Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne

  • rojane
  • 09:02 14 Sibat 2024
  • |
img
RIHA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne û di vê der barê de gelek nexweşên giliyê xwe ji wan re gotine û got ku ji nexweşan girtina pereyan ne li gorî hiqûqê ye û sûc e. 
 
Li nexweşxaneyên zanîngehan ên girêdayî Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) di bin navê "bexş"ê de ji nexweşan bedêlên giran tên standin. Her çend li nexweşxaneyên zanîngehan ji xeynî xercên nivînan rêzikname hebin jî, lê li gelek nexweşxaneyên zanîngehan nexweş di bin navê "bexşa mecbûrî" de ji bo tedawiya ku distînin bedêlên giran didin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Rihayê Ferhat Demîr der barê pirsgirêkên tenduristiyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê nexweşan gili kirine ku di bin navê "bexşên mecbûrî" de ji bo tedawiyê bedelên giran ji wan tên standin.
 
Demîr anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî yên li nexweşxaneyên zanîngehan "bexşên mecbûrî" ji nexweşan tên standin û wiha got: “Nexweşxaneyên zanîngehan di rewşekê de ne ku ji bo prosedurên herî hêsan jî pereyan ji welatiyan distînin. Ji bo ku ji bajarê me mînakek bê dayîn, nexweşek ku krîza dil derbas dike ji bo stentê jî 7-10 hezar TL pere dide nexweşxaneyan. Nexweşxaneyên dewletê divê xizmetên tenduristiyê bêpere bikin. Ji ber ku ev nexweşxaneyên dewletê ne. Nexweşxaneyên zanîngehê li gor qanûnê divê bêpere xizmetê bikin, lê di bin navê bexşê de ji nexweşan 70 hezar û 100 hezar xerca neştergeriyê distînin."
 
'GIRTINA PEREYAN SÛC E'
 
Demîr bi lêv kir ku di bin navê "bexşkirinê" de peregirtina ji nexweşan sûc e û ev tişt gotin: “Bexş, alîkariya aborî ye ku kes bi îradeya xwe û biryara xwe pereyan dide saziyekê. Lê belê, li vir ne wisa ye. Ger nexweş bexşê nede, nexweş nayê emeliyatkirin û lênihêrîna tenduristiyê nayê kirin. Di rewşeke wiha de ji aliyö hiqûqe ve ev bexn suc e. Di encama lêkolîna me de, em dizanin ku li welêt gelek nexweşxaneyên zanîngehê di heman rewşê de ne. Ev rastî jî bûye polîtîkayeke tenduristiyê ya giştî. Sedema vê ya herî mezin pergala tenduristiyê ya sermayedar a di pergala kapîtalîst de ye ku nexweşan wekî xerîdar dibîne. Weki xebatkarên tenduristiyê em qebûl nakin ku hevalên me di pêvajoya wergirtina pereyan de weki amûr bên bikaranîn. Hevalên me yên xebatkarên tenduristiyê jî ji vê rewşê aciz in."
 
PIRSGIRÊKÊN PERGALA TENDURISTIYÊ
 
Demîr bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rihayê û wiha got: "Li bajarê me 13 nexweşxaneyên giştî, 188 navendên tenduristiyê û nexweşxaneyek zanîngehê heye. Ev nexweşxane xizmeta tenduristiyê ya bajêr nakin. Me di dema erdhej û karesatên lehiyê de dît ku di warê tenduristiyê de têkçûnek cidî û kêmasiya rêveberiyê heye. Sedema vê jî ew e ku desthilatdariya siyasî nexweşxaneyan weki malzemeya hilbijartinê bi kar tîne. Lêbelê, her ku nexweşxane bi fizîkî mezin dibin, karûbarên lênihêrîna tenduristiyê yên ku ew peyda dikin jî kêm dibin. Li gel ku gelek xebatkarên tenduristiyê li bendê ne ku bên tayînkirin, hikûmet dibêje'Diçin bila biçin' ü ev dibe sedem ku xebatkarên tenduristiyê koçber bibin. Ev jî dibe sedem ku ji aliyö tendûristiyê ve qelsbûn derkeve holê. Di xwegihandina tenduristiyê de jî welatî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Nexweşxaneyên ku divê li gelek deverên bajêr bên belavkirin, hewl tê dayîn ku wekî kampusek yekgirtî werin berhevkirin. Pirsgirêkên ji ber vê yekê li gelek deverên welêt rû didin, berdewam dikin. Welatî di randevûyê de zehmetiyan dikişînin. Ev hemû hilweşîna pergala tenduristiyê derdixê holê."
 
'SEDEM POLÎTIKAYA DESTHILATDAR E'
 
Demîr destnîşan kir ku li gelek nexweşxaneyên Rihayê ji ber kêmbûna personelan nexweş nikarin xwe bigihînin tenduristiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welêt gelek xebatkarên tenduristiyê yan bêkar li malê rûdinin yan jî di sektora taybet de dixebitin. Dema ku li nexweşxaneyên giştî cihên vala hene, yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku xebatkarên tenduristiyê yên li benda tayînê ne nayên tayinkirin. Li beşa Zarokan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyubiyeyê ya 800 nivînî rewşeke zêde qerebalixî heye. Ji bo ku li wir tîrêjê kêm bibe, pêdivî ye ku pisporên tenduristiyê werin xebitandin. Riha di sala 2023'yan de parêzgeha ku herî zêde jidayikbûn lê çêbûye. Rêveberiya Tendirustiya Parêzgehê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bajarê me di warê mirina dayik û pitikan de di nava sê parêzgehên yekem de ye. Her çend ew parêzgeha ku rêjeya jidayikbûnê herî zêde lê heye, nexweş nikarin li vê beşê randevûyê bigirin. Li bajarê ku hejmara jidayikbûnê lê zêde ye, divê doktorên welidandinê û hemşîre zêdetir bin. Ji ber ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyubiyeyê ku beşa Jinkolojiyê lê ye li quncikek dûr a bajêr e, ji ber vê yêkê jî nexweş nikarin xwe bigihînin tendûristiyê. Sedema van pirsgirêkan polîtikaya desthilatdar a tendûristiyê ye."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

24/07/2024
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN