Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne 2024-02-14 09:02:01   RIHA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne û di vê der barê de gelek nexweşên giliyê xwe ji wan re gotine û got ku ji nexweşan girtina pereyan ne li gorî hiqûqê ye û sûc e.    Li nexweşxaneyên zanîngehan ên girêdayî Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) di bin navê "bexş"ê de ji nexweşan bedêlên giran tên standin. Her çend li nexweşxaneyên zanîngehan ji xeynî xercên nivînan rêzikname hebin jî, lê li gelek nexweşxaneyên zanîngehan nexweş di bin navê "bexşa mecbûrî" de ji bo tedawiya ku distînin bedêlên giran didin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Rihayê Ferhat Demîr der barê pirsgirêkên tenduristiyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê nexweşan gili kirine ku di bin navê "bexşên mecbûrî" de ji bo tedawiyê bedelên giran ji wan tên standin.   Demîr anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî yên li nexweşxaneyên zanîngehan "bexşên mecbûrî" ji nexweşan tên standin û wiha got: “Nexweşxaneyên zanîngehan di rewşekê de ne ku ji bo prosedurên herî hêsan jî pereyan ji welatiyan distînin. Ji bo ku ji bajarê me mînakek bê dayîn, nexweşek ku krîza dil derbas dike ji bo stentê jî 7-10 hezar TL pere dide nexweşxaneyan. Nexweşxaneyên dewletê divê xizmetên tenduristiyê bêpere bikin. Ji ber ku ev nexweşxaneyên dewletê ne. Nexweşxaneyên zanîngehê li gor qanûnê divê bêpere xizmetê bikin, lê di bin navê bexşê de ji nexweşan 70 hezar û 100 hezar xerca neştergeriyê distînin."   'GIRTINA PEREYAN SÛC E'   Demîr bi lêv kir ku di bin navê "bexşkirinê" de peregirtina ji nexweşan sûc e û ev tişt gotin: “Bexş, alîkariya aborî ye ku kes bi îradeya xwe û biryara xwe pereyan dide saziyekê. Lê belê, li vir ne wisa ye. Ger nexweş bexşê nede, nexweş nayê emeliyatkirin û lênihêrîna tenduristiyê nayê kirin. Di rewşeke wiha de ji aliyö hiqûqe ve ev bexn suc e. Di encama lêkolîna me de, em dizanin ku li welêt gelek nexweşxaneyên zanîngehê di heman rewşê de ne. Ev rastî jî bûye polîtîkayeke tenduristiyê ya giştî. Sedema vê ya herî mezin pergala tenduristiyê ya sermayedar a di pergala kapîtalîst de ye ku nexweşan wekî xerîdar dibîne. Weki xebatkarên tenduristiyê em qebûl nakin ku hevalên me di pêvajoya wergirtina pereyan de weki amûr bên bikaranîn. Hevalên me yên xebatkarên tenduristiyê jî ji vê rewşê aciz in."   PIRSGIRÊKÊN PERGALA TENDURISTIYÊ   Demîr bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rihayê û wiha got: "Li bajarê me 13 nexweşxaneyên giştî, 188 navendên tenduristiyê û nexweşxaneyek zanîngehê heye. Ev nexweşxane xizmeta tenduristiyê ya bajêr nakin. Me di dema erdhej û karesatên lehiyê de dît ku di warê tenduristiyê de têkçûnek cidî û kêmasiya rêveberiyê heye. Sedema vê jî ew e ku desthilatdariya siyasî nexweşxaneyan weki malzemeya hilbijartinê bi kar tîne. Lêbelê, her ku nexweşxane bi fizîkî mezin dibin, karûbarên lênihêrîna tenduristiyê yên ku ew peyda dikin jî kêm dibin. Li gel ku gelek xebatkarên tenduristiyê li bendê ne ku bên tayînkirin, hikûmet dibêje'Diçin bila biçin' ü ev dibe sedem ku xebatkarên tenduristiyê koçber bibin. Ev jî dibe sedem ku ji aliyö tendûristiyê ve qelsbûn derkeve holê. Di xwegihandina tenduristiyê de jî welatî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Nexweşxaneyên ku divê li gelek deverên bajêr bên belavkirin, hewl tê dayîn ku wekî kampusek yekgirtî werin berhevkirin. Pirsgirêkên ji ber vê yekê li gelek deverên welêt rû didin, berdewam dikin. Welatî di randevûyê de zehmetiyan dikişînin. Ev hemû hilweşîna pergala tenduristiyê derdixê holê."   'SEDEM POLÎTIKAYA DESTHILATDAR E'   Demîr destnîşan kir ku li gelek nexweşxaneyên Rihayê ji ber kêmbûna personelan nexweş nikarin xwe bigihînin tenduristiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welêt gelek xebatkarên tenduristiyê yan bêkar li malê rûdinin yan jî di sektora taybet de dixebitin. Dema ku li nexweşxaneyên giştî cihên vala hene, yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku xebatkarên tenduristiyê yên li benda tayînê ne nayên tayinkirin. Li beşa Zarokan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyubiyeyê ya 800 nivînî rewşeke zêde qerebalixî heye. Ji bo ku li wir tîrêjê kêm bibe, pêdivî ye ku pisporên tenduristiyê werin xebitandin. Riha di sala 2023'yan de parêzgeha ku herî zêde jidayikbûn lê çêbûye. Rêveberiya Tendirustiya Parêzgehê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bajarê me di warê mirina dayik û pitikan de di nava sê parêzgehên yekem de ye. Her çend ew parêzgeha ku rêjeya jidayikbûnê herî zêde lê heye, nexweş nikarin li vê beşê randevûyê bigirin. Li bajarê ku hejmara jidayikbûnê lê zêde ye, divê doktorên welidandinê û hemşîre zêdetir bin. Ji ber ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyubiyeyê ku beşa Jinkolojiyê lê ye li quncikek dûr a bajêr e, ji ber vê yêkê jî nexweş nikarin xwe bigihînin tendûristiyê. Sedema van pirsgirêkan polîtikaya desthilatdar a tendûristiyê ye."   MA / Mahmût Altintaş