Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan

  • rojane
  • 16:49 13 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir. Dayikan li Mêrsînê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin û komplo şermezar kirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome.
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de û bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER)  ve hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî îro bi panela “Li dijî tecrîd û komploya navneteweyî meşa azadiyê” ya ji hêla Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Çukurovayê (ÇUKAY-DER) berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey di panelê de axivî û got ku rêya çareserkirina krîzan, azadiya Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Bila sosyalîst, teqawid, sendîka û her kesên ji xwe re dibêjin mirov piştgiriyê bidin me. Rizgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn di destê Rêbertiyê de ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê ranebe dê rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wiha be. Çareserî hiqûq e, çareserî edalet e, çareserî azadiya Rêbertiyê ye.” 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Altuntaş jî di panelê de ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê dibe bihabûna pariyê nanê me û zêdebûna tiryakê. Lewma divê civak tev li vê pêvajoyê bibe. Sekna birêz Ocalan rê li ber mirinan digire lewma ev tecrîd lê tê ferzkirin. Ji bo vê jî divê em jî hewl bidin fikrên wî di nava civakê de belav bikin.”
 
Piştî axaftinan jî heta pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Şevket Sumerê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em berxwedana li zindanan silav dikin û komployê şermezar dikin” hate vekirin û dirûşmên “Em dayik in, mafdar in, aştiyê dixwazin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî piştgirî dan meşvanan. 
 
Piştî meşê, Hevserokê ÇUKAY-DER’ê Bahattîn Bektaş axivî û wiha got: “Plana Têkbirinê ya di sala 2016’an de xistin meriyetê û tecrîda heyî nîşan dide ku komploya navneteweyî hêj didome. Her ku komplo tê kûrkirin, şer jî girantir dibe. Tekane rêya bicihanîna edaletê, rakirina tecrîda liser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye.” 
 
EDENE
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî çalakiya xwe li avahiya komeleyê domand. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 63’yan de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan”  û “Em ê bi hêza xwe tecrîde bişkînin û jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de coşeke mezin hebû û beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Dayikên Aştiyê hatin serdana çalakvanan. Dayikan gotin ku bi heman daxwazan xwestin li Qada Esenyurtê daxuyaniyê bidin lê daxuyaniya wan ji hêla polîsan ve hatiye astengkirin. 
 
Ji çalakvanan Fînce Akman di nobetê de axivî û got ku tehemûla îktîdarê ji bo tu kesên daxwaza aştiyê dikin nîne. Akman, wiha domand: “Di destê van dayikan de ço yan jî çek nînin. Tenê aştiyê dixwazin û dixwazin têkildarî vê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsên îktîdara AKP-MHP’ê nahêlin. Heta ku îktîdar wiha tevbigere dê cenaze bên. Lewma berpirsyarê van cenazeyan îktîdar bi xwe ye. Em destê aştiyê dirêj dikin.” 
 
Çalakî bi dirûşm û stranan berdewam kir. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 71’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Bêgiriyê û şêniyên TAxa Şabaniyeyê hatin serdana nobetê. 
 
Di çalakiyê de yek ji Dayikên Aştiyê Ayten Salgir axivî û ev tişt anî ziman: “Li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tecîd heye. Em dixwazin tavilê  çareseriyek bê peydakirin. Ev şer heta sed salên din jî bidome dê di dawiya dawî de vegerin ser maseyê.” 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP'a Mêrdînê îro jî berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dayikên di çalakiyê de dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirin. 

Sernavên din

14/02/2024
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin