Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e 2024-02-07 17:03:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir û di çalakiyan de tekane rojev azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.    WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Serdanên ji bo nobetê îro jî berdewam kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên rêxistina Westanê (Gevaş), namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û şêniyên taxên Nû û Karşiyakayê hatin serdana nobetê.    Hevserokê DEM Partiyê yê Westanê Muzaffer Yildiz di serdanê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke li welatekî wijdan nebe, edalet jî nîne. Heta ku birêz Ocalan û girtî azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”Namzet Neslîhan Şadal jî got ku dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û ew dixwazin êdî azad bibe. Namzet Abdullah Zeydan jî anî ziman ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Tekane muxatab birêz Ocalan e. Dema dengê birêz Ocalan tê, aramî, edalet û aştî tê.”    Çalakî bi serdanan berdewam kir.    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 66’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Erdemliyê hatin serdanê. Di serdanê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Erdemliyê Zeliha Menge di çalakiyê de got ku ew naxwazin dayikên leşker û gerîlayan bigirîn û anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan radibe dê têkoşîna xwe bidomînin.   Piştî axaftina Hevserokê Erdemliyê Mahmût Begîk, nobet bi gotina stranan dom kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdanê. Dayika Aştiyê Gulistan Arslan got ku ji bo rê li ber girî û xwînê were girtin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe.    MÊRDÎN   Li Mêrdînê jî gelek kesan serdana çalakiya li avahiya DBP’ê berdewam dike kirin. Gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û têkildarî azadiya Abdullah Ocalan sihbet hatin kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Meşa Azadiyê dê di 8’ê sibatê de bigihije Nisêbînê û ji wer derbasî navçeyên Qoser û Artukluyê bibe. Nûnerê TUHADFED’ê Fettah Tekîn banga tevlibûnê kir.    Tekîn, da zanîn ku dê baskê meşê yê Wanê sibe bigihije Nisêbînê û wiha got: “Em dixwazin wan bi girseyî pêşwazî bikin. Ev meş ji bo azadiya birêz Ocalan hate destpêkirin. Heta Ocalan azad nebe jî pirsgirêka kurd çareser nabe. Lewma divê gelê me xwedî li van çalakiyan derkeve. Ev çalakiya me ne ji bo çendek roja ye. Dê di 8’ê mehê de li Nisêbînê, di 9’ê de li Artukluyê û di 10’ê mehê de jî li Qoserê bin. Hêvîdarim gelê me bi girseyî tev li bibe. Tekane daxwaza malbatên di nobetê de jî azadiya birêz Ocalan e. Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û pirsgirêka kurd çareser nabe. Tekan muxatab Ocalan e. Çareserî di destê Ocalan de û li Îmraliyê ye. Divê hevdîtin bên kilrin ku pirsgirêka kurd çareser bibe.”    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.    Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê û welatî hatin serdana nobetê û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê. Beşdaran her wiha banga tevlibûna “Meşa Azadiyê” kirin. Welatiyên hatin serdanê gotin ku divê gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêhtir têbikoşe û yekitiya xwe ava bike.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”  û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    STENBOL   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 56’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe, Sîlîvrî, Çekmekoy û Sultanbeyliyê û nûnerên Federasyona Komeleyên Amedê (AMEDFED), Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û nûnerên komeleyê, Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Nîhat Demîr, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin.    ‘KARÊ ME TÊKOŞÎN E’   Ji çalakvanan Fînce Akman di çalakiyê de got ku divê xizmên girtiyên û her kes xwe birêxistin bike û ev tişt anî ziman: “Em ê di vê têkoşîna birûmet de bi serfirazî bi ser kevin. Divê têkoşîna tenê li ser milê me dayikan nemîne. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Tu çareseriyên me yên din nînin. Karê me têkoşîn e.”    ‘DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN’   Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî got ku wan peywira xwe rêhevaltiyê ya bi Abdullah Ocalan re bicihneanîne û wiha got: “Li pêşberî xeletiyên me hene. Ocalan îro nikare bi malbat û rêhevalên xwe re hevdîtinê bike. Divê em derfetên hevdîtinê biafirînin. Divê em bikin ku Ocalan azad bibe. Baş e ku Ocalan heye, baş e ku dijî. Divê em Ocalan ji wir derxînin.”    ‘EM AZADÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ BIPARÊZIN’   Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê  Nîhat Demîr jî bi lêv kir ku têkoşîna gelê kurd didome û got ku divê her kes xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan derkeve, bi destê hev bigire û aştî, azadî û wekheviyê biparêze.    Çalakî bi tililî, çepik û dirûşman berdewam kir.    ÊLIH    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajar, TJA, MEBYA-DER, Hewldana 78’an, OHD, Olatforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, DEM Partî, DBP, HDP û gelek welatî hatin serdana nobetê.    Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz di çalakiyê de axivî û banga xwedîderketina çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk k ir.    Piştî axaftinan jî stran hatin gotin û çalakî dom kir.    ÎZMÎR    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê hatiye destpêkirin di roja 19’an de berdewam kir. Keça girtiya nexweş Mhlîse Karaguzel a bi navê Zîlan Karaguzel, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîr û navçeya Bucayê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Melahat Kuçukaydin axivî û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir. Kuçukaydin diyar kir ku barê dayikan giran û got ku dayik ji bilî aştiyê tu tiştekî din naxwazin.    Kuçukaydin, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ji vir hezar silavan ji Îmraliyê re dişînim. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Em ê tenê wî bi tenê nehêlin.” Nobet bi serdanan berdewam kir.