê birîndar bûye û hewl daye biçe Cizîrê, lê leşkeran nehiştiye. Aktaşê bi bîr xist ku çûna ambulansan jî hatiye astengkirin û wiha got: “Birîndar bi rojan birçî û tu li jêrzemînan li benda ambulansê man. Birîndar bi telefonê gihaştin xizmên xwe û rewşa xwe vegotin. Li şûna alîkariyê bombe li wan barandin. Navçe bi temamî wêran bû." Aktaşê anî ziman ku di çalakiya li Girê Mîra de kurê wê Rohat telefonî wê kiriye û der barê axaftina dawî de ev tişt gotin: “Telefona min lêxist, dengê Rohat bû. Ji min re got 'Dayê, hay ji xwe hebe' û ev yek 3 caran dubare kir. Wî got ku telefon di jêrzemînê de nakişîne, ji bo bikişîne çend derenceyan hilkişiyaye jor. Dema ev tişt digotin, ji paş ve dengê bomberdûman û guleyên dihat. Min jê re got dakeve jêr û biçe cihekî ewle da ku tiştek bi wî neyê."
 
‘PEYV TÊRÊ NAKIN'
 
Aktaşê got: "Heta ez sax bim ez ê wî dengî ji bîr nekim. Piştî ku bajar hat kavilkirin û qedexe bi dawî bû, ez çûm navçeyê. Ne mimkun e ku em tiştên ku me ew dîtin bi gotinan bînin ziman. Ji bo vegotina tiştên ku qewimîne gotin têrê nakin. Bajarê ku me dît bajarekî bi tevahî cuda bû. Me ev got; Em texmîn dikim ku em hatine cîhaneke din. Me ev pirs ji xwe kir: Li welatê me komkujiyeke wiha çawa dibe?”
 
Dayik Aktaşê bilêv kir ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bûye lê hê jî kiryar nehatine cezakirin û got ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Aktaşê wiha domand: "Em naxwazin Rohat û Mehmetler (Mehmet Yavuzel) careke din bên qetilkirin. Ji bo vê jî divê her kesê desthilatdariya wê demê bê cezakirin. Ji bo careke din Rohat û Mehmet neyên qetilkirin divê ev kes bên cezakirin. Ew kulîlkên herî xweşik ên bihara me bûn. Kulîlkên me kuştin. Dibêjin li Tirkiyeyê hiqûq heye, lê heta îro em şahidiya tiştekî wiha nebûn. Bi sedan zarokên me hatin qetilkirin, lê dadgehan jî doz venekir."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

27/02/2024
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn