25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2024
  • |
img

STENBOL - Dayika Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ji bo azadiya Ocalan têdikoşin û got ku divê sala 2024'an bibe sala azadiyê.

Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ket sala xwe ya 26'an. Girtî Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Mereşê li dijî tasfiyekirina hêzên global agir berda bedena xwe çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" da destpêkirin. Çalakî li seranserê cîhanê berbelav bûn û gel li dor Abdullah Ocalan xeleka ji berxwedanê çêkir.
 
Dayika Aştiyê Rewşan Doner a 55 salî ku di 15'ê Sibata 1999'an de dema Rêberê PKK'ê radestî Tirkiyeyê hat kirin di çalakiyê de bû diyar kir ku 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Donerê ku piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kiriye, anî ziman ku wê demê apê wê gava li zanîngehê xwendekar bûye hatiye windakirin û paşê malbata wê ya li Bedlîsê bûye hedefa zextên dewletê. Donerê anî ziman ku piştî vê pêvajoyê bi awayekî sîstematîk serdegirtinên malan pêk hatine û got ku gelek caran endamên malbatê hatine binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine. Donerê got ku di salên 1990'î de apê wê, melayê gund, hatiye kuştin û gundê wan di sala 1994'an de hatiye şewitandin.
 
Donerê diyar kir ku wan cerdevaniyê red kiriye û piştî gundên wan hatiye şewitandin koçî Stenbolê kirine û got ku ew ji roja ku Abdullah Ocalan  radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya nihatêkoşîna xwe didomîne.
 
Donerê bal kişand ser dema ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin û got: “Wê demê di dilê min de dudiliyek hebû û ew roja reş 15’ê Sibatê, qewimî. Gundên me şewitandin, zarokên me şehîd kirin, em sirgûn kirin, lê tiştek bi qasî 15’ê Sibatê bandor li me nekir. Me ne dikaribû tiîtekî bixwe û vexwe. Piştî Rêbertî anîn Tirkiyeyê, di nava çar pênc rojan de ew darizandin û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê."
 
‘GEL KOMPLO PÛÇ KIR'
 
Donerê bilêv kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin beşdarî çalakiya protestoyî bûye û got ku di êrişa polîsan de ji serê xwe birîndar bûye. Donerê wiha domand: “Serê min ji du cihan şikest, lê roja din xwepêşandanek hat lidarxistin û ez yekser beşdarî wê bûm. Gel hêz da û komploya li dijî wî pûç kir. Gel jî êdî ne gelê berê ye, bi sedan kes piştgiriyê didin wî. Bi sedan kesî bi gotina ‘Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber êgir."
 
‘ABDULLAH OCALAN VÎNA GELÊ KURD E'
 
Donerê da zanîn ku Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û got ku komplo wê bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê bi dawî bibe.
 
Donerê bal kişand ser rewşa ku 35 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Tecrîd didome. Ger xeber ji Rêbertiyê bê girtin û hevdîtin pê re bê kirin, dê tiştên xweştir çêbibin. Ji ber vê yekê tecrîdê ferz dikin. Ew dijminatiya wî dikin. Dema ku Xwedê mirovekî diafirîne, mafê wî jî dide. Li gorî qanûnê mafê wî heye ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Rêberê Gelê Kurd ne kesekî asayî ye. Hemû kurd wî wekî vîna xwe qebûl dikin. Bi kurtasî, di her warî de cihê tecrîdê tune ye,". 
 
‘DÊ SALA 2024'AN BIBE SALA AZADIYÊ'
 
Donerê bal kişand ser wê yekê ku divê sala 2024’an bibe sala azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û got: “Ez li vir bang li hemû gelan dikim: wekî dayikeke kurd ez aştî û wekheviyê diparêzim. Ji bo ku gel bi hev re bijî û tecrîd rabe, çi ji destê me tê em ê bikin. Em sala 2024’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê. Ger ev tecrîd berdewam bike, dê edalet û aştî pêk nayê. Dê îşkence û tundî berdewam bike, aborî jî dê dakeve sifirê. Sedema van hemû pirsgirêkan şer û tecrîd e. Hemû kesên demokrasî, azadî û edaletê dixwazin divê vê tecrîdê bişkînin. Divê Rêbertî di demeke nêz de azad bibe."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

12/02/2024
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir