TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye

  • jin
  • 17:15 24 Sibat 2024
  • |

ÊLIH/ÎZMÎR - TJA’yê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê bi daxuyaniya starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê da. 
 
Jinên ku li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev, li vir bi dirûşm, çepik û tililiyan govend gerandin. Piştre jî kortej çêkirin û heta pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Bulwara Turgut Ozal meşiyan. Di tevahiya meşê de ajokaran jî bi qorneyê û jinên li şaneşîn û pacên malên xwe de jî bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. Welatiyên li ser rêyê jî bi tililî û nîşaneyên serkeftinê meş silav kirin. 
 
Di meşê de jinan pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve” vekirin û wêneyên Rojvelat Kizmaz, Îpek Er, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û Denîz Poyraz hilgirtin. Her wiha jinan di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu, namzetên hevşaredariyan, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn. 
 
'SILAV JI JINÊN BERXWEDÊR RE’
 
Girseya ku ji Cadeya Gulistanê heta pêşiya avahiya DBP’ê meşiyayî, li vir daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya beriya daxuyaniyê axivî û jinên li dijî tundiyê li ber xwe didin silav kir. Kaya, wiha got: “Em ji vir, ji Kurdistanê bi ser navê TJA’yê silavan ji hemû jinên cîhanê re dişînin. Ez hemû jinên li dijî tundiyê li ber xwe didin silav dikim. Berxwedana wan tevan berxwedana me ye. Jinên hêja, bi dehan sala ye em di bin navê TJA’yê de têdikoşin. Hemû êrişên li dijî nirxên me, sedema serhildan û têkoşîna me ne. Em berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo birêz Abdullah Ocalan silav dikin. Em silavan ji bo dayikên ev berxwedan mezin kirin dişînin.” 
 
Piştî Kaya, aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Yildiz Işik metna daxuyaniyê xwend. 
 
ÎZMÎR
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Kurdistanê li Êlihê û li Tirkiyeyê jî li Îzmîrê bi daxuyaniyekê da. Start, li pêşiya Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyê hate dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” û dovîzên “Destê xwe ji bedena min, ruhê min û ji mejiyê min bikişîne” û “Bi jin, jiyan, azadiyê em komkukujiyên li dijî jinan bidin sekinandin” hatibûn vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", “Na ji tecrîdê re, aştî a niha”, “Bijî berxwedana zindanan" û "Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin. Beriya daxuyaniyê jinan tililî berz kirin û govend gerandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Ayfer Yildirim daxuyanî da û ji ewil têkoşîna azadiyê ya jinan a li gelek deverên cîhanê silav kir û jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bi domdarî Yildirim anî ziman ku bi hêza ji Roza, Sara, Evîn, Zelal û bi hezaran jinan digirin dê di 8’ê Adarê de li qadan, kolanan û meydanan bin. Piştre jî metna hevpar hate xwendin. 
 
GUNEŞ: JINÊN KURD SERÎ NETEWANDIN 
 
Piştre jî Parlamenter Bêrîtan Guneş axivî û ev tişt anî ziman: “Jinên kurd ev 100 sal in serî li ber pergala mêrê serdest netewandin. Ji Leyla Qasiman heta Viyanan, jinên kurd her tim li ber xwe dan. Dayikên me di Nobeta Edaletê de û ciwan û gelê me jî li kolanan dibêje ‘jin, jiyan, azadî.’” 
 
Piştî axaftinan jî Koroya Denîz Poyraz derket ser dikê û daxuyanî bi dawî bû. 
 
DAXUYANIYA HEVPAR
 
Metna hevpar a TJA’yê ya li Êlih û Îzmîrê hatiye xwendin wiha ye: 
 
Di vê dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, beriya her tiştî, em tevahiya jinên ku li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, silav dikin. Em jinên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku dê bîranîna wan rêya me ronî bike. Bi hêza ku me ji hezaran jinên pêşeng ên wek Rozayan, Sarayan, Evînan, Zelalan wergirtiye, di 8’ê Adara îsal de jî em ê dîsa li qadan, kuçeyan û meydanan  bin.
 
SEDSALA 21’EMÎN DÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINÊ!
 
Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, em 8’ê Adarê dîsa di binê siya şeran, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de; lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalar pêşwazî dikin.
 
Di sedsala 21’emîn a ku têkoşîna zayendî bûye qada têkoşînê ya bingehîn de, jin li malan, li kuçeyan, li kargehan û li tevhiya qadên jiyanê xwedî li azadiya xwe, mafên xwe, nirxên xwe û keda xwe derdikevin û destkeftiyên xwe yên ku bûne armanca hişmendiya mêrsalar diparêzin. Di vê serdema ku tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe, kuştinên jinan vediguherin qirkirinê û di heman demê de gelek destkeftiyên jinan dixwazin careke din bên desteserkirin de, em dizanin ku berxwedana jinê di pêvajoya li pêşiya me de diyarker e. Şerên piraliyî yên ku di serî de li Rojava, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn tên meşandin, di bingeha xwe de li dijî nirx û afrîneriyên cewherî yên jinan in. Şerê ku dijminatiya jinê ji xwe re dike çavkanî, herî zêde jî jinên Kurd ji xwe re dike armanc. Yên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê, Firyal Silêman Xalid li Kerkukê qetil kirine divê bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê dê teqez bi ser bikeve!
 
EM Ê CIVAKÊ BIPARÊZIN, BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN!
 
Bi “polîtîkayên şerê taybet” ên ku li Kurdistanê wek polîtîkayên dewletê tên afirandin, ev tundî û qetliyam gihîştine asteke cuda ya gelekî girîng. Remziye Apaydin, Denîz Poyraz, Fîrdevs Babat, Sakîne Kultur bi tenê çend ji dehan jinên ku di encama van polîtîkayên şerê taybet ên ku bi destê dewletê tên sepandin jiyana xwe ji dest dane ne. Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma ve li hemberî jinên Kurd ên ciwan; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên sepandin. Di heman demê de di tevahiya saziyan de û di tevahiya qadên jiyanê de “mêrbûn” tê vejandin û koletî li jinan tê ferzkirin. Sîxurkirin, madeyên hişbir û fuhûş wek amûrên şerê bîrdozî tên bikaranîn û aliyekî din ê van polîtîkayn jî destdirêjî jî di nav de hemû cureyên îstîsmara zarokan e. Em vê hişmendiya mîlîtarîst a ku beden, ziman, çand, nasname û bi kurtasî hebûna jinên Kurd ji xwe re dike armanc, nepejirînin!
 
Em ji Musa Orhanan, Onur Genceran, Îbrahîm Barkinan pir baş pê dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi vegotinên cudaker, bi efûyên ku di binê navê sererastkirina înfazan de tênê derxistin, kujer û kiryarên tundiyê ji aliyê vê pergalê ve çawa tên parastin! Em hevkarên wan kesên ku hêza dewletê li pişta wan e, zirxê xwe yê “polîtîkaya bêcezahiştinê” li xwe kirine, dizanin dê tu tiştek bi wan nebe û bi tu awayî dev ji kiryarbûnê bernadin jî, baş nas dikin!
 
Qeyrana aborî ya ku hêzên kapîtalîst û modernîst afirandine û her roj hinekî din kûr dibe, her ku diçe domdartir dibe. Çavakaniyên ku malê civakê ne dikin xizmeta komeke elît û xizanî û nangiraniyê ji gel re rewa dibînin. Li palûkeyan, zeviyan, kargehan, li tevahiya qadên giştî jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û rûberî mêtingerî û tundiyeke giran dibe. Di vê çarçoveyê de, em wek TJA di wê baweriyê de ne ku bi 8’ê Adarê têkoşîna kedê ya rêxistinbûyî ya hevpar a jinan dê bigihîje xwediyê wateyeke nû. Li hemberî van polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin û li dijî gel in em ê civakê biparêzin, berxwedanê geş bikin.
 
EM Ê NASNAMEYA XWE, DESTKEFTIYÊN XWE, QADÊN XWE YÊN JIYANÊ BIPARÊZIN!
 
Ji aliyê mekanîzmayên darazê yên ku di destê desthilatdariyê de bûne amûr ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û zindanîkirin. TJA jî bi awayekî bi pergal û gelek canan rûberî tundiya darazê bûye. Sepanên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dermirovî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî domahîlka van polîtîkayan in. Wek TJA, em careke din dibêjin ku em ê xwedî li nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin.
 
Di vê sala borî de, di erdheja 6’ê Reşemiyê ya ku di encama polîtîkayên rantxurî û talanê ya pergala dewletperest a mêrsalar de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê veguherî hilweşîneke mezin de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bêmal man. Her çiqas ji bo tevahiya civakê bandoreke hilweşîner a erdhejê çêbûbe jî, ji bo jinan û zarokan rewş gelekî xerabtir bûye. Desthilatdariya ku bûye sedema tevahiya vê hilweşînê, erdhej jî veguherandiye derfeteke ku desthilatdariya xwe bidomîne. Wargehên Kurdan û elewiyan ji nû ve dagir kiriye, avaniya demografîk guherandiye, erdnîgariya me bêmirov hiştiye, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dane terîqetên olperest û çeteyan û ew rûberî îstîsmarê kirine ku hilweşîn girantir bûye, polîtîkayên xwe yên dijberî xwezayê domandine û talankirina avê, axê, daristanan û tevahiya qadên jiyanê domandiye. Wek TJA, em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe, xwezaya xwe û tevahiya qadên xwe yên jiyanê biparêzin.
 
Zimanê me yê dayîkê, nasnameya me tên înkarkirin û bi plîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakê tê tunekirin. Wek TJA; ji bo zindîtirkirina zimanê me yê zikmakî, çanda me û nasnameya me, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya civakê dikin ku bi me re têbikoşin û di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanan bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin.
 
EM Ê RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ YÊN AZADÎPARÊZIYA JINÊ YÊN DEMOKRATÎK XURTIR BIKIN!
 
Di vê 8’ê Adarê de, bi ezmûnên xwe yên ku me ji dîrokê palavtine, ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di avakirina bajarên azadîparêziya jinê de gelekî girîng in, em amade ne. Me berendamên xwe bi pêşhilbijartineke ku gelek kes beşdar bûnê û bi rêbaza lihevkirina bajêr diyar kirin û me careke din derxist holê ku demokrasiya xwecihî encax bi civakê re bi pêş dikeve. Em bi biryar in ku em hişmendiya ku tevahiya qadên civakê di destekî de kom dike, zêde navendî ye û “rêveberiyên xwecihî wek qadên xwezayî yên hişmendiya mêrsalar” dibîne veguherînin. Bi hêza jinan a di qadên xwecihî de guherîner û veguherîner em ê siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin. Em bi biryar in ku bi hevserokatî û nûneriya wekhev, di tevahiya qadên jiyanê de em vîna jinê hêzdartir bikin û hişmendiya rêveberiyêên xwecihî yên demokratîk li civakê belav bikin. Em bi ser ketin, me bi dest xist. Niha dem dema ku em serkeftina xwe û destkeftiyên xwe careke din geştir bikin. Rabe; Dem Dema Azadiya Jinan e!
 
EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊZDAR OCALAN PÊK BÎNIN!
 
Ev rewşa civakê ya ku di nava qeyranên piralî de maye, encama rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê tê sepandin e. Her ku rejîma tecrîdê ya li hemberî Rêzdar Ocalan kûrtir dibe, di serî de jin, tevahiya civakê bi heman awayî dikeve binê pêkutiyê. Di 8’ê Adara îsal de jî, em careke din dibêjin ku, di serî de çareseriya kêşeya Kurd a demokratîk û aştiyane, muxatabê bingehîn ê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî Rêzdar Ocalan e û em careke din dibêjin ku divê demildest bi wî re hevdîtin bê çêkirin. Li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, paradîgmaya civaka “demokratîk, xwezaparêz û azadiya jinê” ya ku Rêzdar Ocalan bi pêş xistiye, gavê herî girîng ê rêya ku ber bi jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ve diçe ye. Tekane rêya sepandina vê paradîgmayê jî ew e ku bê şert û merc pêkanîna azadiya fizîkî ya cenabê wî ye.
 
Di vê çarçoveyê de, em Nobetên Edaletê yên bi armanca piştgirîdana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û şikênandina tecrîda li Îmraliyê yên ku li gelek bajaran hatine destpêkirin, silav dikin û em careke din bangê li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku daxwazên wan demildest bînin cih.
 
Di 8’ê Adara 2024’an a ku me şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” veguherand eniya berxwedanê de, em careke din bangî di serî de jinên Kurd, tevahiya jinan dikin ku li hemberî faşîzmê û mêrsalariyê, piştgiriyê bidin berxwedanê û wê geş bikin. Bi hêza ku em ji vê bangê digirin, em 8’ê Adarê, roja têkoşînê ya tevahiya jinan, pîroz dikin. Jin, jiyan, azadî.”
 

Sernavên din

27/02/2024
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn