Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn

  • rojane
  • 16:54 10 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirine, xwestin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn. 
 
Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 27'ê mijdarê de hatiye destpêkirin berdewam dike. Piştî grevên birçîbûnê bi pêşengtiya xizmên girtiyan û rêxistinên mafan ên sivîl, li gelek bajaran bi heman daxwazê Noberên Edaletê hatin lidarxistin. Xizmên girtiyan û kesên serdanan dikin xwestin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin û Ocalan were berdan. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir
 
Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê hatin serdana çalakvanên nobetê.  
 
Mele Yûsûf Andan ê di serdanê de axiviye, destnîşan kir ku cihê pergala tecrîdê di ola îslamê de nîn e û wiha axivî: “Heke di pergala we de mirov ji ber tecrîdê bên kuştin, neçar bimînin ku bikevin grevên birçîbûnê û hûn li hember van tiştan bêdeng bin, tê wê wateyê ku hûn bêwijdan in.” Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir. 
 
ÊLIH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 10’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Kesên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirine destnîşan kirin ku zext û zilma li girtîgehan tê kirin, li hemû derdorên civakê tê kirin û bal kişandin ser giringiya piştevaniyê.  
 
MÊRDÎN 
 
Endam û rêveberên Komeleya 78’an serdana Nobeta Edaletê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê kirin. Kesên hatine serdanê, derbarê azadiya Ocalan de suhbet kirin, helbest xwendin û stran gotin. Ser navê Komeleya 78’an Arîf Tûrgay axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin bikin û dan zanîn ku ew ê çalakiyê mezin bikin.
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir.
 
Şêniyên li taxa Yali û Selîmbeyê serdana Nobeta Edaletê kirin. Şadiye Aktî ya ji taxa Yaliyê tecrîda tê meşandin şermezar kir û kesên di nobetê cih digirin bi rêzdarî silav kir. Ektî wiha axivî: “Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de belavî hemû girtîgehan û civakê bûye. Em vê yekê qebûl nakin. Bila tecrîd demildest were rakirin. 
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 60’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Emê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. 
 
Tevgera Yekgirtî ya Karkeran (BÎH), Komgreya Îslama Demokratîk (DÎK) rêxistina DEM Partiyê ya Beyoglûyê û gelek kes hatin serdana Nobeta Edaletê.  
 
‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Endama BÎH’ê Arzû Baysûngûr di serdanê de destnîşan kir ku têkoşîna xizmên girtiyan bi nirx e. Baysûngûr da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Endamê DÎK’ê Ekrem Baran jî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lenet kir û wiha got: “Di tu pirtûkan de cihê bêhiqûqiyên îslama siyasî anîne, nîn e. Em tecrîda ser birêz Ocalan lenet dikin. 
 
Nobeta Edaletê bi gotina stranan û berzkirina dirûşman dom kir. 
 
 

Sernavên din

12/02/2024
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir