Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinê girseyî yên demokratîk ên tev li “Meşa Mezin a Azadiyê” bûn, wiha gotin: “Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e.” 

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Rêwiyên azadiyê guh nadin şert û mercên nebaş ên hewayî û bi coş û biryareke mezin meşa xwe didomînin. Li her cihê diçinê jî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Kolan bi kolan, cade bi cade û malbat bi mal tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan vedibêjin. Meşvanên ku komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin ji bîr nakin, li Dîgorê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û li Giyadînê jî zarokên bi navên Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan ên di sala 2015’an de ji hêla polîsan ve hatine kuştin bi bîr anîn. Meşvanên li Qersê ku berê xwe dan fîlozofê kurd Ehmedê Xanî, tevî sir û seqemê jî li qontarê Çiyayê Gilîdaxê tîrêjên rojê yên ewil pêşwazî kirin. 
 
Meşvanên li her du baskan dimeşin hestên xwe bi ajansa me re parve kirin. 
 
SEFERBERIYA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk got ku di baskê meşê yê Qersê de rastî eleqeyeke mezin tên û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê krîzên roj bi roj girantir dibin hene. Em di nava kaoseke mezin de ne. Sedema vê jî kûrkirina pirsgsirêka kurd û neçareserî ye. Muxatabê çareseriya vê krîzê birêz Abdullah Ocalan e. Ev yek di pêvajoya 2013-2015’an de hate dîtin. Divê êdî gelên Tirkiyeyê jî vê bibînin. Em ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin. Em hewl didin hestiyariyekê ava bikin. Tecrîda îro li milyonan kesên dibêkin ‘birêz Ocalan îradeya me ye’ tê ferzkirin. Nifteya çareseriya tevahiya krîzên li Rojhilata Navîn di destê birêz Ocalan de ye. Hemû gelên cîhanê di çalakiyên xwe de daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Peyama me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heke pêşeroj û aştiyekê bixwazin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe çareserî çênabe.” 
 
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI DIJÎ FAŞÎZMÊ’
 
Ozturk, wiha domand: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi sala ye kampanya tên lidarxistin. Me her tim qala aştiyeke birûmet kir û dê bikin jî. Dibe ku hûn fikrên birêz Ocalan nepejirînin lê heke aborî ketibe vî halî, divê mirov guh bide Îmraliyê. Îktîdar hewl dide bi tecrîd û di şexsê birêz Abdullah Ocalan de gelê kurd ceza bike. Lê bi kuştin û girtinan pirsgirêk çareser nebûn. Niha hemû kesên muxalîf di tecrîdê de ne. Heke daxwaza me edalet û hiqûq be, wê demê divê her kes dengê xwe bike. Bi têkoşîneke hevpar em ê bikarin paşvegav bi faşîzmê bidin avêtin.” 

  
‘EV MEŞ HÊVIYÊ DIDE’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî got ku heta tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ev meş, meşeke birûmet û pîroz e. Di bin sir û seqemê, di bin berfê de hêviyê diafirîne.” 
 
‘DÎROKA ME DÎROKA GELÊ BIRÊXISTINÎ YE’ 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî bal kişand ser nivîsa “Kurdistana xeyalî li vir veşarî ye” ku li ser gora ku li Çiyayê Agiriyê hatiye kolandin hatibû nivîsandin û ev tişt anî ziman: “Zihniyeta qirker xwest her bihosteka xaka Kurdistanê tune bike. Xwestin mirovahiyê li erdnîgariyê tune bikin. Lê gelê kurd ê azadîxwaz, ev erdnîgarî veguherand navenda têkoşîna li dijî zihniyeta qirker. Kurdistanê ne tenê nirxên xwe, nirxên hemû mirovahiyê diparêze. Em ê vê xakê bikin paytexta aştî û wekheviyê. Divê her kes vê rûmetê bijî û xwedî li meşê derkeve. Dê encama vê meşê teqez bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû gel li dora fikrên birêz Ocalan bibin xelek û bikin ku azad bibe. Tu kes nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe. Dîroka me dîroka gelê birêxistinkirî ye. Em îro ji bo azadiya xwe dimeşin.” 
 
‘RASTIYA GELÊ NAYÊ TÊKBIRIN HEYE’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha got: “Bi vê meşa mezin re em careke din bi bîr dixin ku têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê têk neçûye. Tevî hemû êrişan jî gel li ser pêya ye û baweriya wan bi têkoşîna hevpar heye. Ji serkeftinê bibawer in. Em çûn serdana girtiyên 30 salan. Rastiya gelekê ku dewletê 30 salan nekarî di zindanê de serî pê bide tewandin heye. Em niha li qontarê Çiyayê Araratê dimeşin. Gelê kurd bi hesreta azadiyê dijî û dê bi ser keve.” 
 
‘JIYANEKE BÊYÎ SEROK NABE’
 
 
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER) Ramazan Demîr ku di baskê meşê yê Wanê de cih digire jî ev tişt anî ziman: “Me 20-30 kesan dest bi meşê kir lê bi milyonan kes piştgiriyê didin. Em ê bi alîkariya wan vê meşê heta 15’ê Sibatê bidomînin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Divê Serok di demekî herî nêz de azad bibe. Li gorî min heke azad bibe, ne tenê kurd dê tirk jî azad bibin. Ji bo azadiya Serok û kurdan divê em deriyên Îmraliyê bişikînin. Jiyaneke bêyî Serok nabe. Em ê armancên meşa xwe pêk bînin û banga tevlibûnê li her  kesî dikim.” 
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
 
 
Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Hanim Kaya jî got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşwazîkirina bi girseyî hem mirûzê me xweş dike hem jî coşa me zêde dike. Dem dema azadî û serkeftinê ye.” 

Sernavên din

05/02/2024
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin