Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir û di çalakiyan de tekane rojev azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Serdanên ji bo nobetê îro jî berdewam kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên rêxistina Westanê (Gevaş), namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û şêniyên taxên Nû û Karşiyakayê hatin serdana nobetê. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Westanê Muzaffer Yildiz di serdanê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke li welatekî wijdan nebe, edalet jî nîne. Heta ku birêz Ocalan û girtî azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”Namzet Neslîhan Şadal jî got ku dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û ew dixwazin êdî azad bibe. Namzet Abdullah Zeydan jî anî ziman ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Tekane muxatab birêz Ocalan e. Dema dengê birêz Ocalan tê, aramî, edalet û aştî tê.” 
 
Çalakî bi serdanan berdewam kir. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 66’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Erdemliyê hatin serdanê. Di serdanê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Erdemliyê Zeliha Menge di çalakiyê de got ku ew naxwazin dayikên leşker û gerîlayan bigirîn û anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan radibe dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştî axaftina Hevserokê Erdemliyê Mahmût Begîk, nobet bi gotina stranan dom kir. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdanê. Dayika Aştiyê Gulistan Arslan got ku ji bo rê li ber girî û xwînê were girtin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê jî gelek kesan serdana çalakiya li avahiya DBP’ê berdewam dike kirin. Gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û têkildarî azadiya Abdullah Ocalan sihbet hatin kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Meşa Azadiyê dê di 8’ê sibatê de bigihije Nisêbînê û ji wer derbasî navçeyên Qoser û Artukluyê bibe. Nûnerê TUHADFED’ê Fettah Tekîn banga tevlibûnê kir. 
 
Tekîn, da zanîn ku dê baskê meşê yê Wanê sibe bigihije Nisêbînê û wiha got: “Em dixwazin wan bi girseyî pêşwazî bikin. Ev meş ji bo azadiya birêz Ocalan hate destpêkirin. Heta Ocalan azad nebe jî pirsgirêka kurd çareser nabe. Lewma divê gelê me xwedî li van çalakiyan derkeve. Ev çalakiya me ne ji bo çendek roja ye. Dê di 8’ê mehê de li Nisêbînê, di 9’ê de li Artukluyê û di 10’ê mehê de jî li Qoserê bin. Hêvîdarim gelê me bi girseyî tev li bibe. Tekane daxwaza malbatên di nobetê de jî azadiya birêz Ocalan e. Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û pirsgirêka kurd çareser nabe. Tekan muxatab Ocalan e. Çareserî di destê Ocalan de û li Îmraliyê ye. Divê hevdîtin bên kilrin ku pirsgirêka kurd çareser bibe.” 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. 
 
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê û welatî hatin serdana nobetê û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê. Beşdaran her wiha banga tevlibûna “Meşa Azadiyê” kirin. Welatiyên hatin serdanê gotin ku divê gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêhtir têbikoşe û yekitiya xwe ava bike. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”  û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
STENBOL
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 56’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe, Sîlîvrî, Çekmekoy û Sultanbeyliyê û nûnerên Federasyona Komeleyên Amedê (AMEDFED), Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û nûnerên komeleyê, Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Nîhat Demîr, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin. 
 
‘KARÊ ME TÊKOŞÎN E’
 
Ji çalakvanan Fînce Akman di çalakiyê de got ku divê xizmên girtiyên û her kes xwe birêxistin bike û ev tişt anî ziman: “Em ê di vê têkoşîna birûmet de bi serfirazî bi ser kevin. Divê têkoşîna tenê li ser milê me dayikan nemîne. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Tu çareseriyên me yên din nînin. Karê me têkoşîn e.” 
 
‘DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN’
 
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî got ku wan peywira xwe rêhevaltiyê ya bi Abdullah Ocalan re bicihneanîne û wiha got: “Li pêşberî xeletiyên me hene. Ocalan îro nikare bi malbat û rêhevalên xwe re hevdîtinê bike. Divê em derfetên hevdîtinê biafirînin. Divê em bikin ku Ocalan azad bibe. Baş e ku Ocalan heye, baş e ku dijî. Divê em Ocalan ji wir derxînin.” 
 
‘EM AZADÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ BIPARÊZIN’
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê  Nîhat Demîr jî bi lêv kir ku têkoşîna gelê kurd didome û got ku divê her kes xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan derkeve, bi destê hev bigire û aştî, azadî û wekheviyê biparêze. 
 
Çalakî bi tililî, çepik û dirûşman berdewam kir. 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajar, TJA, MEBYA-DER, Hewldana 78’an, OHD, Olatforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, DEM Partî, DBP, HDP û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz di çalakiyê de axivî û banga xwedîderketina çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk k ir. 
 
Piştî axaftinan jî stran hatin gotin û çalakî dom kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê hatiye destpêkirin di roja 19’an de berdewam kir. Keça girtiya nexweş Mhlîse Karaguzel a bi navê Zîlan Karaguzel, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîr û navçeya Bucayê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Melahat Kuçukaydin axivî û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir. Kuçukaydin diyar kir ku barê dayikan giran û got ku dayik ji bilî aştiyê tu tiştekî din naxwazin. 
 
Kuçukaydin, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ji vir hezar silavan ji Îmraliyê re dişînim. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Em ê tenê wî bi tenê nehêlin.” Nobet bi serdanan berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

09/02/2024
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin