Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne

  • rojane
  • 16:10 11 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin û wiha gotin: “Hûn tekoşîn û berxwedanê ne tenê wek arîkaran dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Di  çalakiyên îro de nameya hevpar a girtiyên siyasî şandin hate xwendin. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 69’an de berdewam kir. Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Komeleya Ekolojiyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatin serdana çalakvanan. 
 
Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Çalakî bi strîna stranên kurdî berdewam kir. 
 
ÊLIH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 11’an de berdewam kir. Dayikan, binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de vegotin. Her wiha nameya girtiyekî hate xwendin. Di nameyê de girtî bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî da. 
 
STENBOL
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 61’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan.  Em ê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Gelek kes îro hatin serdana çalakiyê. Rêxistinên DEM Partiyê yên Gungoren û Bakirkoyê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de hate xwendin. Di vê navberê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Nobet, bi gotina stranên kurdî berdewam kir. 
 
WAN 
 
Nobeta Edaletê ya Wanê jî di roja 69’an de berdewam kir. Nobeta ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, îro ji hêla Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê ve hate pêşwazîkirin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî hate xwendin. 

MÊRDÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin jî bi serdanan berdewam kir. Di nobetê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Ziyaretvanan gotin ku ew bi dayikan re ne. Ji Dayikên Aştiyê Atiye Yilmaz di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser armanca çalakiyê: “Heta Rêbertiya me azad dibe dê çalakiya me bidome. Dijmin çiqas bi ser me de bê jî dê ev têkoşîn bidome. Heta ku Serok û zarokên me azad dibin em ê li vir bin. Heta Serok azad dibe divê kurd nesekinin. Em naxwazin mirin çêbibin. Banga me ji bo Erdogan e; divê Serokê me êdî azad bibe.”

Ji Dayikên Aştiyê Fahriye Alpaslan jî diyar kir ku ji bo azadiyê nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin rojên xweş bibînin. Em dixwazin bi zarok û serokê xwe re bin.”

 
NAMEYA GIRTIYAN
 
Nameya hevpar a girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de cih digirin şandin wiha ye:  
 
"Di erefeya salvegera 25’ emîn a komploya navdewletî de dayikên me yên ji bo edaletê têdikoşin bi rêz û hezkirinên xwe yên germ silav dikin. Ji destên we yên afirinêr, hemû bedewiyan û sembola keda pîroz in diramûsin. Hemû daxwaz û hewldana me ji bo rawestandina rondikên çavên we û avakirina welate kî azad e. 
 
EM GELEK ŞANAZ IN KU EWLADÊN DAYIKÊN MÎNA WE NE
 
Dayikên hêja; hûn tenê rondikan nabarînin, doza ewladên gelê me yên herî bedew û leheng jî didin meşandin. Di qadên tekoşînê de we rêz wergirtiye û mil daye tekoşîna ewladên xwe. Hûn tekoşîn û berxwedanê ne tenê wek arîkaran dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye. Armanca bingehîn a tekoşîna me ya pêncî salî jî ev e ku rondikên çavên dayikên me êdî bêne sekinandin. Em dizanin ku encax bi vî awayî em ê bikaribin ewladîbûyîneke layîq ji we, dayikên hêja re bikin. Bi derfetên pir bisînor jî be, em li ser çapemeniyê çalakiyên we Nobeta Edaletê dişopînin.
 
Daxuyanîyên ku hûn didin û dixwînin em bi vî awayî fêr dibin. Ev sekna we, ew hest û ramanên we kêfxweşiyeke mezin dide me û em ji vê sekn û helwesta we hêzeke pir mezin werdigirin. Em dizanin ku hûn peyrewên dayika xwedawend, peyremê Meryema ku qewet daye Îsa, Amîneya ku nekarî murîveta Mihemedê êtim bibîne û peyrewê dayîka me Uveyş in. Dîsa em dizanin ku hûn ew qas xwedî rastî û heqîqeta jiyanê ne ku, hemû ehlê zilmê werin jî li hemberî ronahiya we nikare tiştekî bikin û dê tune bibin. Ji roja ewilî heta niha we, em tenê nehîştin. Hûn bûn Dayikên Şemiyê û lî qadan li pey şopa zarokên xwe yên ku hatin windakirin ketin. Li hember xwînê, şer û rondikên çavan hûn bûn Dayikên Aştiyê û me tekoşîn meşand. Hûn ew qas bi hêz in ku, carinan di nava qutiyan de perçeyên zarokên we ji were hate şandin. Lê dîsa jî hûn dev ji tekoşîna xwe berneda. 
 
EM Ê JI HER DEMÊ BÊHTIR BI HEV RE TÊBIKOŞIN
 
Carinan jî xwîna zarokên we li lat û zinarên welatê me niqutî û tev li vê axa pîroz bû. Carinan hûn kolanan de bûn Dayika Taybet, carinan jî bajar bi bajar li ber derê zindanan pey şopa zarokên xwe ketin. Ma dîsa jî bilî me û me kî dê bikaribe wan êş û elemên we yên bêhempa fêm bike! Lê sed mixabin ku em jî gelekî wisa ne, xayînên me jî pir in. Him ji bo îro, him jî ji bo paşerojê em neçarin ku bi feraseta 'berxwedan jiyan e' ji her demê bêhtir bihevre têbikoşin û li ber xwe bidin. 
 
BANGA JI BO GEL
 
Tevgera Azadiyê bi dostên gelê me re bi armanca Azadiya Rebêr Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî pêngavek da destpêkirin. Tevlibûn û bandora vê pêngavê jî her ku diçe mezintir û bilindtir dibe. Dema em armanca pêngavê li ber çav digirin, em dibînin ku pêvajoya em tê de derbas dibin pêvajoyeke gelek girîng û dîrokî ye. Ji ber wê mezinkirina pêngavê ne tenê erkekî polîtîk e, deynê me yê hemberî gel û Serokatiya me ye û ev jî berpirsiyariya me ya exlaqî ye. Di 25’emîn salvegera komploya navdewletî de karê me yê herî pîroz bêguman bi temamî rûxandina komplo û belavkirina wê ye. Ji zarok heya pîr û kalan, çi jin û çi jî mêr be, di vê pêvajoyê de ji herkesî re kar û xebateke ku bikaribe bimeşîne heye. Bi vê zanebûn û baweriyê em bang li gelê me dikin ku tev li tekoşîna dayikên me yên hêja bibin. Ji bo ku em bikaribin bihevre tekoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, divê gelê me û dilsozên azadiyê bi giyana seferberiyê têkevin nav liv û tevgerê. 
 
SERKEFTIN A ME YE
 
Dayikên me yên hêja! Li ser navê zarokên we yên zindanan me xwest bi çend gotinan berxwedana we silav bikin. Em jî wek ewladên we pir bişanaz in ku di pêvajoyek wîsa de li rex we, bi qasî ku ji destê me tê tevkariyên xwe li pêvajoyê dikin. Em bawer dikin ku têkoşîna me ya hevpar a çiya, zindan û gel dê me bigihîne serkeftinê.  Bi wan hestan em Komploya 15’ê Sibatê bi nefreta şoreşgerî lenet dikin, bi hestên herî ji dil we silav dikin û spasiyên xwe li we dikin. Em careke din dibêjin ku serkeftin a me ye."

Sernavên din

12/02/2024
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir